Ticker

10/recent/ticker-posts

‘Qada hewayî bigirin’

Mamosta û xwendevanên Wargeha Penaberan a Mexmûrê, dijî êrişên balafirên dewleta Tirk ên li ser Wargeha Mexmûrê ev bang kirin: “Ji ber êrişên ser wargehê û bê navber gerîna balafirên bê mirov ên dewleta Tirk, derûniya zarokan têk çûye. Divê demildest NY û Iraq xwedî li me derbikevin û qada hewayî ji dewleta Tirk re bigirin.”


Her roj bê navber balafirên bê mirov û kefşê yên dewleta Tirk li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) digerin. Heta niha bi dehan caran jî êriş pêk anîne û ji ber qurbanî çêbûne. Herî dawî di 29’ê Tebaxê de bi balafirên bê mirov şêniyê bi navê Ebûzêd Abdullah Abid li ber derê mala xwe hate şehîd xistin. Êrişên li ser wargehê yekser bandoriyê li ser derûniya zarokên wargehê çêdike.

Têkildarî bandora êrişên li ser wargehê, Mamosta û xwendevanên Wargeha Mexmûrê ji ajansa me re axivîn.

‘Derûniya zarokan têk çûye’

Mamosta Şirîn Çetîn êrişên li ser tevahî Kurdistanê bi tûndî şermezar kir û got: “Mixabin dema ku êrişek li ser wargehê çêdibe, yan jî dema dengê balafirên bê mirov ên dewleta Tirk tê, zarokên me pê bandor dibin. Derûniya zarokan têk çûye. Gelek caran dema ku zarok ji waneyên xwe derdikevin dibezin ber televîzyonê ka çi nûçeyên lezgîn hene. Ev yek bi serê xwe xeteriyeke ji zarokan re. Aliyekî rêgirî heye, aliyekî êrişên balafirên û aliyekî de jî karanîna çekên kîmyawî bandorekî xeter li ser zarokên wargehê çêdike. Wisa lê hatiye ku dema deriyê dibistanê dengek mezin jê tê, xwendevan dibezin derdikevin. Xeterî li ser dibistanên me jî hene, ji ber ku ev dewlet barbar e. Ne diyare, yên ku dayîk û bavên van zarokan qetil bike, wê rojekî dibistanan jî bombebaran bike. Malbat jî ji me re rewşa zarokên xwe dibêjin û tînin ziman ku derûniya wan têk diçe. Li ser vê yekê em bang li tevahî sazî û dezgehên mafên mirovan, NY û Iraqê dikin, demildest qada hewayî ji dewleta Tirk re bigirin û bese me bidin kuştin. Êrişkirina wargehê perçiqandina rûmeta NY’ye.”

‘Dijî qetilkirina me derbikevin’

Her wiha xwendevana bi navê Qeder Apaydin jî tirsa xwe ya ji ber êrişên dewleta Tirk wiha anî ziman: “Em ji ber balafirên dewleta Tirk gelek ditirsin. Ji ber ku êrişî wargeha me dikin. Rojane em dengê balafirên bê mirov ên dewleta Tirk dibihîsin û ji ber dengê wan derûniya me têk çûye. Em wek zarokên Mexmûrê ji van êrişan pir bandor dibin. Em hertim dibêjin vê carê wê kûderê bide û wê kî şehîd bibe. Em ditirsin, ji ber ku gelek caran êriş kirine û şehîd çêbûne. Em tên dibistanê, lê hertim firka me li ser êrişan e, em dibêjin wê rojekî li dibistanê bixin yan jî wê malbatên me bixin. Em bang li tevahî kesên xwedî wijdan dikin, ji bo ku dijî qetilkirina me derbikevin.”

‘Divê Iraq û NY balafirên dewleta Tirk rawestînin’

Xwendevanê bi navê Egîd Kaplan jî wiha axivî: “Wek zarokên wargehê em hertim ji êrişan re amadene, ji ber ku bi dehan caran êrişî wargeha me kirine. Em ji dibistana xwe ditirsin, ji ber ku em dibêjin kesên kîmyasalê bikar bînin, wê me hemûyan qetil bikin. Ez bang li tevahî dewletan, NY û Iraqê dikim, qada hewayî ji dewleta Tirk re bigirin.”

Êrişên heta niha Tirkiyeyê li ser Mexmûrê pêkanîne:

6’ê Kanûna 2017’an balafirên şer ên artêşa Tirk Mexmûr bombebaran kir û di êrîşê de 5 welatiyên Wargehê yên bi navê Bager Boran, Botan Amed, Çekdar Mawa, Dewran Mardîn û Baz Dijwar şehîd bibûn.

13’yê Kanûna 2018’an balafirên şer ên Tirk bombe li penaberên Mexmûrê barandin û sivîlên bi navê Asya Elî Mihemed a 73 salî keça wê Narinç Ferhan Qasim a 26 salî, neviya wê ya 14 salî Evîn Kawa Mehmûd û Eylem Mihemed Emer a 23 salî şehîd bibûn.

Di 18’ê Tîrmeha 2019’an de balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk, wargeh bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 2 şêniyên wargehê bi sivikî birîndar bûn.

Di 15’ê Nîsanê 2020’’an de balafirên keşfê yên biçek yên dewleta Tirk a dagirker wargeha Mexmûrê bombebaran kirin. Di vê êrîşê de 3 jinên ciwan şehîd bûn.

Di 15’ê Hezîra 2020’an de balafirên şer ên dewleta Tirk derdora Wargeha Şehîd Rûstme Cûdî (Mexmûr) Çiyayê Qereçox û devera Miştenûr bi dijwarî bombebaran kirin. Ti ziyana canî çênebe.

Di 5’ê Gulana 2021’an de dewleta Tirk bi balafirên bêmirov êrişî Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) kir.

Di 3’yê Îlonê de dewleta Tirk a dagirker bi balafira bêmirov navenda Mexmûr bombebaran dikir. Di encamê de dayikek û zarokek birîndar bûn. Ziyana madî li malên derdor bûn.

Di 1’ê Sibata 2022’yan de balafirên şer bi awayek dijwar Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bombebaran kirin. Di encamê de 2 endamên Hêzên Parastina Cewherî şehîd bûn. Gelek kes birîndar bûn.

Di 21’ê Gulana 2022’yan de li navenda Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji aliyê balafirek bê mirov a bi çek ve wesayîtek hate bombebarankirin. Di bombebaranê de welatiyê bi navê Hecî Mîrza Elî jiyana xwe ji dest da.

Di 5’ê Tîrmehê de 2022’yan de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li dijî malekê êrişa hawayî ji aliyê balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk ve pêk hat. Di encamê de kesek birîndar bû. Hinek kes jê bandor bûn.

Di 29’ê Tebaxê de balafirek bê mirov a bi çek a dawleta Tirk a dagirker li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) malek bombebaran kir. Di encamê de welatiyê bi navê Ebûzêt Abdullah Dêrhînî yê bavê 6 zarokan şehîd bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar