Ticker

10/recent/ticker-posts

‘Bêje ez heme’

 Endama Koordînasyona Meclisa Îştar a Mexmûrê Sultan Yildiztan û Hevserokê Meclîsa Gel yê Mexmûrê Ehmed Şehbaz: “Eger em wek Kurd di vê sedsalê de bi fikir û zanista Rêbertî tevbigerin, wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan.”


Gelê Kurd bi berxwedanî û têkoşîna xwe, ji dîrokê heta roja îro hebûn, çand û zimanê xwe domandiye û parastiye. Her çiqasî di wan serhildanên ku hatine kirin de, li gorî tê xwstin gelê Kurd wekî netew di cîhanê de nehatibe naskirin jî, lê heta astekî aniye. Bi derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re gelê Kurd yên her çar aliyê Kurdistanê hatin gel hev û di nava cîhanê de hat naskirin. Têkildarî rewşa gelê Kurd ya beriya derkertina Rêber Apo û piştî derketina Rêber Apo, Endama Koordînasyona Meclisa Îştar Sultan Yildiztan û Hevserokê Meclîsa Gel ên Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji Rojnews re axivîn.

‘Xwe berpirsyar bibînin’

Sultan Yildiztan bilêv kir ku beriya Rêbertî derbikeve gelê Kurd xwe nasnedikir û wiha peyîvî: “Gelek serhildanên Kurdan çêbûn, lê wek civak kombûnek wisa çênebû ku bikaribin xwe bi rêxistin bikin. Piştî ku Rêbertî derket û şûnde hêdî hêdî bi damezirandina PKK’ê re ku bi heft kesan destpêkiribû û gihiştiye bi milyonan, raste. Fikrên Rêbertî ev civak komî serhev kir, jin bi çand, nasname û hebûna wê da naskirin. Ji bo em wek Kurd bigihijin nasname, çand û zimanê xwe, me bi hezaran şehîd dan. Raste gerîla şer dikin, lê ya ku îro tê xwestin şerê gelê şoreşgerî ye. Eger bi gerîla tenê re sînordar bimîne, emê her roj bedelan bidin. Heta îro jî em ji ber Kurdbûn, ziman, çand û hunera xwe têne kuştin.”

Sultan Yildiztan di dawiya gotinên xwe de balkişand li ser sê lingên bingehîn yên di civakê de û dibêje: “Sê lingên bingehîn yê civakê hene, ji bo azadiya jinê lingek yê wê îro gerîlaye û şerê xwe dike, lingê duyem jine û lingê sêyem jî di civakê de şerê gelê şoreşgerî ye. Şer ne ewe ku her kes çekê hilgire, şerê gelê şoreşgerî çiye? Meş, serhildan û xwedîderketîna xwe anîna ziman û hwd. Divê her kes xwe berpirsyar bibînine û bêje ez heme. Pêwîste gelê Kurd destê xwe bidin hev, êdî bese bêdengî. Bedengî mirine, eger em bêdeng bimînin emê roj bi roj werin windakirin û qetilkirin.”

‘Berê kesek nebû ku serkêşiya Kurdan bike’

Her wiha Ehmed Şehbaz jî di derbarê heman mijarê de axivî û diyar kir ku Rêbertî ji bo civakekê ji bin destê çar dagirkeran derbixe, fikir û ramanek derxist û wiha peyîvî: “Eger mirov îro lê temaşe bike, dibîne ku ji bo welat, xak, çand, nasneme û hebûna me ya li ser xaka Kurdistanê avabûnekî ya ji nû de, ne zêde amadeye. Bav û kalên me digotin, berê kesek ne bû ku serkêşiya Kurdan bike, her wiha fikirekî ku Kurdan kom bike û bike netew tinebû. Lê bi derketina Rêbertî û avakirina PKK’ê re, ji her çar aliyên Kurdistanê anî gelhev û kom kir. Her wiha fikir, raman, felsefe, erdnîgariya Kurd, dijminê Kurd da naskirin. Lê mixabin îro Rêbertiya me di bin tecrîdekê de ye û dijmin naxwaze bi ti şêwazî fikir û ramanên wî derbikeve.”

Ehmed Şehbaz di dawiya axaftinên xwe de ev tişt gotin: “Eger em wek Kurd di vê sedsalê de bi fikir û zanista Rêbertî tevbigerin, wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan. Ev sedsal ji bo dîzayînkirina welatê Kurdane, dîzayînkirina demokrasî û jiyanek bi hevre ye, her wiha ji bo rakirina zilm û zoriya li ser gelane. Ji bo vê eger gelê Kurd vêya ji nedîtî ve bê û li peyî berjewendiyên kesî û malbatî bikevin, wê ev heyîna ku Kurd dixwazin ava bibe, wê dîsa bi destê dijminan ve berdin. Eger em wek Kurd li beranberî van êrişên ku dijmin li ser me dikin bibin yek, dijmin nikare welatê me dagir bike. Ji bo wê jî pêwîste em wek Kurd di vê salê de, di her alî de bi şîara bilindkirina hêza Kurd bi meş û çalakiyên xwe yên girseyî li dijî dijmin bibin asteng. Ji ber ku erka dikeve li ser milê şervanên Kurd pêktînin, lingê wî yê lewaz dimîne jî gelê Kurde. Kurdê ku ji welat û axa xwe hezdike, divê êdî bêje dem dema mine. Jixwe fikirên Rêbertî diyare, tenê ya dimîne em wek gelê Kurd viya pêkbînin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar