Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê şehîd Berxwedan, Rêzan û Hogir hatin bîranîn

Li wargeha penaberan a Mexmûrê gerîlayên HPG’ê şehîd Rêzan Civyan, Hogir Botan û Berxwedan Goyî bi merasîmekî girseyî hatin bîranîn û soza şopandina rêya şehîdan hate dubarekirin.


Gerîlayên HPG’ê Şehîd Berxwedan Goyî (Rizgar Kara), Şehîd Rizgar Civyan (Bedran Erîn) û Şehîd Hogir Botan (Şerîf Adlim) ku di 19’ê Tîrmeha 2024’an de li herêma Kotolê di kemîna hêzên Îranê de şehîd bûn, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê bi merasîmekî girseyî hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtin di kesayeta her sê şehîdan de ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Hevşaredarê Mexmûrê Edban Yilmaz axivî.

Di serî de Edban Yilmaz, di kesayeta Şehîd Berxwedan de hemû şehîdên tekoşîna azadiyê bi bîranî û wiha peyîvî: “Destpêkê serê Serokatiya me saxbe, serê rêhevalên wan yên ku di çeperan de û hevalên ku di zindanan de li ber xwe didin saxbe. Wek tê zanîn ev sed salin dewletên dagirker li Iraq, Tirkiye, Suriye û Îranê êrişî ser gelê Kurd dikin. Di salên 90’î de dixwestin îradeya gelê Botanê bidin şikandin, di wî demî de valakirina gundan, qetilkirin, êşkencekirin û her wiha faîlên meçhûl di nava gelê Botanê de pêşxistin. Lê gelê me yê Botanê çok ji vê yekê re nedanîn, gundê Hilal jî yek ji wan gundane ku sekna xwe ya li heberî dagirkeriyê berê xwe dan penaberiyê. Malbata Şehîd Berxwedan yek ji wan malbatên ku di nava wargehê de ev 30 salin di têkoşîna azadiyê de cih girtiye.”

Edban Yilmaz wiha axaftina xwe domand: “Di van 30 salên têkoşînê de gelek bedelên giran dane, qehremanên weke Kamûran û şehîd Berxwedan ku bi wî hatiye navkirin dayîne. Ev jî nîşaneyeke ku kesek nikare îradeya gelê Botanê bişkîne. Em li ser bingehê ku her şehîdekî ku em didin, em nêzî azadiyê dibin, her şehîdek ku em didin, em parçeyek ji canê xwe didin û pê diêşin. Lê di heman demê de ew şehîd bi me re hêrs, kîn û nefretek mezin li hemberî dijmin dide çêkirin. Li ser vî bingehî em jî weke gelê wargehê êşa her sê malbatên xwe parvedikin û dibêjin serê Serokatî saxbe.”

Piştre li ser navê malbata Şehîd Berxwedan Goyî birayê wî Mamosta Zubeyîr Kara axivî, destpêkê xêrhatina xelkê wargehê kir û wiha got: “Dema ku êrişên DAIŞ’ê yên pir dijwar li her çar aliyê Kurdistanê bi taybet li ser wargeha me hatî pêkanîn, Şehîd Berxwedan biryar da ku bibe parêzvanê felsefeya Rêber Apo û beşdarî refên gerîla bû. Şehîd Berxwedan di zarokatiya xwe de xwendevanekî yê perwerdeya Wargeha Mexmûrê bû û piraniya mamostayên ku di wargehê de hemûyan jî mamostatiya Şehîd Berxwedan kirine ji ber vê yekê ez Şehîd Berxwedan tenê wek birayê xwe nabînim, ez weke zarokek yê vê wargehê dibinim. Ez di serî de sersaxiyê li Rêber Apo didim, dibêjim serê hemû perwerdeya malbata Mexmûrê saxbe, her wiha ez sersaxiyê li hemû şervanên azadiyê û hemû gelê Kurd yê xwedî şeref û namûs didim, ji ber ku şervanekî yê rêya wan bû.”

Piştî axaftinan birayê Şehîd, merasim bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar