Ticker

10/recent/ticker-posts

Bandorên bikaranîna telefon, I-pod, tablet a li ser laşê zarokan


Zarokên ku hemû rojan demjimêrên dirêj bi telefon, I-pod yan jî tablet dilîzin bi metirsiyên cûr be cûr re rû bi rû dimînin. Di çavên zarokên ku demdirêjên dirêj nêzîk temaşe dike de, lewazbûna dîtinê pêş dikev. Zarokên ku bi radiyasyona wan cihazan re rû bi rû dimîne, dibe sedema mutasyon di şaniyên laş de pençeşêr û nexweşiyên wek qisirbûn çêbibe.

Zarokên ku demên dirêj bi telefonê dilîze û tevger nake. Dijberî vê divê zarok di pêvajoya mezinbûnê de xwedî tevgerek zêde be da ku pişe, dil, masûlke û hestiyên wê/î bi hêz bibin. Lê ji ber ku zarok nameşe û baznade herikîna xwîna wî/ê jî lewaz dimîne. Lewazbûna herikîna xwînê dikare bibe sedema lewazbûna pergala parastina laş. Ji ber kêmbûna tevgerandina zarok sînyalên tevgera laş jî kêm ber bi mejî diçin û zindîbûna mêjî lewaz dibe. Ji ber mejî ji hêla pergala dijîtal ve tê bombebarankirin guhertinên cidî di hişmendiya zarokan de çêdibe. Zarok fêrî xuliqkarî nabe. Ji ber ku hemû tişt amade li ser tableta xwe dibîne, dibe takekesekî ku tenê dizane xerç bike. Mirov di zarokatiya xwe de herî zêde di fikire. Lê ji ber ku zarokên vê serdemê bersiva hemû pirsên xwe li ser torên medya dijîtal dibînin pêwîstî bi fikarandinê nabîne û ya herî girîng jî rastiya van bersivan jî lêpirsîn nake. Ev yek jî li hemberî mezinbûn û pêşketina zarokan xeteriyeke mezin ya jiyanê ye.

Zarokên ku demên dirêj bi tablet û mobil dilîzin, piranî jiyana tenêtiyê di hilbijêrin, bi zarokên din re nalîzin, zêde naxivin, ji civaka xwe dûr dimîne û neyênî (asabî) dibe. Zarokên wiha nikarin hevaltî bi zarokên din re bikin.

Piranî ji bo zarok bêdeng bimîne, negrî yan jî zêde peywendîdarbûna dayîka xwe nexwaze ev mobîl jêre tê dayîn. Lê bi demê re ev bê eleqaderbûna dayîkê ya li hemberî zarokê xwe dibe sedema çêbûna pirsgirêkên derûnî û dûrketina zarok ya ji cewherê xwe. Bi teybetî dema dayîk û bav ji bernameyên parastina zarokan ne agahdarbin, kanalên ku wehşiyeta DAIŞ nîşan dike yan jî bernameyên porno dikarin bandorên xerab ser derûniya zarokan bike. 

Belê mirov dikare ji dijîtal medya gelek tişt fêr bibe û agahiyên girîng jê bigre. Lê divê mirov pir bi zanebûn pêre kar bike da ku mirov sûd jê digre. Ji bo medya dijîtal bandorên neyînî ser kesayet avaneke, mirov çi qas kêm pê mijûl bibe ew qas başe. Lê wek em hemû jî dizanîn zarok ne di ferqa ziyanên medya dijîtal de ne. Pêwîst dike malbat di vî alî de bi zarokê xwe re bibin alîkar û nehêlin

demjimêrên dirêj zarok li ser telefon û bernameyên medya dijîtal bimînin.

 Dr Medya

 

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar