Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê êrişa dewleta Tirk ya li ser rojnamevanan bi meşek girseyî hat şermezar kirin

Rojnamevan û xelkê wargeha Mexmûrê dijî êrişa dewleta dewleta Tirk ya li ser rojnamevanan a li Silêmaniyê ku di encamê de du rojnamevanên jin gihiştin şahadetê, meşek girseyî lidarxistin.

Rojnamevan û xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo şemezarkirina êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li Silêmaniyê ser rojnamevanên çapemeniya azad ku di encamê de du rojnamevanên jin şehîdbûne, meşek girseyî lidarxistin.

Meş di bin pêşengiya rojnamevanên Mexmûrê de hat organîzekirin. Meşê li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir û heta ber avahiya Neteweyên Yekbûyî NY domand. Piştî ku gihiştin ber avahîya NY’ê li wir daxuyaniyek ji aliyê Rojnamevan Bêrîvan Tûnç ve hat dayîn.

Bêrîvan Tûnç di destpêka axaftinên xwe de sersaxî ji bo malbatên şehîdan û ji birîndaran re jî şîfaya xêrê xwest û wiha got: “Wek tê zanîn îro di demjimêrên nîvro de carek din dewleta Tirk êrişekî hovane li ser rojnamevanên Kurd yên ku li ser şopa heqîqetê dimeşin, pêkanîn. Bê guman em dizanin ev ne êrişa destpêkê ye û nabe ya dawî jî, her wiha îro salvegera êrişa dewleta Tirk ya ku li Qamişlo li ser endamên çapemeniyê ya Jin Tv hatî kirine.

Di heman rojê de ango di salvegera wê de carek din dewleta Tirk êrişî rojnamevanên jin kirin, em van êrişên dewleta Tirk û bêdengiya hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Iraqê, her wiha hemû hêzên ku di cîhanê de dibêjin em mafê mirovan diparêzin bi tûndî şermezar dikin. Em weke endamên çapemeniyê dibêjin çi êriş tên bila bên, çawan êriş dikin bila bikin em ti carî li beranberî êrişên wan yên ku her kêlî li ser çapemeniyên me û hevalên me yên rojnamevan dikin serî natewînin.

Li Başûrê Kurdistanê êrişek ya bi hevkariya Mala Barzan tê kirin sînor derbaz kirine, em ji van êrişan re nabêjin hevkarî û xiyanet, dijminahiya Mala Barzan ya ku kêlî bi kêlî xaka Başûrê Kurdistanê tê pêkanîn, dibe sedem ku hevalên me yên rojnamevan bên qetilkirin û heqîqet di tarîtiyê de bimîne. Lê em wek endamên çapemeniya azad ticarî em bêdeng namînin û emê her roj pênûs û kameraya hevalên xwe yên rojnamevan ku di oxira heqîqetê de nîvço mayî emê bigihînîn serkeftinê.”

Meş bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar