Jiyana bi heqîqet ku mirovahî rizgariya xwe têde dibîne, bi sekn, jiyan û tekoşîna Rêber Apo hatiye afirandin. Rêber Apo got: “Terzê jiyana min fedayitî ye.“ Em di sekin û tekoşîna Rêber Apo de dibînin ku fedayî yê herî mezin ê jiyana azade. Jiyana xwe bi giştî fedayî gelê Kurd û mirovahiyê kiriye. Di heman demê de 24 demjimêran şerê wî yê bêhempa daye meşandin. Heta wê demê ku li Kurdistanê ti kesî nikarîbû bi wêrekî navê welatê xwe bîne li ser ziman, Rêber Apo dest bi têkoşîna azadiya gelê xwe kir. Jiyana azad bi kelecanî, eşq û azweriyekî mezin rêxistin kir.
Ji bo vê, ji bo ku jiyana rast bê jiyan kirin hin faktorên esasî
hene ku divê pêk bên. Di axa ku mirovahiyê ferî hevparî, hezkirin, hevkarî,
parvekirin û xweşbîniyê bibû, bi yekcar her tişt qulipî û desthilatdarî,
hişmendiya şaristaniya desthilatdar derket holê. Pêwîste civak wan feraset û
hişmendiya desthilatdar vereşîne û ji bedena xwe
derxîne. Pêwîste civak zû xwe ji bandorên wê yên
neyînî rizgar bikin û modelekê nû ya jiyana civakî pêş bixin. Sîstema ku em jê re dibêjin Netewa
Demokratîk, modelek
nû ya jiyanê ji bo çivakê pêşkêş
dike. Rêber Apo bi paradîgmaya xwe jiyana azad afirand. Civak ji nûve nayê sazkirin, bi vê modelê şêwe û rêbazên cuda bi
armanca pêşxistin û azadiya civakê tenê bikaranîn. Ji bo bicih hatina vê
pergalê, di serî de pêdivî heye ku mantalîte û çawaniya wê baş were fêmkirin.
Nexwe dê rê û rêbaz jî neyê dîtin. Nirxên menewî, nirxên komînal û parvekirin hîna pir di nav gelê Kurd de geşin. Li
pêşberî nirx û rûmetên xwe hestyare. Lê ev bi tena serê
xwe ji bo avabûna Netewa Demokratîk têr nakin. Di Netewa Demokratîk de destûr
nayê dayîn ku hêzek jorîn li gor daxwaza xwe û bêyî ku telebên civakê hebe, di
derbarê ti mijarekê de biryar bistîne.
Jixwe her cih, her beş pêdiviyên xwe bixwe tespît dike, wek mînak di gundekê de
pêwistî bi av, rê,
elektrîk, malên perwerde, ocaxên
tenduristiyê û hwd heye.
Bi rêya sazî û dezgehên xwe yên komînal van tespît dikin û bi qasî ku derfetên wan bixwe hebe pêdiviyên xwe bicih
tînin. Bi awayekî kolektîf û komûnal pêdiviyên xwe bicih tîne. Her wiha bê gûman di demokrasiyê de hin rêgezên esasî hene ku
divê her zindî were hiştin. Kesayeta
demokratîk pêwîste xwedî asoyeke berfireh be, têgihiştî û zanê be, ji nêrîn û
rexneyên cuda re vekirî be, di warê darizandinê de adîl be û ji pêşdariziyan
xwe dûr xistibe. Bikaribe empatiyeke xurt ava bike, lê belê di derbarê
pirsgirêkan de berpirsyar be û xwedî erk nêzik bibe. Bi vê ve girêdayî bi komîn û kooperatîfên bingeha Netew Demokratîk tê
bihêzkirin. Di encam de di Netewa Demokratîk de civak bi pîvanên exlaqî-polîtîk
û demokratîk jiyan dike. Hemû qadên civakê jî li ser rêgezên esasî
yên demokrasiyê birêxistin dibin. Pêwîste civak jî xwe wek parçeyek bingehîn a pergala Netewa Demokratîk bibîne.
Bi vî awayî mirov dikare bêje di
Netewa Demokratîk de zeviyên ku were çandin wê berhema wê azadî, wekhevî,
demokrasî, xweşbînî, hevaltî, parvekirin, kolketîvîzm,
vîn û rûmetekê bilind dibe. Elbet ji bo ev pergal were rûniştkandin, li ser esasê prensîp û rêgezên wê, divê civak
xwe şareza û birêxistin bike. Ji wan elimandin û taybetmendiyên ku encama dogma
û hişmendiya paşverû ya pergala zilamsar û desthilatdar xwe paqij bike. Ji nûve xwe li ser axa pîroz a mirovahiyê bafirîne.
Li ser vê esasî her ciwan û jinên ciwan bila
bizanibe ku dema biryar standinê hatiye û derbas jî dibe. Li hemberî van êrişên
pergala kapîtalîzmê jin, civak û ciwan bê gûman di nav berxwedaniyekî de ne. Li
hemberî van êrişên pergalê rêya çareseriyê avakirina pergala Netew Demokratîke.
Ev jî bi jiyana azad gengaze. Ji bo vê felsefeya jiyana manewî û jiyana hevbeş,
ji bo civaka komûnal û demokratîk were
avakirin pêşengiya jin û ciwanan pir girînge. Xwe gihiştina hêbûna xwe û bi
watebûna hebûna xwe têkoşîn meşandin. Sekna Heval Zîlan di vê pêvajoyê de herî
zêde pêwîste em baş fêhm bikin. Heval Zîlan bi fedayiyane girêdayî rêya azadiyê
û Rêber Apo bû. Li ser van esasan rêya ciwanên welatparêz yên Kurdistanê rêya
jiyan û şerê Zîlanan e. Ji bo jiyanekî azad ji derveyî şerkirinê ti rêyek din
tine ye.
Baran Mawa
0 Yorumlar