Hemwelatiyên wargeha Mexmûrê biryara Iraqê ya girtina partiyên civakî û siyasî ya Şengal û Başûrê Kurdistanê PADÊ, Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê û Tevgera Azadî, bi meşekî girseyî şermezar kirin.
Hemwelatîyên wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) biryara Iraqê ya girtina partiyên civakî û siyasî ya Şengal û Başûrê Kurdistanê PADÊ, Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê û Tevgera Azadî, bi meşekî girseyî şermezarkirin.
Bi kombûna xelkê wargehê ya li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan ji bo şermezarkirina biryara Iraqê ya girtina PADÊ, Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê û Tevgera Azadî bi pêşengtiya meclîsa Îştar meşekî girseyî hat destpêkirin. Di meşê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin bilindkirin her wiha di dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedan Şengalê, Bijî Serok Apo û hwd hatin qêrîn. Meş heta ber parka Şehîd Aryen Cûdî domand. Li ber parkê daxuyaniyek li ser navê xelkê wargehê ji aliyê Endama Rêbera Akademiya Şehîd Jiyan Diljîn Kara ve hat xwendin.
Daxuyanî wihaye:
“Li himber pergala netew dewlet yekane rêya xilasiya jiyan û hebûnê, pergala netewa demokratîke. Di cîhana ku hebûna netewdewletan qasî ya mêrûyan têde zêdebûyî de, li himberî hemû nirx û pîvanên jiyana birûmet û xwezayê, êrişên qirkirinê bê nav ber hem fîzîkî û hem jî çandî tên meşandin. Taybet netewdewletên di Rojhilata Navîn de bi destê hêzên hegemon hatîn avakirin, bûne destik û dûvikên navenda aqilê desthilatdariyê. Cihê ku nekarine raste rast hebûna xwe lê bidin avakirin, berdevkên xwe bi rêya dewletê dane avakirin. Li wir bi cih kirine û hemû kiryar û daxwazên xwe bi ser wan re didin pêkanîn. Di vê çarçoveyê de li kûderê çirûska serhildan û têkoşîna li himberî vê pergala desthilatar pê bikeve, bi hemû hêz û endamên xwe ve êriş dike. Ji bo tinekirina wê bi hezar û yek rêzik û bendên qanûnî ku li gorî berjewendiyên xwe dane avakirin, dixin dewrê.
Di dirêjahiya dîrokê de li himberî vê pergala desthilatdar di kesayeta zanyar, rewşenbîr, hunermend, hêzên demokrat, bawrî, îdeolojî, rêxistin û gelên cûda têkoşîna demokrasî û wekheviyê hatiye dayîn, ev hemû tevgerên wijdanî û exlaqîne. Weke berdewamiya van tevgeran, Tevgera azadiya Kurdistanê di bin pêşengtiya Rêber Apo de li ser pardîkmaya civaka demokratik, Ekolojîk û Azadîxwaziya Jinê rêya çareseriya ji bo qeyran û qaosên li Rojhilata Navîn û cîyanê danÎ holê. Li ser vê yekê girîngî ji bo hêzê nehat dayîn, esas li ser hevrebûna gelan, cîran, netewan, parastina çand û exlaqê giringî hat dayîn. Ji bo vê jî bi fikira pergala netewa demokratik rêxistinbûn hat esas girtin. Di vê pergala bi hevre buna hişmendiya hevpar de her kesê vê hişmendiyê bi pejirîne Û bi pejirîne. Xwe û civaka xwe li ser wê bi rêxistin bike. Ev weke firkra bingehîn ya vê tevgerê hat rûniştkandin. Li ser vê fikirê li wargeha Mexmûr, Şengal û Rojavayê Kurdistanê ev pergal li ser bingehê bi hevre buna pirengî, pir bawerî û pir çandiyê hat avakirin. Dİ vê pergalê de rêz ji hemÛ bawerî, çand, zimanan re heye û diber parastina wan de berpirsyare. Di heman deme de tê xwestin ku yê beranber jî heman rêzdarî û xweşbîniyê nîşand bide.
Li Şengalê hat dîtin ku netew dewlet dikuje, netewa demokratik dide jiyankirin û pêş dixe. Şengala ku piştî fermana 74’an ya di sala 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve, bi avakirina pergala xweser ya xwe dispêre xwerêveberî û parastina cewherî, karî pêşî li êrişên piştre pêk hatîn, bigire, xwe birêve bibe, aboriya xwe bidest bixe. Li ser bi pergala xweseriya demokratîk, weke gel xwe birêxistin kiriye. Dewleta Tirk ya dagirker û mala Barzan ya xiyanetkar, ji bo dagirkirina Şengal û herêmên Kurdistanê û pê re jî xaka Iraqê, operasyonên dagirkirin û qirkirinê dane destpêkirin. Li ser vê jî zextan li ser Hikûmeta Iraqê dikin ku li herêmên xweserî hatine avakirin, ji bo Dadweriya Iraqê biryara girtina Tevgera Azadî, PADÊ û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê were girtin. Ev biryar dijberiya demokrasî û xwerêberiya gelane. Bi pêkanîna vê biryarê Hikûmeta Iraqê wê derbe li yekgirtina gelan ya li Iraqê bide û ev wê bibe şaşitiyek dîrokî. Em baş dizanin ku gelê Iraqê û zagonên wê di aliyê civakî û netewî de xwedî rêzdariyeke demokratîk. Bi vê bendewariyê em dibêjin, demildest bila biryara girtina van her sê partiyan were rawestandin. Iraq nekeve nav van polîtikayên dijminahiya gelan û demokrasiyê. Di 10’emîn salvegera fermana Şengalê de dayîna vê biryarê jî, gûmanên cuda bi me re dide çêkirin.
Em weke xelkê Mexmûrê bang li gel û Hikûmeta Iraqê dikin ku dest nedin Xweseriya Şengalê. Ji bo bihêzkirina wê bibin alîkar û nebin hevalbendên dewleta Tirk ya dagirker. Ger dixwazin rexnedayîna xwe ya li hemberî bêdengmayîna Fermana 74’an bidin, pêwîste vê bi pratîkirina rawestandina vê biryarê bidin. Vegera zû ji vê şaşitiyê dikare derfeteke nû ji bo bihevrebûnê ava bike.”
Piştî daxuyaniyê meş bi dirûşmeyê ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Bijî Yekitiya Gelan’ bi dawî bû.
0 Yorumlar