Dayîkên Wargeha Penaberan a Mexmûrê hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re şermezar kirin û gotin: “Divê gelê Başûr neyê lîstokên Erdogan, Erdogan ti carî ji Kurdan hes nekiriye û her tim dijmintiya Kurdan kiriye.”
Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin. Herî dawî di 20’ê Nîsanê de dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê li herêmên Metîna, Zap û Garê oparasiyonek berfireh daye destpê kirin. Têkildarî vê oprasiyonê jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem cûdî (Mexmûr) ji ajansa me re axivîn.
‘Divê dayîkên Başûrê Kurdistanê pêşî li dagirkeriyê bigirin’
Evîn Nêrwerhî di destpêka axaftina xwe de berxwedana gerîlayên Azadiyê û Rêber Apo silav kir û wiha got: “Divê dayîk û malbatên şehîdan, bi taybet jî yên Başûrê Kurdistanê li hemberî vê dagirkeriyê rabin ser xwe. Bibêjin êdî bese, bes rê bidin oprasyonên dewleta Tirk û hevkariyê li gel dewleta Tirk bikin. Ferqa ti Kurdekî ji bo me nake, em hemû yekin. Dagirkirina Başûrê Kurdistanê dagirkirina tevahî Kurdistanê ye. Pêwîste dayîkên Başûrê Kurdistanê pêşî li vê dagirkeriyê bigirin. Ji ber ku yên tên şehîdkirin hemû zarokên we ne. Heta kengê hûnê bindest bin û guhbidin dagirkeriya Tirk. Di 2014’an de ne dewleta Tirk, PKK’ê we ji nav lepên DAIŞ’ê rizgar kir. Çima wê demê PKK bira bû? Çima niha dibe dijmin û hûn bi dewleta Tirk re êrişî wan dikin? Ez bang li dayîkên şehîdan û tevahî jinan dikim ku li dijî desthilatdariyê rabin ser xwe. Ma bindestî heta kengê ye? Xiyaneta tê kirin nayê afû kirin. Ew ala dewleta Tirk ya li Hewlêrê hatî daliqandin, li Stanbolê nehatiye daliqadin. Sed heyf û mixabin ji we re, bila ew al ala Kurdistanê bûya, ne ya dewleta Tirk bûya. Ew pêşwaziya we ji Erdogan re kirî we ji Kurdan re kiriban, niha zûde pirsgirêka Kurdan hatibû çareserkirin. Lê heta ku ev xiyanet di nava we de hebe Kurdistan azad nabe. Em serê xwe li hemberî ti kesê natewînin ji bo wê jî wê serkeftin tim ya me be.”

‘Armanca Erdogan dagirkirina Şengal, Kerkûk û Hewlêre’
Bihar Bilehî jî di axaftina xwe de balkişand li ser bêdengiya gelê Başûrê Kurdistanê ya li hemberî dagikeriya heyî û wiha got: “Pêwîste gelê Bakur rabe ser xwe vê dagirkeriyê ne pejirîne. Ji ber ku em hemû Kurdin ferqa ti kesê ji yê din tine ye. Ger em îro destê hev negirin wê dewletên cuda jî êrişî me bikin. Mîna bavê xwe pêşwazî li Erdogan kirin, ev yek gelek şaşe. Yê ku wijdana wî hebe wê ji bo gelê xwe berxwedanê bike. Iraq daxwazên Erdogan ne pejirand, lê Malbata Barzanî pejirand. Divê gelê Başûr, Kurd bûna xwe winda neke. Pêwîste gelê Kurd taybet jî gelê Başûrê Kurdistanê şiyar be dibe ku sibê Mesut Barzanî û Nêçîrvan Barzanî wan rû bi rûyî êrişan bihêlin û birevin. Armanca Erdogan dagirkirina Şengal, Kerkûk û Hewlêre, ne ji bo berjewendiyên Kurdan van oprasiyona pêktîne. Ev çend salin Erdogan li dijî PKK’ê şer dike, nikare PKK’ê tine bike û wê nekarebe jî PKK’ê tine bike. Fikirê PKK’ê li tevahî cîhanê belav bûye. Divê xiyanet li gelê Kurd neyên kirin, hertişt ne pere û milke. Dema em temaşe dikin dewletên biyanî bêhtir ji gelê Başûr ji bo Kurdan têkoşînê dikin, em bi vê gelek di êşîn. Welatê em nasnakin ji bo PKK û azadiya Rêbertî radibin serhildanê, lê Kurdên me yên Başûrê Kurdistanê bêdenge, çima vê bêdengiya xwe naşkênin?”

‘Em yekîn û divê em di doza xwe de jî bibin yek’
Bahar Belehî bi van gotinan axaftina xwe bi dawî anî: “Têkoşîna Rêbertî ya li Îmraliyê ji bo gelê Kurde, pêwîste gelê Kurd jî xiyanetê li xwe neke. Divê gelê Başûr neyê lîstokên Erdogan, Erdogan ti carî ji Kurdan hesnekiriye û hertim dijmintiya Kurdan kiriye. Wê Erdogan ti car nekaribe Kurdan tine bike. Sibe Başûr rastî êrişekê bê, wê cardin PKK bi hewaran wan biçe. Ji ber ku beriya niha jî rastî êrişê hat, yê ku bi hewara gelê Başûr de çûyî PKK bû. Em rêz didin gelê Başûr lê pêwîste li hemberî dagirkeriya heyî xwedî helwest bin. Em ne tenê ji bo xwarin û vexwarinê jiyan dikin, em ji bo mafê xwe jiyan dikin. Em yekin û divê em di doza xwe de jî bibin yek.”

0 Yorumlar