Bersivên Gel:
- Mafê herî rewa ye.
- Bendewarî ye.
- Mafek zagonî ye.
- Ya ku li ser Rêber Apo nayê pêkanîn e.
- Mafê jiyanê ye.
- Mafê mirovan e.
- Hêviya girtiyan e.
- Pêşeroj hizirandin e.
Mafê
hêviyê mafekê gerdûnî ye. Di piraniya welatan de ji bo kesên ceza girtine tê
pêkanîn. Wek pênase, kesên ku cezayê zindanê girtine li gorî zagonan demekê
şûnde rewşa wan tê destgirtin û eger rewşa wî/ê baş be nirxandin, bi şert tê
berdan. Ev li gorî welatan tê guhertin, lê piranî deh salan carekê tê
destgirtin. Ev zagon piranî jî li hemberî kesên ku cezayê heta hetayê girtine,
bi navek din cezayê muhebetê girtine tê nasîn.
Ji
navê wê jî tê fêmkirin di cih û demekê derfetê hêvî û bendewariyê tine de mafê
hêvîkirinê tê nasîn. Yanî, kesê girtî cezayê heta hetayê jî bigire, eger li
gorî zagonan tevgeriya be û poşman be an jî li gorî dewlet dixwaze tevgeriya be,
rewşa wî/ê tê nirxandin û bi şert tê berdan. Ev zagon piranî ji bo girtiyên
siyasî hatiye derxistin. Lewma dewlet û desthilatdarî dixwaze bi mafek wiha
kesên demokrat û şoreşger teslîm bigire û ji têkoşînê dûr bixe.
Li
milê din ev maf mafekî mirovî ye. Mafê ti dewlet û hêzê nîne ku heta hetayê
mirovan di nava çar dîwaran de bigire û mahkum bike. Ji bo bertekên civakî
biçewisînin tiştek wek “mafê hêviyê” li zagonên xwe bicih dikin. Nexwe armanc
ne berdane û ne jî nasîna mafane. Armanc bi vê re hem teslîmgirtina kesê ceza
girtiye hem jî çewisandina bertekên civakî ye. Lewma mirov nikare “mafê hêviyê”
normal pêşwazî bike. Pêwîste niyeta di bin vê zagonê de baş bê dîtin.
Di
zagonên dewleta Tirk a dagirker de jî mafek wiha heye. Lewma Tirkiye zagonên
mafê mirovan a gerdûnî îmza kiriye. Lê belê, li Tirkiye ev zagon nayê bikaranîn
û ti mafê girtiyan nayê nasîn. Bi taybetî jî li girtiyên siyasî. Tehemûla
dewleta Tirk a dagirker li hemberî têkoşîna azadiyê nîne û her car ji bo hinek
mafan şertê, “poşmaniyê û teslîmbûnê” li girtiyan ferz dike. Ji ber ku girtiyên
şoreşger bi çanda berxwedanê têdikoşin ji mafek wiha bêpar dimînin. Jixwe ne li
bendê ne ku ji mafek wiha sûd jî wergirin. Lewre zindan wek qadekê têkoşînê
digirin dest û berxwe didin.
Dema
komploya navnetewî li hemberî Rêber Apo pêkhat, cezayê darvekirinê li Rêbertî
hate birîn. Piştre ev ceza di 2004’an de zivirandin cezayê heta hetayê. Pêre ji
bo Rêbertî ji mafek wiha sûd wernegire û ji zindanê dernekeve, di zagonê xwe de
guhertin çêkirin. Îro li cîhanê ev maf tenê li hemberî Rêbertî nayê nasîn. Ev
yek bi awayek vekirî di zagonên Tirkiyê de hene.
Bi
têkoşîna gelê Kurd re di sala 2014’an de Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê “mafê
hêviyê” li hemberî Rêbertî pêkneanînê wek “îhlal” nirxand, lê pêwîstiyên wê bi xwe
jî pêkneanî. Îro jî bi girankirina tecrîtê re dixwazin Rêbertî ji hemû mafan
bêpar bihelin. Li ser vê jî her carê bi biryarên ji dewleta Tirk agahî xwestinê
dixwazin civakê bixapînin. Di sala 2022’an de jî “mafê hêviyê” hatibû rojevê,
lê Konseya Ewropa tenê ji dewleta Tirk agahî xwestinê re sînordar mabû. Îro jî
bi heman biryarê nêzikatiya xwe ya li hemberî Rêbertî raber dike û dîsa tenê bi
agahî xwestinê ve sînordar dimîne. Vê jî bi rêzkirina hinek îhlal û îzahatan re
ji bo berjewendiyê xwe bikartîne û ji berpirsyartiyê tecrîdê dûr dixe. Li
dervayî vê jî ji dewleta Tirk re salek dem dide. Yanî vekirî dibêje salekî din
hûn dikarin tecrîdê pêkbînin. Ji ber vê pêwîste ev biryar û mafê hêviyê baş bê
fêhmkirin û têkoşîn bê esas girtin.
0 Yorumlar