Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê têkildarî darizandina siyasetmedarên Kurd di Doza Kobanê de gotin: “Hêzên gerîla Koban û cîhanê ji tûnebûnê rizgar kirin. Erdogan tola têkçûna DAIŞ’ê hildide û darizandina Doza Kobanê rûreşiya cîhanê ye.”

Armanc Herekol



Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên li dijî êrişên DAIŞ’ê ku di 6 û 8’ê Cotmeha 2014’an de hatibûn lidarxistin, hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên berê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî û bi giştî 108 siyasetmedar hatin darizandin. Ji ber vê yekî gelek salan cezayê girtîgehê li siyasetmedaran hate birîn. Doza Kûmpasê ya Kobanê ku parçeyek ji polîtîkayên qirkirina Kurdane û bi armanca tasfiyekirina siyaseta demokratîk hatibû vekirin, cezayên giran li dehan rêveber, endam û siyasetmedarên HDP’ê birîn.

Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî li dijî van biryar û kumpasê bertekên xwe yên tûnd anîn ser ziman û dan zanîn ku ev kûmpas tola têkçûna DAIŞ’ê ye.

‘Çavê Erdogan jî derkeve emê piştgiriya hevdû bikin’

Dayîka Helîma Şirnexî di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku Erdogan ji bo ku Kurdan qir bike DAIŞ avakir û got: “Gelê Kurd bi vîn û hêza xwe Koban û tevahî cîhanê ji çeteyên DAIŞ’ê ango ji qirkirinan rizgar kir. Niha jî dewleta Tirk kesên ku li dijî DAIŞ’ê derketine darizîne. Erdogan ji ber tûnekirina DAIŞ’ê xemgîne. Erdogan dixwest Kurd bi destê DAIŞ’ê bên tûnekirin. Çavê Erdogan jî derkeve emê wek Kurd piştgiriya hevdu bikin. Erdogan gelek aniye serê Kurdan û niha jî bi komployan dixwaze siyasetmedarên me ceza bike. Ji dîrokê ve sisyasetek qirêj li ser Kurdan didin meşandin û bi her cure êrişan dixwazin Kurdan tûne bikin û êrişî siyasetmedarên me dikin.”

‘Em bi siyasetmedarên xwe serbilindin’

Her wiha dayîka Helîma di nav axaftinên xwe de bibîrxist ku siyasetmedarên ku niha tên darizandin, di rizgarkirina Kobanê de rolek mezin leyîstine û wiha pêde çû: “Çeteyên Erdogan bi hezaran Kurd qetilkirin û bi hezaran jin jî revandin û di bazaran de firotin. Heta niha jî hemû nehatine rizgarkirin. Siyasetmedarên me dijî wan hovan derketin. Em wek gel ji siyasetmedarên xwe serbilindin û piştgiriya wan dikin. Divê jin û ciwan bikevin ferqa civaka xwe û li gor wê tevbigerin. Li dijî van komployên ser Rêber Apo û siyasetmedarên Kurd çêdibin bibin xwedî helwest û rabin.”

‘Hêzên Rêber Apo Rojhilata Navîn ronî kir’

Rûbar Spêndarokî jî êriş û komploya li ser siyasetmedarên Kurd bi tûndî şermezar kir û wiha got: “Koban di cîhanê de bûye rûmetek ya sedsala 21’an. Di pêşengtiya hêzên Rêber Apo de Koban û tevahî mirovahî ji çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin. Rojhilata Navîn bi destê hêzên rizgariya Rêber Apo ronî bû. Niha em dibînin, li ser siyasetmedarên me yên ku di qirkirina Kobanê de dengê xwe derxistîn, ji aliyê faşîzma AKP-MHP’ê ve tên darizandin. Doza darizandina Kobanê, rûreşiyek ya cîhanê ye. Ev rûreşî jî di serî de ya Dadgeha Mafê Mirovan e.”

‘Em wan û biryarên wan nasnakin’

Rûbar Spêndarokî diyar kir ku siyasetmedarên Kurd rûmeta wanin û wiha axivî: “Divê îro Erdogan û hevkarên wî hatiban darizandin. Niha Dadgeha Mafê Mirovan sûc dike! Îro dewleta Tirk bi destê Erdogan tê hilweşandin. Sedema van alozî û hilweşandinan jî tecrîda li ser Rêber Apo ye. Em wek gelê Kurd vê biryarê qebul nakin û Koban rûmeta me ye. Siyasetmedarên Kurd vîna me ne. Divê gelê Kurd li dijî tecrîda li ser Rêber Apo û doza Kobanê rabin ser xwe. Divê ev yek bi awayekî tûnd were şermezarkirin. Em wan û biryarên wan nasnakin. Çawa gerîla li ber xwe dide û dijmin têk biriye, divê gel jî bi wê vîn û baweriyê rabe û mil bide milê gerîla û siyasetmedarên xwe û azadiyê mîsoger bikin.”