Dayîkên vî welatî bi qasî vê axê bi hêz û bedewin. Ji bo vê jî dijminên vê axê di her kêliya jiyanê de baskê wan şikandin û ew derbederî cîhanê kirin. Li rûxmê hemû zorî, zehmetî û êşkenceyan jî wan di xeta têkoşîna xwe ya jiyanê de israr kirin û bûn nimûneya jiyana berxwedêr ya penabertiyê. Dayîka Xerîc Golkalp ya ku 51 saliye li Gundê Feqan ya ser bi Şirnexê ji dayîk dibe. Di kêliyên rêwîtiya ber bi zozanan ve di nava têrên li ser pişta dewaran de rêwîtiyên xweş derbaz dike. Bi pêlîstokên xwezayî yên ji dar, hirî û keviran çêdikirin heta êvarê di nav mêrg û zozanan de dilîstin. Zarokatiyek xweş di nava jiyana zozan û koçerî de derbaz dike. Mîna hemû zarokên keç yên Kurd malbat nahêle dibistanê bixwîne.
Dayîka
Xerîc Gokalp wan kêliyên jiyana xwe bibîrdixe û wiha qala wê pêvajoya jiyana
xwe dike: “Dema em gihiştîn temenê xwe yê ciwantî, me hemû karê malê û karê
çolê dikir. Geh em li bêrî bûn, geh li giya dirûtinê bûn, geh jî koçeriyê bûn.
Di sala 1990’an de dema em ji zozana daketîn xwarê ji ber têkiliyê malbatê bi
rêxistinê re hebû cerdevanan gundê me şewitandin. Em wê zivistanê derbazî Bajarê
Cizîrê bûn. Em demek li Cizîrê man, pismamek yê min jî ji ber xwendinê li gel
me dima. Dewletê di Newroza 1992’an êrişî gel kirin. Ez û bavê xwe ji pey
birayê min çûn. Bavê min birayê min dît û jêre got: ‘Xwe veşêre.’ Dema em
zivirîn ku emê ber bi malê ve biçin, pismamê min li ber derî rastî êrişa
panzêrê hat, giran birîndar bû û piştî 16 rojan jiyana xwe ji dest da. Me
jiyanek zehmet û bi êş derbaz kir. Min
ji zilamek zewicî hezkir û min xwest li gel wî bizewicim. Malbata min li dijî
min derket, dayîka min gelek nifrîn li min kir, lê min bi ya xwe kir.”
Dayîka
Xerîc Gokalp di berdewamiya gotinên xwe de daxuyakirin ku ji ber zilma dewleta
Tirk ti xweşî bi xwe nedîtin û wiha pêde çû: “Rojek piştî nîşana min, dijmin
ser mala me de girt demanceya birayê min di mal de bû, min xist piziya xwe.
Dema xwestin biyarê min ji mal derbixin min pêşiya leşkeran girt, ez jî desteser
kirim. Qûntaxa demancê li serê min û birayê min xistin, em di nava xwînê de
man. Çavê me girêdan û em birin nexweşxanê û ji wir jî derbazî girtîgehê kirin.
12 rojan ez di girtîgehê de mam. Got; ev çeka birayê teye, birayê te li ser xwe
daye, lê min ev yek ne pejirand. Min got; min ev çek li ber ava Dîcleyê dîtiye
ez nizanim ya kê ye. Her roj birayê min êşkence dikirin. Rojekê min di korîdorê
de birayê xwe tazî û hilwistî dît. Ev yek gelek ez êşandim. Ez di hucreyek yek kesî
de dihatim girtin, germahiyek zêde hebû ev jî bi serê xwe êşkence bû. Piştî 12 roja
ez darizandim û berdan. Ez ji wir jî derbazî gundek yê Cizîrê bûm. Piştî demekî
kurt ez zewicîm. Ji ber ku hevjînê min jî xebatên rêxistinê dikir, rastî zextên
dijimin dihat û em neçarî penaberiyê bûn. Em di rêya penaberiyê de rastî êrişa
topan hatin. Ji derveyî zoriyên di hatin jiyan kirin, xerîbiya malbat û derketina
ji gund û bajarên xwe ez gelek di êşandim. Lê cardin jî me gav şûnde ne avêt.”
Dayîka
Xerîc di dawiya gotinên xwe de diyar dike ku jiyana penabertiyê bingehê jiyana
wan ya berxwedaniyê ye û wiha dibeje: “Di nava salekê de me penabertî li ser
penabertiyê jiyan kir. Li kêleka wê jî êrişên PDK û dewleta Tirk li ser me zêde
dibûn. Her cihê ku em diçûnê, me avadikir û bi destê me didan xirab kirin û me
penaber dikirin. Ez di ambargoya 1995’an de dûcanî bûm û nehêlan kulmek xwê jî
derbazî wargehê bibe. Me bi nanê hişk û berûyan xwe li ser lingan digirt.
Birsîtiya me zora me nediçû, lê xiyaneta PDK’ê gelek û gelek li zora me diçû, ji
ber ku me di got ew Kurdin. Li Etrûş û Nînûvayê bi dehan kes qetilkirin û berê
me dan dijminê Kurdan Seddam Hisên. Em vê êşê ti caran ji bîrnakin û nadin ji
bîr kirin. Berê me dan çola Mexmûrê û niha li vir jî destê xwe ji me nakişînin.
Li rûxmê hemû êşan jî me rûmeta xwe parast û emê bi parêzin jî.”
0 Yorumlar