Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê komxebata ku ji aliyê Tevgera Jinên Ciwan û Akademiya Şehîd Jiyan ve ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi diruşmeya ‘Bi ruhê Sara û Bîşengan, wê xwedawendên serdemê tecrîdê bişkînin û Rêber Apo azad bikin’ hatibû destpêkirin bi dawî bû.


Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) komxebata ku ji aliyê Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) û Akademiya Şehîd Jiyan ve ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bi diruşmeya ‘Bi ruhê Sara û Bîşengan, wê xwedawendên serdemê tecrîdê bişkînin û Rêber Apo azad bikin’ hatibû destpêkirin bi dawî bû.

Komxebatê dû rojan domand. Di roja duyemîn a komxebatê de her sê zayînên Rêbertî, di encama her 3 zayînên Rêbertî de destkeftiyên jinan, girêdayî vê asta jin û zilam hate nirxandin. Hiwe wiha xala din jî mîrasa tekoşînê ya avabûyî wê çawa dewrî jinên ciwan bê kirin, ji bo jiyanî kirina paradigmaya Rêbertî û azadiya fizîkî a Rêber Apo erk û berpirsyartiyên jinên ciwan çi ne, hatin nirxandin. Bi wê ve girêdayî piştî van nirxandinan komxebat bi xwendina encamnameyê bi dawî bû.

Encamname wiha ye:   

“Di dîroka 23 û 24’ê Gulanê de di çerçoveya kampanya ‘Jin Jiyan Azadî, Serbixe Azadî’ de li Wargeha Mexmûrê bi dirûşmeya ‘Bi ruhê Sara û Bîşengan wê xwedawendên serdemê tecrîdê bişkînin û Rêber Apo azad bikin’ komxebatek hat li darxistin. Komxebat bi tevlêbûna jinên ciwan û bi beşdariya nûnerên sazî û komîteyan 2 rojan berdewam kir. Di vê komxebatê de 3 mijarên bingehîn hatin destgirtin. Mijara yekemîn; her 3 zayinên Rêber Apo, di bingehê fêhmkirina Rêbertî de hate destgirtin. Mijara duyemîn; Di encama her 3 zayînên Rêbertî de destkeftiyên jinan, girêdayî vê asta jin û zilam hate nirxandin. Weke mijara sêyemîn jî mîrasa tekoşînê ya avabûyî wê çawa dewrî jinên ciwan bê kirin, ji bo jiyanî kirina paradigmaya Rêbertî û azadiya fîzîkî a Rêber Apo erk û berpirsyartiyên jinên ciwan çi ne, hatine nirxandin.

Wek jinên ku her bi zext, kuştin, koletî û tecawizê re rû bi rû mane, bi derketina Rêber Apo êdî van zincîrên koletiyê dişkîne; deskeftiyên ku me di têkoşêna azadiyê de bidest xistî emê çawa biparêzin? Di serdema modernîteya kapîtalîst de ku mirov ji mirovbûyinê derdixe û roj bi roj hest û fikrê mirov dagir dike, li hemberî van êrişên bîrdozî wek jin û jinên ciwan emê çawa xwe û civaka xwe biparêzin? Ev mijar xal bi xal hatin nîqaşkirin û ji bo teqezkirina serkeftinê tespîtên girîng hatin kirin.

Di mijara sereke de pêşketinên ku Rêber Apo ji zarokatiya xwe heta pêvajoya komploya navnetewî û heta roja îro jî di kesayeta xwe de avakirî û bandora van gav avêtinan li ser rastiya jinê hatin nîqaşkirin. Rêber Apo bi tekoşîna xwe ya 50’î salî nirxê mirovahî bilind kir, hêz û îrade avakir û rêya jiyana azad ji bo mirovahiyê vekir. Hîna di 7 saliya xwe de jiyana paşverû red dike û dest bi lêgerina jiyana nû, civaka nû dike. Rêber Apo dibêje; ‘Min civakbûna xwe bixwe avakir û tekoşîna min li dijî kevneperestiyên civakê bû.’ Rêber Apo di her keliya jiyana xwe de derketinên mezin di kesayet û têkoşîna xwe de avakiriye. Rêber Apo di grava Îmralî de li hember şert û mercên tecrîdê yên giran vîn û hêzeke berxwedanê nîşandaye. Bi şoreşa zihnî û sekna xwe ya dîrokî, kariye azadiya kes û civakê di nava hev de pêşbixe. Lewma azadiya Rêbertî bûye azadiya tevahî civakê.

Wek jin û jinên ciwan di vê komxebatê de nîqaşkirina asta têkoşîna azadiya jinê, asta xwe ya fêhmkirina heqîqeta Rêber Apo û destkeftiyên me di nav paradigmaya demokratîk de, moral û kelecanek mezin da avakirin. Pirsgirekên xwe parvekirin û çareseriyê di ramanên Rêber Apo de dîtin destgirtinek nûjen di me de avakir. Bi vê coş û kelecana ku me ji komxebatê girtiye, emê têkoşina xwe ya azadiyê bigêhînin lutkeya herî jor û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.”

Komxebat bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.