Çalakvanên Mexmûrê gotin: “Eger em wek Kurd bixwazin bibin xwedî statû, nasname, ziman, çand û welat, pêwîste em ked bidin. Dema em li dîroka şoreşa xwe meyze dikin, em dibînin destkeftiyên ku me bidestxistîn hemû jî bi berxwedan, ked û bi şehadetê destketiye. Divê ji niha û şûnde jî em hîn zêdetir berxwe bidin daku em bikaribin Rêbertiya xwe azad bikin.”
Xurbet Tallî
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd berê xwe dabû welatên Ewropa, li wir bi plan û komployek navnetewî sala 1999’an tê girtin û radestî Tirkiye tê kirin. Ev 26 salin Rêber Ocelan di zindana Îmraliyê de, di bin şert û mercên herî xirab de tê ragirtin û ev çar salin bi ti awayî agahî jê nayê girtin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan hem li Kurdistanê û hem jî li derveyî welat, çalakiyên cûr be cûr hatin lidarxistin. Li Wargeha Penaberana a Mexmûrê jî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî çalakiya nobetê ji 20’ê Tîrmeha 2023’an ve hatiye destpêkirin û bi biryardariyek xurt didome. Têkildarî tecrîda li ser Rêber Ocalan çalakvanên Mexmûrê ji ajansa me re axivîn.
‘Naxwaze di cîhanê de bibe xwedî statû’
Çalakvanê bi navê Hecî Ziyaniş di destpêka axftinên xwe de silavên xwe ji Rêber Apo, girtiyên zindanan û şervanên azadiyê re pêşkêş kir û wiha peyîvî: “Ev 26 salin Rêber Apo li gireva Îmralî tê ragirtin. Armanca dijmin ewe ku gelê Kurd xilas bike, naxwaze di cîhanê de bibe xwedî statû. Ji bo ku gelê Kurd nebe xwedî destkeftî, di her alî de êriş dikin. Dema mirov lê meyze dike, dibîne ku di van 26 salan de berxwedana ku Serok Apo dike, her wiha girêdana şoreşê ya bi gelê Kurd re, wisa dide nîşanda ku mînakên wiha di cîhanê de pir kêmin. Li rûxmê hemû êrişên dijmin Serokatî dîsa ji bo pêşxistina Kurd û Kurdistanê tişta ku ji destê wî tê dike. Bi dehan pirtûk ji aliyê Serokatî ve hatiye nivîsandin, ev jî ji bo ku gelê Kurd bikaribe xwe çawan rêxistin bike, çawan bikaribe xwe li himberî êrişên dijmin biparêze û hwd.”
‘Hîn zêdetir berxwe bidin’
Hecî Ziyaniş anî ziman ku Serokatî di vê şoreşê de tiştekî xwe yê kesî tineye, hemû jiyana xwe qurbana gelê Kurd kiriye û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Rêbertî ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê li wir dîlgirtiye. Ji bo wê jî divê em wek Kurd li kûderê dibin bila bibin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî ji destê kê çi tê, divê pêkbîne. Eger em wek Kurd bixwazin bibin xwedî statû, nasname, ziman, çand û welat, pêwîste ked bide. Dema em li dîroka şoreşa xwe meyze dikin, em dibînin destkeftiyên ku me bidestxistîn hemû jî bi berxwedan, ked û bi şehadetê bidestketiye. Divê ji niha û şûnde jî em hîn zêdetir berxwe bidin daku em bikaribin Rêbertiya xwe azad bikin. Eger Serokatî azad bibe wê welat jî azad dibe.”
‘Kilîda çaresrkirina pirsgirêkan Rêber Apo ye’
Her wiha çalakvan Ferhan Didêrî jî da zanîn ku armanca çalakiya wan azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye û wiha got: “Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ev demek dirêje em li Mexmûrê di nava çalakiyan de ne. Em êdî na hizirin ka emê kengê agahiyekê ji Rêbertî bigirin, emê dihizirin ka emê çawan Rêbertî fîzîkî azad bikin. Çalakiyên ku heta niha dihat kirin pir lewaz derbaz bûn, em weke Kurdên her çar aliyê Kurdistanê bi taybet Kurdên li Bakur divê em ji bo Serokatî çalakiyên mezin bikin. Em dibînin li dewletên Ewropa, di qada navnetewî de mirovên rewşenbîr, zana, parlementerên ku di konseya Ewropa de cih digirin ji bo azadiya fîzîkî ya Serok Apo xebat dikin. Lê di vir de erka sereke dikeve li ser milê gelê Kurd.”
Herî dawî Ferhan Didêrî ev tişt gotin: “Serok Apo ne tenê Serokê Kurdaye, cîhan bixwaze nexwaze êdî bûye Serokê Rojhilata Navîn. Ji ber ku heta Serokatî azad nebe, ev kirîzên ku li Rojhilata Navîn xilas nabe. Dixwazin Kurdan bi şer xilas bikin, lê Serokatî pêşiya vê yekê girtiye. Îro bi hezaran şervanên Ereb û hemû mesheban hene. Mirov dikare bêje eger di Rojhilata Navîn de ronahiyek, hêviyek hebe, ew jî Serokatiye.”
0 Yorumlar