Ticker

10/recent/ticker-posts

Erkê ciwanan di civaka bin qirkirinê de

 


Ciwan bi afirênerbûyîn, dinamîzmî û enerjiya xwe dibin pişta civaka xwe. Civak hêza xwe ji guhertin û veguhertinên ku ciwan pêşdixin digire. Di civaka ku her dem êriş li ser tê pêkanîn de, erk û rolê parastinê dikeve ser milê her ferdê yê wê civakê. Bersivdayîna civakê li hemberî êrişan şekilgirtina pêşarojê diyardike. Di rewşa êrişê de her yek çiqas berpirsiyar be, di haman demê de berpirsiyariya herî mezin li ser milê ciwanane. Bê gûman civaka me ne ji çend rojan ve di bin êrişê de ye, civaka me di şerek giran de ye, li gorî vê şikil girt û bedelên giran ji bo azadiyê dide, xwedî derketina li wan destkeftiyan jî erkê ciwanên welatparêze. Rola ciwanan pêşengtiya parastina civakê, parastina nirxên civaka welatparêze. Hem di warê fîzîkî, hem jî di warê fikirî de hêza ciwan ya di rewşên awarte de bikaribe bi awayekî lez bersivên pêwist pêşbixînin heye. Hêza ciwanan ne tenê di warê parastinê de, di rêxistinkirin û perwerdekirine de jî rola pêşengtî dileyîze. Di kêliyên awarte de dikarin hemû beşên civakê bikişînin çalakbûyînê. Êrişên ku civaka me pêre rû bi rû dimînin cûr be cûrin, ne tenê êrişên leşgerî ne, di heman demê de êrişên îdeolojî, çandî, aborî, ekolojî û hwd rojane li ser civaka me tên meşandin. Mirov nikare wan êrişan ji hev qut bigire dest û giringe ku konsepta şerê taybet bi giştî were dîtin.

Em dixwazin rola ciwanan di çarçoveya çend cûreyên êrişan de bigirin dest, êrişên fizîkî û leşkerî: Rola ciwanan li hemberî êrişên fizîkî û leşkerî li eniya herî pêş de tê leyîstin. Şerê serfirazî ku gerîlayên Azadiyê li Bakurê Kurdistanê û li Herêmên Parastina Medya dimeşînin, mînaka herî zelal a îradeya ciwanane. Bersiva pirsa jiyana rast ji bo ciwanekî di nava civaka bin qirkirinê de, li cîhên wek Girê Amêdiyê tê dayîn. Li hemberî êrişên çandî û îdeolojîk rola parêzvanên lêgerîna heqîqetê dikeve li ser milê ciwanan. Parastina rast li hember ya şaş, çarçove perwerdekirina derdora xwe ya di aliyê rêya parastina nasnameya zelal a civakê de ye. Divê her ciwanek bi girêdanbûna xwe ya bi Rêbertî û Şehîdan re zelalbûna pêwîst bike, da ku erka xwe bi serkeftî mîsoger bi cih bînin. Armanca sereke ya dijminê me ewe ku hêvî û bawerî di civakê de lewaz bike. Li hemberî vê pêwîste ciwan bi biryardariya xwe û refleksên diyarker bibin çavkaniya morala civakê. Refleksên çalakiya rast ya ku di kêliyê de bê dûdilî tê pêkanîn li ser fikirandin ne hewce ye, ji ber ku zanebûna çi rast û çi şaşe ji berê de heye. Rêgez û pîvanên zelal di bin bingehê refleksên tên pêkanîn de, dikare bibe refleksa civakê jî.

Civaka ku ciwanên wê ser xwe ne û li pey şopa heqîqetê dijîn, di cih de dibe civakek xwedî refleks. Ew civaka di hemû êrişan de bi refleksên xwe bersiv didin, dijmin û êrişkaran poşman dikin. Dema ku destavetina rûmeta civakê tê kirin, ne tenê dest, mil jî pêve jêdike. Êrişên rojên dawî li navenda wargeha me pêkhatîn, destavêtina namûsa civaka me ye. Bi êrişên wisa, bi terzê herî bê rûmet dijmin dixwaze çavê ciwanan bitirsîne. Ma qey nizanin ciwanên welatparêz çawanin? Ma qey nizanin ciwanên welatparêz wê tola her kulîlkek li Kurdistanê ku dagirkeran pêlêkirî bistînin? Ma qey nizanin ku kengî pêwîstbike wê ciwanên welatparêz di bin topa agir de jî be, wê nava dilê dijmin bixe? Ma qey nizanin ku ciwanên Mexmûrê refleksa parastinê ya civaka xwe ne? Ma qey nizanin ku ew ciwan bi wate û heqîqeta ku bi hezaran şehîd derxistine holê, gavên wisa davêjin ku erd diheje. Kî dikare xwe bixapîne û bifikire ku îradeya wan ciwanan dikare bişkîne. Ciwanên Mexmûr bûn Azê û bûn Mardîn, bi têkoşîna xwe îspatkirin ku îradeyek ji pola bi wan re heye.

Rûken Ronî

Yorum Gönder

0 Yorumlar