Emê vê
carê behsa çêroka gerîlayak biçûk ku di temenê xwe yê biçûk de hemû
taybetmendiyên gerîla di her şaneyên laşê xwe de bi çih kiribû bikin. Ev
gerîlayê biçûk navê wî Rêzan Bulut bû ku di sala 1992 de li gundê Hîlal di nav
malbatek welatparêz û têkoşer de çavên xwe li cîhanê vedike.
Gundê Hîlal
di navberê 2 çiyayê mezin de, pişta xwe dabû Kêla Memê. Kêla Memê warê Egîdan, hêlîna gerîlaya ne. Bi xwzaya
xwe ya bereket malovanî dikir ji bo mirovan. Heval Rêzan jî di vî gundî de tê
dinê lê belê ji ber êrişên dijmin nikare di nav vê xwezaya xweş de bi dilê xwe
zarokatiya xwe jiyan bike. Wek her gundekî Kurdan, wek her bohustekî axa Kurdistanê
Gundê Hîlal jî di bin êrişên dijmin de bû. Dijminê xedar her roj bi çekên giran
Hîlala rengîn dida ber topbaranan û agir bi mal û daristanên gund dixist. Digot
‘divê hûn bibin cerdevan ango hûnê şahidiyê ji bo şewitadin û talana mal û milkê
xwe bikin.’ Li beranberî van êrişên dijmin gelê Botanê dest ji doza xwe û
zarokên xwe yên gerîla bernadin, dikevin ser rêya penaberiyê. Berê xwe didin
Başûrê Kurdîstanê. Rêhevl Rêzan di dû saliya xwe de li ber pêsîra dayîka xwe bibû
rêwiyek li ser rêya penaberiyê. Di pir herêman re derbas dibin herî dawiyê li Mexmûra
cihê mar û dûpişkan ji bo mafên xwe yên mafdar dixin war. Rêzan her ku di nav vê
jiyana penaberiyê de mezin dibe wek navê xwe dibe rêzanek li ser rêya rast. Bi
zimanê dayîka xwe dest bi dibistanê dike û heta amedeyî dixwîne. Di her dersekî
xwe de bi serkeftî derbas dibe û dibe mînakek li nav heval û li ser zimanê mamostê
xwe. Rêheval Rêzan her ku mezin dibe,
doza bav û bapîrên xwe baştir fêhm dike û li pey doza xwe dibe evînê welatê
xwe. Wek gerîlayek biçûk di nav her karek rêxistinê de cih digere û bi coşek
mezin karê xwe mîsoger bi cih tîne. Bibû kesek xuluqkar, ji bo wî paşde gav
avîtin nînbû. Rêheval Rêzan bi her kesekê re di nav têkliyekî hevaltiyê de bû.
Bi biçûkan re biçûk, bi mezinan re mezin bû. Bi taybetmendiyên xwe yê fedekar û
wekhev bala her ferdekê dikişand. Ti carî neheqî nedipejirand û nikaribû qebûl bikira
jî, ji ber ku ew parêzvanê rastiyê bû. Xwe di fîkir û ramanê Rêbertî de
perwerde dikir û hewl dida jiyanî bike. Bi van hewildanê xwe re xeyalê ku wê
rojek bibe gerîla li ser vî bingehî jiyanek wek gerîla jiyan dikir. Carna li Garê,
carna Heftanînê di nav hevalê xwe yê gerîla de bû. Carna jî di nav seferberiyê
de li Kerkûk û Şengalê li beranberî çeteyên DAIŞ’ê di nav şerek giran de bû. Ew
kesek xwedî vîn bû. Bi cesaret diçû ser dijmin, bi moralek mezin û bi serkeftî
vedigerya gel heval û hogirê xwe. Rêheval Rêzan li Şengal di şerê DAIŞ’ê de
bîrîndar dibe. Ji bo tedawiyê derbazî Rojava dibe. Ti carî vê birîndariyê li
pêşiya xwe nake asteng û bi fedekariyek mezin cihê xwe di her karekê de digire.
Di sala 2014 soz dide ku wek mîlîsek na, wek gerîlayek doza xwe berdewam bike. Di
rastiyê de ew di hemû jiyana xwe de wek gerîlayek tevdigeriya ji bo wê me got
emê vê carê behsa çîroka gerîlayek biçûk bikin. Belê rêheval Rêzan Botan nedîtibû
lê xeyalê wî bû ku rojek biçe Botanê. Rojek li ser şopên bav û bapîrên xwe li
ser şopa Egîd û Bêrîtanan doza xwe neqiş bike. Ber wî jî di sala 2016 de berê
xwe dide Botana rengîn. Rêheval Rêzan xeyalê xwe bi cih anîbû lê di demek kin de,
di haman salê de digihije karwanên nemiran.
0 Yorumlar