Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê 1’emîn konferansa Komîteya Jineolojî ya ku di 23’yê Tebaxê de bi şîara “Bi rêxistinkirina hestê jin û jinbûyinê emê jiyanê ji dagirkeriya zanista desthilatdaran rizgar bikin” a bi beşdarbûna sed delegeyan hatibû lidarxistin bidawî bû.
Konferans li avahiya mala gel ya wargehê hat lidarxistin. Salona ku konferans lê pêkhatî, bi wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdan û nivîsên weke ‘Şans û çarenusa Rojhilata Navîn bi pêkanîna 2. Şoreşa gund û cotkariyê ve girêdaye’, ‘Heta em zimanê nebat û lawiran fêhm nekin, em ne dikarin xwe fêhm bikin ne jî dibin civakek ekolojîk’, ‘Em bi Jineolojiyê tevna jiyanê raçînin’ hatibû xemilandin. Beriya ku konferans destpê bike, ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.
Piştî rêzgirtinê konferans bi xwendina perspektîfa Rêber Apo û Jineolojiyê dewam kir. Her wiha piştî xwendina perspektîfan, sinevizyonek têkildarî kar û xebatên Jineolojî hatibû amadekirin hat nişandan. Bi wê ve girêdayî peyamên hem ji Şengalê û hem jî ji Başur ji bo konferansê hatibû şandin, hatin xwendin.
Piştî sînevizyonê, mijarên weke ‘Bandora sosyo piskolojî a koçberiya bi darê zorê ya li ser jinan’, ‘Mafên me çine, em çiqas dizanin û çiqasî pêktinin’, ‘Hişmendiya zayendî û hezkirina zayendî’, ‘Dahurandina sosyolojîk a dîrokî ya çanda Botanê a bi kilam’, ‘Stûnên demokratbûyîna malbatê’ di navbera komisyonên mijaran û çêkera heyî de hatin nîqaşkirin.
Her wiha piştî nirxandinan, encamnameya ku ji konferansê hatibû amadekirin ji aliyê Endama Komîteya Jineolojî ya Mexmûrê Bahar Tarhan ve hat xwendin.
Di dawiyê de daxuyaniyek girêdayî xebat û encamên konferansê de hate dayîn:
“Jineolojî bingeha zanista azadiya civaknasî ye. Di giştî cîhanê de zanist di pirgirêkên heyî yên civaknasî de, roleke çareserî naleyize di şûna wê pirsgirêkên heyî yên civakê kûrtir û girantir dike. Ger zanistek ne ji bo civakê be û li ser esasê dijî civakê kar bike, civaknasiya azadî pêşnakeve û nikare bibe rêbazên heqîqetê. Zanist bi îdîaya rêbazên heqîqetê derketiye holê. Lê mixabin zanist, di mijara tehlîlkirina Sosyolojiyê de bi rol û berpirsyariyeke zanistî nêzîk nebûye. Jineolojî xwedî îdîaye ku zanista di bin bandoriya desthilatdariyê de ye derbixe û bike malê civakê. Ango weke alternatîf li hemberî zanista Kapîtalîzm ya di bin bandora desthilatdariyê de ye derdikeve pêş û xebatên xwe dimeşîne. Jineolojî ji bo mirovahiya ku di taritiyê de windabuye, derxistina ronahiyê ye.
Bi vê hişmendiya azadiya civakî zanista Jineolojî ya li Mexmûrê kar û xebatên xwe dimeşîne. Jineoloji ya Mexmûrê armanc û hedefên girîng wek lêkolîn, sempozyum, komxebat, perwerde û konferansan lidardixe. Di vê çarçoveya de di dîroka 23-24 Tebaxa 2024 Konferansa yekemîn a Jineolojî ya Mexmûrê bi şîara ‘Bi rêxistinkirina hestê jin û jinbûyînê emê jiyanê ji dagirkeriya zanista desthilatdaran rizgar bikin’ pêk hat.
Biryarên ku di Konferansê de hatin girtin
– Hevpeymanekî me li gorî malbata demokratîk çêbibe.
– Modêla malbata demokratîk divê çawa be divê mîsogertir bibe.
– Divê têkoşîna guhertina malbata demokratîk bê dayîn.
– Zewac jî li ser çi esasê pêk were li gorî wê pîvan bên dayîn.
– Jinek ciwan a ku bixwazibe bizewice divê di aliyê aborî de zemîneke xwe hebe ku bikaribe xwe li ser piyan bihêle, weke şert bê danîn.
– Ji bo kar ne anîna berhemên plastîk kampanyayek bê destpêkirin.”
Konferans piştî xwendina encamnameyê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.
0 Yorumlar