Li Wargeha Mexmûrê welatparêzê bi navê Kemal Başkalan ku 8’ê Tebaxê li Qeladizê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmekî gerseyîn hat bibîranîn.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) welatparêzê Kurd Fetih Delîbaş (Kemal Başkalan) yê ku 8’ê Tebaxê li Qeladizê di encama krîza dil de jiyana xwe jî dest dabû, bi merasîmekî gerseyîn hat bibîranîn.
Hemwelatiyên bajarê Wanê Fetih Delîbaş yê ku bavê sê zarokan bû, piştî salên dirêj yên xebatên welatparêziyê û her wiha xebatên bi salan yên belavkara rojnameya Ozgur Gundem û Ozgur Halk’ê kir û şûn de, di sala 2022’an de ji ber zilm û zoriya dewleta Tirk neçar dimîne derbazî Wargeha Penaberan a Mexmûrê ya li Başûrê Kurdistanê bibe. Li wargehê jî di nava xebatên saziyan de cihê xwe digire û erkê xwe yê welatparêziyê li wargehê bicih tîne. Ji bo debara jiyan xwe pêkbîne ev demek bû li navçeya Qeladizê karkerî dikir. Fetîh Delîbaş di 8’ê Tebaxê de dema li ser kar bû krîza dil derbaz dike û şehîd dibe.
Merasîma bîranînê li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi amadebûna xelkê wargehê bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê tevahî Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Hevserokê Meclîsa Gel ê Mexmûrê Ehmed Nêrwehî axivî.
Hevserokê Meclîsa Gel ya Mexmûrê Ehmed Nêrwehî di destpêka axaftina xwe de bal kîşand li ser têkoşîna welatparêzên Kurd ku îro bi hemû hêza xwe li hember dagirkeriyê têdikoşin û wiha got: “Welatparêzên mîna Şehîd Kemal di hemû kêliyê jiyan xwe de bi têkoşînê re meşiyan û gihiştin asta şehadetê. Em jî wek hevalên wan soz didin emê heta Rêbertî û Kurdistanek azad li ser şop û rêya wan bi meşîn. Ya ku me bigihîne azadiyê, yekbûn û yekîtiya gelê Kurde. Serê Rêbertî, hevalan, malbat, mirovatî û xelkê amade yê Mexmûrê sax be.”
Her wiha Endamê Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê Hisên Kara jî destnîşan kir ku şehîdên rêya azadiya Kurdistanê, nirxên gelê Kurdin û wiha got: “Hevalê Kemal welatparêzek rast û dirûst bû. Li ser erkê xwe şehîd bû. Heval Kemal ji bo jiyanîkirina pergala Konfederalîzma Netewa Demokratîk û paradîgmaya Rêbertî têkoşîn dikir. Di oxira pêkanîna xeyalên şehîdan de şehîd bû. Em wek xelkê Wargeha Mexmûrê xwe weke malbata hevalê Kemal dibînîn û wî li vir bi minetdarî bibîr tînin.”
Merasîm bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.
Piştî merasîmê li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê serdanên sersaxiyê hata derengiyên şevê hatin kirin.

0 Yorumlar