33’ê sale li Başûrê Kurdistanê rêveberî di destê Kurdan de ye. Hema bêje ev 30 sale Mala Barzanî serdeste û hukum dike, lê hêjî nikarin elektirîkê bidin xelkê.
Dinya alem bang
dike ku hêzeke hevbeş a pêşmergeyan çêkin, Emerîka pere dide wan lê dîsa jî
nikarin vê yekê pêk bînin. Hêzên leşkerî ketine xizmeta kom û malbatan de. Kî
ji kê didize ne diyare.
Piştî 2003’yê
ku Sedam hilweşiya û Başûrê Kurdistanê bi fermî hate nasîn, êdî piraniya
rêveberiya Iraqê jî di destê Kurdan de bû. Lê nekarîn baş bimeşînin. Piştî
referandûma formalîte bû sedem ku ji sedî 51’ê axa Başûr ji dest biçe.
Êdî piştî
referandûmê yek bi yek destkeftiyên Kurdan ji wan standin. Mala Barzanî neft û
gaz teslîm kir. Hatina navxweşî û gumrik teslîm kirin. Mafê pêkanîna
hilbijartinê ji dest çû. Êdî wê Iraq hilbijartinê kontrol bike. Lîsteya zanyarî
û daneyên hêzên leşkerî û pêşmergeyan teslîm kirin. Heta gihîşte astekî ku hîvî
ji Iraqê dikin mûçe bidin wan.
Xala herî
girîng jî parastina sînorane ku ew jî teslîmî Iraqê kirin. Piştî 33’ê salan
careke din Iraq vegeriya Başûrê Kurdistanê, îstixbareta Iraqê li Hewlêrê
nûnergeha xwe vekir.
Em hatin ciyê
ku zirne dibêje zir. Parastina sînoran ne wisa xaleke asayî ye. Meseleye giran
û pir teşqele ye. Di vir de hemû alî bi hev dilîzin û lîstikan çêdikin.
Di vir de Îran,
Iraq, Emerîka, Tirkiye, PDK, Qeter û çeteyên DAIŞ’ê jî hene.
Ji bo ku çêtir
were fêhmkirin, em hinekî behsa meselê bikin.
Armanca Tirkiyê
dagirkirina Mûsil û Kerkûkê ye. Bi gotineke din armanca Tirkiyê têkbirina
statûya Herêma Kurdistanê ye. Êdî çi bi xwe yan çi bi destê Iraqê zêde jê re ne
girînge. Tirkiye dibêje eger min karî ez dagir bikim, jixwe ev kare, eger min
nekarî û Iraq kete herêmê, dîsa başe, statû têk diçe.
Iraq jî dibêje
bi hinceta PKK’ê Tirkiye tê bila bê, ev ne xeme, behane dikeve destê min ku ez
vegerim ser sînorên Hewlêr û Duhokê. Ev jî destkeftî ye.
PDK jî xwe
dixapîne. Dibêje ezê pêşmergeyên xwe wekî parêzvanê sînor bidim Iraqê, ezê hem
mûçe ji Iraqê bistînim û hem jî sînor dikevin destê min. Lê rastî ne wisa ye.
Ji ber ku ew pêşmergeyan kirê dide xelkê. Êdî kî pere bide, ewê li zirnê bixe.
Îran jî dixwaze
bi rêya Iraqê wan sînoran bixe destê xwe lê Emerîka jî dixwaze bi rêya Tirkiyê
ku endamê NATO ye, rêya Îranê bigire. Qeter jî bi rêya Tirkiyê dixwaze xeteke
sunî veke.
Tirkiye, Qeter,
PDK, Ordun û Suniyên Girêdayî Sedam û çeteyên DAIŞ’ê jî dixwazin xeteke sunî
ava bikin û herêmê bixin bin kontrola xwe.
Jixwe tê zanîn
ku heta niha nêzî 800 çeteyên DAIŞ’ê li Behdînan hatine bicihkirin.
Cîgirê serokê
Herêma Kurdistanê Şêx Cafer gotibû ku çeteyên DAIŞ’ê li Qeredax a Silêmaniyê
tûnel kolane. Xuya ye ku bi rêya DAIŞ’ê dixwazin Başûr aloz bikin. Mala Barzanî
jî jê re rê xweş dikin.
Ev xeteriyekî
mezine. Çawa ku Barzanî di dema referandumê de li ser qedera Kurdan qumar
lîsit, nîvê axa Başûr ji dest da. Niha jî bi lîstika DAIŞ’ê li ser nîvê mayî
qumarê dilîze. Eger wiha dewam bike, wê statûya Başûr têk biçe.
Tekane rêya
rizgariya Kurdistanê û pûçkirina van pîlanan, têkoşîna gerîlayên Kurdistanê û
berxwedana PKK’ê ye.
Fermandarê
Navenda Parastina Gel Murad Karayilan jî bang li hemû sazî, destgeh, partî û
rêxistinên Kurdistanê kir ku li dijî pîlanên dagirkeran û li dijî nokerên wan
bibin yek, piştgiriya gerîlayên Kurdistanê bikin.
Îkram Balekanî
0 Yorumlar