Dema em qala siyasetê dikin hişmendiya desthilatdar dihêle dewlet, saziyên dewletê û kesên ayîdî dewletê bêne bîra mirov. Yên di van qadan de cih digrin jî zilam in. Yanî di her alî de siyaset weke sazûmankirina dewletê tê fêhmkirin. Dewlet çawa bixwaze, kengî bixwaze li gorî berjewendiyên xwe siyasetê li ser civakê dide meşandin. Civak jî bi siyasetê dibe dîlê dewletê. Weke terbiya civakê bi nav dikin. Pênaseya siyasetê bi hişmendiya mêrê desthilatdar hatiye kirin. Gelek dibêjin; sîyaset dirûtiye, hin dibêjin; hunera xapandinê ye. Dema mirov van terîfan dibihîse tam rastiya zilamê desthilatdar ku karê siyasetê dike ye. Ji ber ku her tim weke fêlbazekê xwestiye civakê bixapîne. Bi vî awayî mirov dikare bêje; qada siyasî di bin serweriya mêr de ye. Îro jî li cîhanê siyeta heyî hîn xwe li ser şer û mêtîngeriyê dide rûniştkandin. Siyaset ji civakê hatiye qutkirin û bûye karekî ser serê civakê. Cihê desthilatdarî lê hebe, mirov nikare behsa siyaseta demokratîk a civakî bike. Ya rastî siyaset û desthilatdarî dû têgehên nabin li gel hev bin. Dema li gel hev bêne behs kirin, ev êdî dibe siyaseta dewletê. Siyaseta demokratîk jî karê rêvebirina jiyana xwe ya civakê ye.
Ji
bo pênaseya rasteqîn a siyasetê em li dîroka civaka xwezayî û heqîqeta siyaseta
civakî dinêrin. Rêbertî jî penaseya
siyasetê li ser bingehê rastiya gelan daniye holê. Rêber Apo dibêje; ‘siyaset hunera
xwe rêxistinkirinê ye.’ Ji bo mirov xwe birêve bibe pêwîste em xwedî bername û
rêxistinkirî bin. Ji ber ku siyaset rojane me bandor dike. Ji
aliyê erênî û neyînî ve
jî rojane em van bandoran dibînîn. Herî zêde jin ji siyaseta desthilatdariyê
bandor dibin. Ji ber ku herî zêde dewlet bi siyaseta xwe êrişî jinê dike.
Carnan bi rêbazên zirav û carnan jî bi rêbazên hişk û tûnd nêz dibe. Jixwe weke
kes û zayend dewletê ti caran maf nedaye jinê ku di nava siyasetê de cihê xwe
bigre. Ger di hin cihan de rê hatibe dayîna jinê jî, bi aqlê dewletê ji bo hêza
dewletê hatiye karanîn. Ji bo dewletê pêwîste ew jin bi temamî ji cewherê xwe
yên jinbûnê derbikeve û ji bo berjewendiyên dewletê kar bike. Wekî din jin di
siyasetê de nayên pejirandin.
Li
hemberî ewqes mêtîngerî, desthilatdarî, qirkirin, kolekirina jin û civakê weke
jin pêwîste siyaseta me çibe? Ji ber ku bi hezaran salin em weke jin û civak
bûne qûrbana vê siyaseta desthilatdar a mêr. Ji bo vê pêwîste destpêkê weke jin
em xwe bi siyaseta demokratîk ava bikin û rêxistina xwe li gorî vê pêşbixin. Em
çiqesî hişmendiya siyasetek bi aqlê jin û civakê avabikin, emê hewqesî bikaribin
siyasetek demokratîk a xwerêvebirina gelan jî avabikin. Ji ber ku em jin xwedî
vê hêza rêvebirinê ne. Her çiqesî bi salane hêza me, dengê me, vîna me hatibe
tepisandin jî, lê hêza Rêbertî daye me hişt ku ev mafê ji destê me hatiye
girtin em careke din bidest bixin. Em îro dibînîn, bi hezaran jinên pêşeng ên
siyaseta netewa demokratîk derketine pêş. Bi awayeke herî serkeftî û xurt li
qadên cûda karên rêvebirina civakê dikin.
Mirov
dikare bibêje bi vê têkoşînê jinan rê li pêşiya sîstemek nû ya siyasetê vekir.
Şoreşek nû ya civakê avakirin. Em dibînîn ku îro di nava têkoşîna me de li
kêleka sîstema zayendperest, sîstema jin jî pêşdikeve. Ji bo vê pêwîste em weke
jin herî zêde girîngî bidin qada siyasetê. Xwe di siyaseta demokratîk de
pêşbixin. Xebatên siyasetê xebatên mayînde ne. Bi siyaseta demokratîk dikare
sîstemeke demokratîk ava bibe. Her wiha her jinek divê siyasetê ayîdî xwe
bibîne. Karê jinê yê pêşî divê siyaset be. Sîstema desthilatdar me jinan di her
alî de parçe kiriye. Em dibêjin qey siyaset ayîdî hinekî din e. Pêwîste em vê parçebûnê
rakin. Ji ber ku sîstema were avakirin, sîstema azadiya civakê û jinê ye. Her
ku siyaseta bi rengê jin û azadiyê pêş bidikeve, sîstema zayendperestiyê têk
diçe. Bi hemû hêza xwe ve em tevlî siyaset û xebatan bibin. Ji bo em bikaribin
siyaseta desthilatdar a ku li ser me tê meşandin, vala derbixînin û siyaseta
netewa demokratîk pêşbixînîn.
Bêrîvan
Îşlek
0 Yorumlar