Şeva 23’yê Nîsanê polîsên federal ên Belçîkayê li dijî Çapemenîya Kurd, televîzyonên Sterêk û Medya Haberê, êrişeke çetewarî pêk anîn. Di êrişê de studyo û avahiyên televîzyonan hatin talankirin. Li gorî agahiyên ku piştre hatin bidestxistin, ev êriş bi xwesteka dewleta Fransa hatiye pêkanîn. Li aliyê din bi awayekî hemwext li Tirkiyeyê jî êriş û operasyon hebûn. Di êrişên li Tirkiyê de jî 9 rojnamevan hatin binçavkirin. Ji wana 6 piştî demekê hatin berdan û 3 jî hatin girtin. Ev êriş ne yekemîn e û li gorî pêvajoyê beriya niha jî pêk hatibûn. Herçendî ev êriş û operasyon, bi hincet û argumanên cihê werin ravekirin jî, ji konsepta şerê topyekûn ya li dijî gelê Kurd ne cûda ye. Dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê yên herêmî û navneteweyî, dixwazin vê konseptê, bi şêweyên cihê bidin birêvebirin. Ji bo vê jî divê di serî de çapemeniya Azad ya Kurd, were bêbandorkirin.
Konsepta
şerê topyekûn ya li dijî Kurdan ku ji sala 2016’an hatiye destpêkirin, bi êrişên
dagirkerina Efrînê yên 2018’an dewam kir. Bi pergala tecrîda mûtlaq ya 2019’an
ya li dijî Rêber Apo, ket qonaxeke nû. Bi êrişên dagirkeriyê yên 2022’an yên li
dijî Heremên Parastinê yên Medyayê, derket lûtkeya herî bilind û dewam dike. Ev
konsepta şerê îmha û qirkirinê ya dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê, bi
berxwedana dîrokî ya Rêber Apo ya Îmraliyê, têkoşîna gelê Kurd ya seranserê
Kurdistan û dinyayê her wiha bi berxwedana destanî ya Gerîlayên Azadiyê, hatin
têkbirin û negihiştin armanca xwe. Armanca tecrîda Îmraliye, qutkirina dengê
Rêber Apo û astengkirina gihiştina gelê Kurd û raya giştî ya cîhanê bû. Ligel
vê plan û pergala dijmirovahî ku ji 25’ê Adara 2022’an dewam dike, fikir û
felsefeya Rêber Apo li dinyayê zêdetir belav bû. Li seranserê cîhanê bû hêviya
azadî û xelasiya jin, ciwan û hemû gelên bindest. Rêber Apo bû serok û
zanyarekî cîhanî.
Şoreşa
Rojava ku li ser paradîgmaya Rêber Apo bi pêş ket, rûxmê hemû êriş, bombekirin
û hewldanên dagirkirinê, roj bi roj kemilî, bû model û alternatîfa jiyaneke
wekhev, demokratîk û bihevre ya gelên heremê. Dîsa ev şoreş, li dijî
modernîteya kapîtalîst ji bo gelan bû alternatîfa jiyaneke nû. Şîara “Jin Jiyan
Azadî” ya felsefeya azadiya jinê ya Rêber Apo, li seranserê cîhanê belav bû, bû
dirûşmeya azadiyê ya jinên cîhanê. Dewleta Tirk a dagirker, di konsepta şerê
topyekûn yê li dijî gelê Kurd de, ji nakokiyên navnetewî, dîsa bêdengî û hevkariya
hêzên komploger, sûdeke mezin wergirt. Bi şerê Rûsya û Ukranya li dijî Rojava,
Başûr, Heremên Parastinê ên Medya, Mexmûr û Şengalê êrişên hov pêkanîn. Şerê
navbera Îsraîl û Hamas’ê weke fersen bikaranî. Bi vê fersendê binesaziyên
bajaran û navendên jiyanê yên Rojava îmha kirin. Hêzên komploger, jixwe di vê
konseptê de alîgirê dewleta Tirk ya dagirker in. Raya giştî ya cîhanê jî wekî
şerê Ermen û Azeriyan, şerê navbera Rûsya û Ukranya, şerê navbera Îsraîl-Hamas
û niha jî bi Îranê re eleqeder dibin.
Dewleta
dagirker di vê bêdengiyê de li dijî gerîla, li gel teknîka herî pêşketî ya
NATO, çekên kîmyewî, bombeyên qedexe û taktîk-nukleer jî nav de, hemû curên çekan
bikaranîn. Ji Bakûrê Kurdistanê heta Rojava, Başûr, Mexmûr û Şengalê, sûcên
şer-sûcên li dijî mirovahiyê kirin. Ev sûcên şer-sûcên li dijî mirovahiyê, ji
aliyê Çapemeniya Azad ve hatin tehşîrkirin. Vê tehşîrê dewleta Tirk û hevkarên
wê di zorê de hiştin. Dîsa ligel hemû hewldanên bêdengkirinê, pergala tecrîda
mûtlaq ya Îmraliyê, ji aliyê Çapemeniya Azad ve di raya giştî ya navnetewî de
hat tehşîrkirin. Bi Pêngava 10’ê Cotmehê, ji seranserê dinyayê dîmenên xwesteka
“Azadiya Rêber Apo” yên gelan, di Çapemeniya Azad de hatin nîşandan. Hêrsa li
dijî Çapemeniya Azad, ji vê rola wê ye û divê bê bêdengkirin. Ji bo vê jî hemû
têkilî û hêza xwe ya dîplomatîk bikartînin û dê bînin.
Ev
konsepta şerê qirkirinê ya Erdoganê faşîst û rêveberiya wî dewam dike. Erdogan,
di 22 salên rêveberiya xwe de, bi taybetî di 10 salên dawîn de li dijî gelên
Tirkiyeyê jî sûcên pir mezin kirin. Ji bo ku ji ber van sûcan neyê darizandin,
divê îxtidara xwe bidomîne. Lê di hilbijartinên 31’ê Adarê de bi têkçûneke
mezin re rû bi rû ma û meşrûryeta xwe ya sîyasî wenda kir. Ji bo Erdoganê faşîst, tekane rêya xelasiyê,
gurkirina şerê li dijî gelê Kurd e. Hevdîtin û hewldanên dawî yên Rojhilata
Navîn jî li ser vî esasî ne. Eger di van hewldanên xwe de bi ser bikeve dê
şerekî giran bide destpêkirin. Bi vê hêviyê ji bo şerekî navbera Îran û
Îsraîlê, diayet dike. Êrişên dawî yên li dijî herêma Metîna, di vê çarçoveyê de
ne. Di vê çarçoveyê de, dê êrişên li dijî Çapemeniya Azad jî dewam bikin.
Sebahatîn Gultekîn

0 Yorumlar