Ticker

10/recent/ticker-posts

HETA KÊLIYA DAWÎ YA JIYANA XWE JÎ BEDEWIYÊ NIVÎSÎ

 


Nivîsandina rêhevalên weke Denîz hem erkeke, hem jî cesaret dixwaze. Ji ber ditirsim nekarim kesayeta wê ya pir alî, jêhatî, mirovhez û afirîner vebêjim…Lê ew bixwe li beramber rêhevalên xwe yên şehîd gelek hişyar û xwedî berpirsyarbû. Lewma nikarim heqê wê bidimê jî, çend peyv ji bo salvegera şahadeta wê bêjim.

Hevala Denîz di temenekî biçûk de ji ber êrişên dijmin û terora dewleta Tirk li gel malbata xwe koç dike, derbederî dijî ji van zehmetiyan bihêz derdikeve. Ev zehmetî wê pir alî û bihêz dike. Feylesûf û zanyarê navdar Nietszche dibêje , ‘Tişta nekuje, bihêz dike’. Ji ber vê zehmetî, êş, qutbûn, şer û derbederî bûn akademî û dibistana herî mezin ji bo hevala Denîz xwe bigihîniyê. Ew di dibistana PKK’ê ya jiyanê de pijiya û mezûn bû. Tevî ku di temeneke biçûk de tevlî bû, ji derfetên xwendinê bêpar ma, dema tevlî gerîla dibe hemû pêvajoyên şer û zehmet de dijî, xwendin û nivîsandina xwe pêşdixe, asta xwe ya entellektûel pêşdixe. Roja wê çiqas tijîba, barê wê çiqas giranba, berpirsyariyên wê çi dibû bila bibe, heval Denîz ji nivîsandina rojnivîskên xwe tawîz nedida. Bi vî awayî dida nîşan ku kesayetek bidisîplîn, dizanî çi dike û wê çi bike bû. Rojnivîska wê ne teknîkîbû, aliyê xwe yê wêjeyî, felsefî li pêş bû. Destnivîsa wê jî gelek xweşbû. Dixwazim naskirina xwe ya bi hevala Denîz re bi yek, dû hevokan bibîr bixim. Min hevala Denîz nû nû nas dikir, tevî temenê xwe yê biçûk jêhatîbûna wê ya di jiyanê de, bi rêk û pêk bûna wê, nermbûna xwe ya di rêveberî û jiyanê de, xwe dayîna guhdarîkirin û herkesê bi awayeke dadperwerane himbêzkirina wê bala min dikişand. Ev kesayeta wê bala herkesê ku wê nû nas dike dikişand. Helbet mirov hevala Denîz her nas dikir, zêdetir hez dikir û her roj taybetmendiyeke wê ya nazik û zirav nas dikir. Rojek min rojnivîskek li ser mêze dît, lê min nezanî ya kê ye. Destnivîsa wê ya xweş bala min kişandibû. Dema min hinek xwend, weke pirtûkekî bixwînim pêde çûm û paşê min ferq kir ne pirtûke, rojnivîska wê ye, min danî. Paşê min pirs kir, got ev defter ya kîjan hevalê ye, heval gotin ya heval Denîz e. Ji min re gelek ecêp hatibû. Ji ber min dizanî hevala Denîz di temeneke zarok de û di pêvajoya şer de tevlî tevgerê dibe, çawa kariye ewqas xwe bigihîne û pêşbixe! Ev yek hezkirina min a bi heval Denîz re û sempatiya min a jêre zêdetir kir. Ez îqna bûm eger mirov tiştek bixwaze ti şert û merc nikare bibe asteng.

Heval Denîz hem karûbarên rojane baş rêxistin dikir, rêve dibir, hem derfetên xwe perwerdekirinê dafirand, hem jî rojên xwe yên dîrokî ku wateyên mezin lê bar dikir û dizanî li kûderê dijî û çima dijî, hemû belge dikir. Weke nivîskareke gêrîla kar dikir. Ne tenê xwe, jiyana gêrîla û hevalên xwe jî dinivîsand. Cîhana wê ya dewlemend, zirav û tijî hest di nivîsên wê de bi rehetî dikarî were dîtin. Helbet piştî min nivîsên wê xwend sempatiya min zêdetir jêre çêbû. Ji ber rojnivîskên mirov cîhana herî rast a mirove, bê derewe û safe.

Ji nivîsandina rojnivîskan hevala Denîz berbi ragihandina azad ve û rojnamevaniyê ve gav avêt. Ev rojnivîskên wê bû bingeh jêre ji bo bibe rojnamevaneke xurt a pir alî. Hem pênûsa wê xurt bû, hem kameraya wê, hem jî weke endameke ragihandina azad karî bibe nimûneyeke baş di ragihandina jin de. Bingeha xwe ya rojnamevaniya jin ji ‘Tanriça Zîlan’ girt, li ser wê hîmê di ragihandina azad be bû stêrkek qet venamir e.

Bêrîtan Zagros

 

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar