Egîdbûn têkoşîna li dijî zilmê, serhildana li dijî
desthilatdariyê û berxwedana li hember dagirkeriyê ye. Di cîhanek ne wekhevî de
berxwedan û hewildanên azadiyê serîrakirina li beranberê zalim û zilmêye. Belê gelek
xort û jinên çeleng ji bo jiyanek wekhev û welatek azad canê xwe xistin mertal
û bûn firişteyên azadiyê. Li beranberî bê mafî û bê hiquqiya li dijî gelê Kurd dihat
pêkanîn, bûn xwedî têkoşîn û berxwedanek bê hempa. Yek ji van çelengan jî
rêheval Cemîl Tûnç ango Edîp bû ku di sala 1967’an de li gundê Omyanis ya girêdayî
bajarê Sêrtê di nav malbatek welatparêz de çavên xwe li cîhanê vedike. Weke her zarokek welat parêz Heval
Edîp jî bi fîkir û hestê ku Kurdistan mêtîngere û divê ji bo azadbûna vî welatî
têkoşînek bê dayîn tê mezin kirin. Di temenê biçûk te bi naskirina tevgera
azadiyê re dibe evîndarê doza welatê xwe. Ev yek pêşeroja heval Edîp diyar
kiribû. Rêheval Edîp wê di temenê xwe yê ciwanî de bibûya yek ji wan şervanê
fermandarê nemir Rêheval Egîd. Rêheval Edîp bi taybetmendiyên xwe yên pir rengî
bala her kesî dikişand û di hêla her ferdekî de dihat heskirin. Ew xwedî
kesayetek dilnizm, fedekar û wêrek bû. Bi mezinan re mezin bi biçûkan re biçûk
bû. Rêheval Edîp carna zarok, carna ciwan û carna jî wek kesek bi temen dikarî
bû bi herkesî re bide bistîne. Rêheval Edîp kesek jîr û jêhatî bû. Dema karek
bikira mîsoger bi ser dixist. Belê her roja ku derbas dibû têkoşîna zarokên
welatê agir li çiyayên azad, di bin tîrêjên rojê de ronahî geştir dikirin. Ev ronahî dibû hêvî, bawerî û mizgîniya
welatek azad. Ev yek evîna di dilê heval Edîp de mîna deryayan diherikî
okyanûsê, ber bi hêviyên mezin ve diherikî. Dem hatibû divê biketa pay evîna
xwe. Divê wek zarokên welatê xwe di bin dîrêjên ronahiya rojê de bibûya hêvî û bawerî.
Belê sal 1984 bû, Rêhevl Edîp berê hespê xwe zivirandibû çiyayên welatê xwe û bibû
şopdarê fermandarê mezin Rêheval Egîd. Heval
Edîp li gel fermandarê efsanewî Rêheval Egîd dest bi jiyanek nû ya gerîla dike.
Bi tevlêbûna xwe ya fedekar û wêrek dibe mînakek ji bo hevalên xwe yên dozê. Bi
coş, kelecan û helwesta xwe ya sempatîk karî her tim bibe çevkaniya moralê. Rêheval
Edîp di her çalekiyê de di çeperên pêş de pêş digire û bi serkeftinên ku dest
dixe, di çavê dijminê xwe de dibe kelemek. Heval Edîp di çarçoveya bîrdoziya
Rêbertî de di qadên çiyayên welatê xwe de hespê xwe yê azadiyê bi cesaret
dibezand. Bi têkoşîna xwe ya bîryardarî beşdarî çalekiya yekem ya 15’ê Tebaxê
vejîna gelê Kurd dibe. Rêheval Edîp di tevahî jiyana xwe de li ser esasê
welatek serbixwe û azad têdikoşe û di sala 1985’an de li gundê Çirav a girêdayî
Gabar’ê dikeve kemîna dijminê xwînxwar û bi dû hevalên xwe re heta guleya xwe ya
dawiyê şer dikin û tevlî karwanên nemiran dibin. Rêheval Edîp pêşiya ku şehîd
bikeve ji bo malbata xwe wiha dibêje. ‘Em ji bo welatek serbixwe û azad canê
xwe feda dikin, canê xwe dixin mertal, divê hûn jî li ser vê şopê bimeşîn’. Di
rastiyê de ev wesyeta rêheval Edîp ne tenê ji bo malbatê bû, ji bo tevahî gelê
Kurd bû.
0 Yorumlar