Ticker

10/recent/ticker-posts

Çalakvanê Siyasî: Hevkarıya bi dagirkeran re qirkirina netewa Kurde!

 Çalakvanê siyasî yê Navçeya Mexmûrê Mehemed Hemîd li ser armanca dewleta Tirk û bêdengiya beramber de got: “Ji ber dagirkeriyê, metirsiyek mezin li ser Kurdan heye. Armanca dagirkeran girtina Mûsil û Kerkûkê ye. Divê dagirkerî neyê qebulkirin, hevkariya bi dagirkeran re, qirkirina netewa Kurde.”

Armanc Herekol

Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê her ku diçe dagirkerî û êrişên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê berfirehtir dike. Tevî ku rojane gund û navçeyên niştecihbûnê ji aliyê balefirên dewleta Tirk a dagirker ve bi dijwarî tên bombebarankirin, welatî tê şehîdxistin û gund têne valekirin jî, ne hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê û ne jî hikûmeta Iraqê bertek û helwestekî rabernekirine.

Yek ji çalakvanê siyasî yê Navçeya Mexmûrê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê Mehemed Hemîd têkildarî dagirkeriyê û bê helwestiya heyî ji ajansa me re axivî û bang li gelê Başûr kir da ku li hember dagirkerî û hevkariyê nemînin bê helwest.

‘Metirsî li ser pêşeroja Başûr heye’

Mehemed di destpêka axaftinên xwe de da zanîn ku niha Kurdistan û taybet jî Başûrê Kurdistanê di rewşek aloz deye, her wiha ne bi tenduriste û wiha got: “Metirsiyek mezin li ser pêşeroja Kurdistanê heye. Ji raperîna 1991’an ve, metirsiya dewleta Tirk a dagirker, li ser Başûrê Kurdistanê heye. Taybet jî li ser herêma Behdînan heye. Dewleta Tirk dixwaze, bi navê herêmekî tampon, xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike. Ev yek jî metirsiyek mezine li ser destkeftiyên gelê Başûrê Kurdistanê. Gelê Başûr ji ber vê dagirkeriyê di nava tirsek mezin de jiyan dike. Weke tê xwestin dengekî ya nerazîbûnê nîne. Heta niha jî gelê Kurd nekariye yekitiya xwe avabike. Her wiha nekarîne çalakiyên demokratîk li dar bixin. Sedema nebûna yekitiya Kurdan û nebûna bertekan, pirsgirêkên siyasî ne.”

‘Li dijî dagirkeriyê bibin yek’

Mehemed Hemîd destnîşan kir ku Başûrê Kurdistanê di nava pirsgirêkên siyasî û aborî de difetise û wiha behs kir: “Başûrê Kurdistan ji ber pirsgirêkên siyasî, di hêla aborî û rêvebirinê de rewşekî xeter jiyan dike. Ev yek jî dagirkirina Başûrê Kurdistanê, hêsan dike. Divê niha hemû partiyên siyasî li dijî dagirkeriyê xwedî heman helwestêbûna. Ger em bi leşkerî li hember dagirkeran neyên jî, divê em bi yekitiya xwe û bi çalakiyên demokratîk li dijî dagirkeriyê bibin yek. Herî kêm jî divê daxuyaniyek an jî raporek ya nerazîbûnê li hember vê dagirkeriyê ji bo Neteweyên Yekbûyî bê dayîn. Ev parçebûna Kurdan wisa lê kiriye ku gel jî êdî tenê temaşe dike û bêdeng dimîne. Aliyên siyasî û siyasetmedarên Kurd, divê li hember partiyên ku li ji dagirkeriyê re bêdeng dimînin, bibin xwedî helwest. Her wiha partiyên xwe li dijî dagirkeriyê rakin.”

‘Dixwazin Mûsil û Kerkûkê bigirin’

Di derbarê xeyalên dewleta Tirk a dagirkirina Başûr de Mehemed Hemîd wiha axivî: “Dewleta Tirk ji berê ve dixwaze Başûr dagir bike, ev yek jî zelal û eşkere ye. Dagirkirina Başûrê Kurdistanê gelek hêsan kirine, ji ber ku helwestek li dijî vê dagirkeriyê ji aliyê hikumetê ve tûne ye. Divê helwetek zelal ya Kongreya Netewî ya Kurd li hember vê dagirkeriyê hebe. Dem hatiye ku êdî Kongreya Netewî bi hemû aliyên siyasî re rûne û çareseriyek peyda bibe. Armanca dewleta Tirk ne PKK ye, tenê armanca wê dagirkirina Başûre. Plana wan a Misaqî Millî di dewrê de ye û dixwazin Mûsil û Kerkûk bigirin.”

‘Yekitiyê çêbikin’

Herî dawî çalakvanê siyasî yê Navçeya Mexmûrê Mehemed Hemîd bang li aliyên siyasî kir da ku bêdengiya xwe bişkînin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Kesên ku hevkariya dewleta Tirk dikin, divê dîroka serhildanên Kurdan ji bîr nekin. Nayê qebulkirin ku ti partiyên siyasî hevkariya dagirkeriyê bikin. Hevkariya bi dagirkeriyê re karesate, xwekuştinekî siyasî ya netewa Kurde. Em dixwazin yekitiya Kurdan hebe. Em dest ji van nakokiyan berdin û destê hevdu bigirin. Ez bang dikim, bi hev re em xwedî li Kurdistanê derbikevin û xaka xwe biparêzin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar