Ticker

10/recent/ticker-posts

Çalakiya li Mexmûrê ji aliyê Çand û Hunerê ve hate dewirgirtin

Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku ji bo şikandina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin di roja 397’an de ji aliyê endamên Komîteya Çand û Hunerê ya Wargeha Mexmûrê ve hate dewirgirtin.


Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’yan de ji bo şikandina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 397’an de bi koma 78’an didome.

Merasîma dewrgirtina li saziya Malbata Şehîdan a Mexmurê bi deqeyekî rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 77’an Qedrî Şirîşeyî axivî û di serî de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tundî şermezar kir.

‘Kurd û dostên Kurdan di çalakiyê de ne’

Şirîşeyî berxwedana gelê Kurd a li dijî tecrîdê silav kir û wiha axivî: “Em di serî de tecrîd û êşkenceya li ser Rêber Apo bi tûndî şermezar dikin. Tecrîda li ser Rêber Apo derbasî qonaxekî nû bûye. Ev tecrîd li ser civaka Kurd tê pêkanînîn. Gelê Kurd û dostên Kurdan, bi hev re di nava liv û tevgerê de ne û dixwazin demildest tecrîd bê şikandin. Em jî wek xelkê wargehê di çalakiya nobetê de ne.”

‘Dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bûye çavkaniya azadiyê’

Her wiha Qedrî Şirîşeyî bal kişand li ser belavbûna fikrên Rêber Apo û axaftinên xwe wiha domand: “Civaka Mexmûrê ji roja destpêkê heta niha têkoşîna xwe daye meşandin û xwedî seknekî ye. Ji bo wê jî em dibêjin, heta ku tecrîd neyê şikandin, wê aştî û aramî çênebe. Fikir û felsefa Rêber Apo li her derê cîhanê belavbûye û niha li Hindistanê di bin diruşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ de serhildanek detspê kiriye. Ev dirûşmeya Rêber Apo niha çavkaniya hemû gelane. Emê bigihijin azadiyê û ev yek teqeze.”

Piştî daxuyaniyê, çalakî bi dirûşmeyên, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Berxwedana Îmraliyê’ dewrî koma 78’an ango endamên Komîteya Çand û Hunerê ya Wargeha Mexmûrê hate kirin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar