Delegasyonek Enternasyonalîst ji bo ku pergal, çand û civakbûyîna Wargeha Mexmûrê ji nêz ve bişopînin, serdana wargehê kirin û anîn ser ziman ku pergala li Mexmûrê ya bi fikrên Rêber Apo hatiye avakirin, pergalek alternatîfe ji bo jiyana civakî û wan bi saya Mexmûrê Kurd naskirine.
Armanc Herekol - Artim Penaber
Fikir, felsefe û pergala alfernatîf ya Rêber Apo êdî bûye gerdûnî û her ku diçe jî belav dibe. Her wiha bûye çavkaniya jiyana azad. Ji bo vê yekî gelek kesên enternasyonalîst û kesên ku rastiya jiyana azad digerin berê xwe didin cihên ku bi pergala Konfederalîzma Netewa Demokratîk xwe birêvedibin û li wir ji nêz ve vê pergalê dişopînin.
Yek ji wan cihan jî Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ango Mexmûre. Delegasyonek Enternasyonalîst ku ji welatên curbicur pêkdihatin, ji bo ku pergal, çand û civakbûyîna Wargeha Mexmûrê ji nêz ve bişopînin, serdana wargehê kirin.
Endamên delegasyonê dîtin û firkên xwe yên li ser pergala li Wargeha Mexmûrê ji ajansa me re parvekirin û di axaftinên wan de hat famkirin ku azadiya wan digeriya di pergal û jiyana wargehê de dîtine.
‘Me li Mexmûrê Kurd naskirin’
Jina ciwan a bi navê Lara ku ji Îtalyayê ye di destpêka axaftinên xwe de diyarkir ku ew ji bo naskirin û dîtina fikrên Rêber Apo hatine wargehê û wiha hestên xwe anî ser ziman: “Em li vir gelê Kurd nasdikin. Her wiha pergala li Mexmûrê, pergalek alternatîfe ji bo jiyana civakî. Di mereqa me de bû ka jiyana gelê wargehê di vê pergalê de çawa dimeşe. Her wiha me xwest mirovên ku bi vê pergalê jiyan dikin nas bikin. Dibe ku wargehek a penaberan tê naskirin, lê ne weke wargehek ji rêzê ye. Mirovên li vir jiyan û civakek nû dane avakirin. Ev bû sedem ku ji Îtalyayê bên serdana wargehê bikim.”
‘PKK vîn dide civakê’
Her wiha Lara qala PKK’ê kir û da zanîn ku PKK ew rêxistine ku dikare mirovahiyê rizgar bike û wiha zanînên xwe yên derbarê PKK’ê de bi me re parvekir: “Di bingeha vê pergala li wargehê de, ramanên Rêber Apo ku ev 26 salin di girtîgehê de ye, heye. Sedema qedexeya li ser PKK’ê ewe ku partiya civakê ye. Tirsek gelek mezin li hember PKK’ê heye, ji ber ku vîn dide civakê. Li Ewropayê şaş famkirinek mezin beramberî PKK’ê heye û divê em li hember vê çalakbin.”
‘Rêber Apo ronahiya şoreşa jinê ye’
Lara destnîşankir ku ew ji bo tevlîbûna pîrozbahiya 15’yê Tebaxê jî hatine wargehê û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “15’yê Tebaxê destpêka gerîlatî û şerê çekdarî ye. Ev roj, rojekî gelek girînge, ji ber ku roja xweparastina civakê ye. Roja mafê xwe parasatinê ye. Rêber Apo ronahiya şoreşa jinê ye. Fikrên Rêber Apo azadkirina jiyanê ye.”
Ji coş û morala jiyana wargehê bandor bû
Her wiha jina bi navê Yasmîn ku ji Elmanyayê ye jî hest û nêrînên xwe bi me re parvekir û wiha behsa meraqa xwe ya ji Konfederalîzma Demokratîk re kir: “Bi mereqa çawa mirov di Konfederalîzma Demokratîk de dijî, em hatin wargehê. Tişta ez jê bandor bûyîm, jiyana bi coş û moral a gel bû. Li Elmanyayê PKK weke rêxistinekî terorî tê dîtin, ev yek ji rastiyê gelek dure. Ji ber ku PKK partiya azadkirina mirovane. PKK mirovan ji kapîtalîzm, baviksalarî û netew dewletê rizgar dike.”
‘Divê hemû kes Rêber Apo bixwîne’
Yasmîn herî dawî bilêvkir ku 15’yê Tebaxê roja guleya yekeme, wateyek mezin a vê rojê heye û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Xweparastina çekdarî têgînek wisa ye ku mirovên Ewropî zu bi zu nikarin fambikin. Ez ji xwendina Rêber Apo pir bandor bûme. Rêber Apo mijarên herî kûr û mezin bi hev ve girêdide û pirsgirêkên esasî ji kokê ve tespît dike û çareserî nîşan dide. Divê hemû kes Rêber Apo bixwîne, ji ber ku wateya her tiştî di felsefeya Rêber Apo de heye. Felsefeya Rêber Apo gerdûniye û derfet dide ku em wek mirovên Ewropî, xwe nasbikin û feraseta navendperestiya Ewropayê bişkînin.”
0 Yorumlar