Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê Şehîd Azê Erdal (Kurdistan Sîdar) ya ku di Tebaxa 2022’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî gihiştibû şahadetê bi merasîmekê hat bibîranîn.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Gerîlaya YJA-Starê Şehîd Azê Erdal (Kurdistan Sîdar) ku di 22’ê Tebaxa 2022’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî gihiştibû şahadetê bi merasîmekê hat bibîranîn.
Merasîma bîranînê li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi amadebûna gel û malbata şehîd Azê Erdal bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên azadiya Kurdistanê hat destpê kirin. Piştî rêzgirtinê li ser navê malbata Şehîd Azê Erdal, dayîka şehîd Qûmrî Sîdar axivî.
Qumrî Sîdar di destpeka axaftina xwe de, di kesayeta şehîd Azê Erdal de hemû şehîdên meha Tebaxê bi bîr anî û wiha got: “Destpêkê serê Serokatî, serê hevalên wê yên di çeperan de li berxwe din saxbe. Şehîd Azê şehîda doza azadiyê ye, şehîda azadiya gelê xwe û axa xwe ye. Em bi şahadeta Şehîd Azê serbilindin, şehîd Azê li ser şopa pismamên xwe meşiya û ji hevalên xwe re bû mînak her wiha heta guleya xwe ya dawî jî li ber xwe da û gihişt şahadetê.”
Piştre Hevberdevkê Komîteya Malbatên Şehîdan Mûrad Encû jî têkildarî şahadeta şehîd Azê Erdal axivî û got: “Em jî weke Komîteya Malbatên Şehîdan jî bêjin serê gerilayên serê çiyan, gelê amade û malbata hêja saxbe. Şehîd Azê 34 rojan di tûnelan de bi tena xwe li berxwe da. Di vê meha Tebaxê de bîranîna hevalên wisa bi rastî jî em wek gelê wargehê gelek bi şansin, ji ber ku em xwediyê bi sedan hevalên weke şehîd Azê ne. Ji bo vê jî em dubare dibêjin serê malbata şehîd û gelê wargehê saxbe.”
Her wiha piştî axaftinan, sînevîzyona ku li ser berxwedan û têkoşîna şehîd Azê Erdal hatibû amadekirin hat nîşandan. Piştî sînevîzyonê bîranîn bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.
0 Yorumlar