Çalakiya nobetê ya ku li Wargeha Mexmûrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja 310’an de bi koma 61’emîn bi biryardariyek xurt didome.
Çalakiya nobetê ya ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di 20’ê Tîrmeha 2023’an de hatiye destpêkirin, bi biryardariyeke xurt di roja 310’an de bi koma 61’emîn didome.
Merasîma derwirgirtinê li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 60’an Mamosta Nurê Kara daxuyanîn xwend.
Daxuyanî wiha ye;
“Rêber Apo 25 salin li Îmraliyê li dijî faşîzm û hêzên hegemonîk berxwedaneke bêhempa dide meşandin û bi paradîgmaya ku pêş xistibû, koletîya bedenî veguherandiye lêgerîna azadiya ku sînoran derbaz dike. Asta azadiya fikrî û evîna heqîqetê ji xwe destpê kiriye.
Fêmkirina Rêber Apo tê wateya pêkanîna azadiya fizîkî û avakirina paradigmaya azadiya jinê û pûçkirina komploya navnetewî. Divê em li her derê û di bin her şert û mercî de tecrîda mutlaq a qirkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bixin rojevê û bi biyardarî li dijî vê tecrîda li dijî mirovahiyê, jin û gelê Kurd derbikevin.
Li ser vî bingehî em bang li hevahî gelê xwe, bi taybetî jin, ciwan, dostên gelê Kurd û hemû hêzên li dijî sîstemê dikin ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û pêşxistina civaka azad paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê li her qada jiyanê ava bikin û bi ruhê çalakiyê yê bênavber têkoşînê geş bikin û ji bo bi cihanîna wê bi dil û can bixebitin.”
Merasîma derwirgirtinê bi bilindkirina dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bidawî bû.

0 Yorumlar