Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi boneya şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) ve rêzeçalakî hatin desptêkirin.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê ji bo şermezarkirina Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji aliyê Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) ve rêzeçalakî hatin desptêkirin. Wê ev rêzeçalakî sê rojan bidome, di van rêzeçalakiyan de wê sînevîzyon, semîner û daxuyanî werin dayîn.
Bernameya çalakiyê li Saziya Ciwanan a Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê hat destpêkirin. Rêzeçalakiyê bi sînevîzyona ku li ser komploya 9’ê Cotmehê hatibû amadekirin hat nîşandan.
Her wiha piştî sînevizyon qediya, di dawiyê de dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ ‘Jin Jiyan Azadî’ hatin berzkirin.
0 Yorumlar