Li ser vê axa ku mirovahî li ser cih û war buyî bedelên pir giranbiha hatine dayîn. Her bostek ya vê xakê bi destanên şoreşgerî tijî ne. Bi hezaran destan li ser hatine vegotin, bi hezaran serhildan li ser rabûne û berxwedaniyên dîrokî hatine meşandin. Qehremaniya keç û xortên vê xakê li ser zimanê rûpelên dîrokê bi hibra ji xwînê hatiye nivîsîn. Belê pîroziya herî binirx ya xaka Kurdistanê xwîna cangoriyên azadiyê ye. Xwîna ciwanên vê xakê ku ji bo azadiya welatê xwe bi berxwedanî şer kirine, xuhdan û ked dane. Yek ji van qehremanan jî Rêheval Ferhad Sîdar ango Şahîn Gabar e ku di sala 1991 de li Silopî di nava malbatek walatparêz de çavên xwe li cîhanê vedike. Malbata rêheval Şahîn ji Gundikê Melê ya li ser bajarê Şirnexê ye. Gundikê Melê di quntara çiyayê Besta di singê çiyayê Cûdî de ye. Di navbera herdû çiyayan de wek pirekê ye. Di sala 1992 de weke her gundekî Kurdan, Gundikê Melê jî di bin zext û zordariya dijmin de jiyana xwe derbas dikirin. Pir cara dijmin gundiyan li meydana gund kom dikir û êrişên dijmirovatî û bê exlaqî dikin. Malbata heval Şahîn ji ber êrişên dijmin neçar dimînin ku koçÎ Silopiya bibin. Heval Şahîn ku li Silopî hatiye dinê, di nava malbatek welatparez, li ser esasê naskirina kedê, bi girêdanbûna axê û bi dilsoziya şoreşê re tê mezin kirin. Wek her zarokekî bi qasî kêfxweşî û xweşikbûna jiyanê, êş û kedara jiyanê jî zû nasdike.
Dibistanê heta navîn dixwîne her çendî di xwandina xwe de
zîrek û serkeftî be jî, lê her ku Tevgera Azadiyê nas dike, dikeve farqa
pergala dijmin a ku mirovan ji cewher û xwebûna wê dûrdixîne. Ji ber vê yekê jî
dest ji dibistanê berdide. Rêheval Şahîn
di zarokatiya xwe de xwedî keseyatek dilnizim, fedekar û xêrxwaz bû. Di nav
ferdên malbêtê de, kesê ku alîkarî dide dayîk û birayê xwe bû. Hê di temenê
zarokatiyê de, di nav wî dilê xwe yê biçûk de li beranberî dijmin kînek mezin
dihewand. Her ku mezin dibû bi naskirina dijmin re ev kîn mezintir dibe û gavek
ber bi azadiyê ve davît. Dema birayê wi yê mezin tevlî Tevgera Azadiyê dibe, ew
jî dixwaze tevlî bibe lê ji ber ku temenê wî biçûke heval wî tevlî nakin û di
tevgera ciwanan de cih digre. Her karê
ku dikeve ser milê wî bi dilsozî bi cîh dîne. Wek ciwanek pêşenk di nav
çalekiyên civakî de cih digre û dema ku çalekî derdixînin bîrîndar dibe. Rêheval
Şahîn her çendî di nav karê ciwanan de erkê xwe pêkdanî jî lê ji bo tolhildana xwe
ya ji dijmin têrker nedidît. Li ser vî esasî di sala 2014 de berê xwe dide çiyayên
azad û derbazî herêma Cûdî dibe. Di demek kin de derbazî Kobanê dibe û di pêvajoya
şerê Kobanê de di çeperên pêş de cih digre. Piştî wî carek din vedigere Cûdî û
ji wir jî derbazî Silopiya nav şerê Rêveberiya Xweser ya YPS’ê dibe. Rêheval
Şahîn di demek kin de dibe xwedî tecrûbeyên mezin. Li ser esasê xeta bîrdoziya
Rêbertî, bicihanîna xeta milîtaniya Apoyî, di her xebatê de hewl dida ku erka
xwe bicih bîne. Hem di alyê ruhê xwe yê hevaltiyê de û hem jî di aliyê
parastina civakê de şoreşgerekî ku xwe bi felsefa Rêbertî re û bi Rêxistinê re
kiribû yek. Heta dawiyê di nav vê pêvajoyê de cih digre, bi çalekiyên xwe yê bê
hempa tirsek dixe dilê dijmin. Heval Şahîn di nava vî şerî de bi caran bîrîndar
dibe.
Di nava vê pêvajoyê
de Rêheval Şahîn bi berpirsariyek mezin û bi fedekariyek bê hempa dema dijmin
herçar aliyê wan dorpêç dike ji bo hevalên xwe rizgarbike, derdikev ji derve û bi
tanzrê re rû bi rû dimîne. Bi cesaretek mezin bi qilêşa destê xwe li hemberî
tanzêrê şer dike. Dijminê xayîn ji pişt ve lêdixe û carek din bîrîndar dibe.
Heval Şahîn ji bo nekeve destê dijmin heta siharê bi çepelûka xwe rêzgar dike. Cihê
ku xwe vedişêre dijmin jî di heman cihî de cihê xwe çikiriye. Bi rojan bi birîndarî
li wir dimîne. Piştî ku qedexe ser bajêr radibe rêhevalên wî, wî ji wir rêzgar
dikin û ji bo tedawiyê derbazî Rojavayê Kurdistan dikin. Piştî tedawiya xwe derbazî Heftanîn dibe. Rêheval
Şahîn li ser esasê heqîqetê, bi têkoşîna xwe ya bê hempa ji bo her hevalekî xwe
dibe mînakek jiyana rast. Rêheval Şahîn di sala 2016 de carek din vedigere Cûdî.
Di sala 2019 de Heval Şahîn bi dû hevalên xwe re dema ji bo karekê diçin qontara
Cûdî gundê Şivesor, dikevin dorpêça dijmin û li dijî dijmin heta guleyên xwe
yên dawî bi fedakarî şer dikin û bi dû hevalê xwe re tevlî karwanên
nemiran dibe.
0 Yorumlar