Ticker

10/recent/ticker-posts

‘CPT ketiye di bin fermana dewleta Tirk de’

Şêniyên Mexmûrê dan zanîn ger asta berxwedan û çalakiyan wek ya salên 1999’an lê neyên wê bi hêsanî nikaribina asta tecrîda li ser Rêber Ocalan berteref bikin. Her wiha bang li gelê Kurd kirin ku li ber saziya CPT çalakiyên mezin bikin û bêjin ev bêdengiya we hevkariya bi dewleta Tirk re ye.

Xurbet Tallî

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocaaln ji ajansa me re axivîn û banga xurtkrina çalakiyan li gelê Kurd û azadîxwazan kirin.

‘Xeteriyek mezin li ser Rêbertî heye’

Fadîle Pîranî di axaftinên xwe de bilêvkir ku pêwîste her kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikeve nava hewildanan û wiha got: “Divê gelê Kurd û gelên azadîxwaz ji bo rewşa Rêbertî tişta ku dikeve ser milê wan pêkbînin. Bi rastî jî ev êşkence û tecrîda ku li ser Rêbertî tê meşandin ji şêwazê xwe derketiye. Rêbertî bi vî temenê xwe, berxwedana ku li zindanê dimeşîne mirov nikare bi gotinan bîne ziman. Ev 25 salin Rêbertî li zindana Îmraliyê dîl girtiye, her wiha ev sê salin bi ti awayî agahî ji Rêbertî nayê girtin, ne malbat û ne jî parêzer nikarin biçin gel Rêbertî. Ji ber vê yekê ne tenê gûmanên me, xeteriyek mezin jî li ser Rêbertî heye. Yên ku dibêjin wijdana min heye divê li himberî vê zilma li ser Rêbertî rabin ser xwe.”

‘Em vê bêdengiya we qebûlnakin’

Fadîle di dawiya axaftinên xwe de îşaret bi çûyîna CPT ya Îmraliyê jî kir û wiha peyîvî: “CPT çûbû Îmraliyê, lê bi ti awayî rapora xwe ya têkildarî Îmraliyê parvenekir. CPT ketiye di bin fermana dewleta Tirkiyê de ji ber wê nikare weke dewletekî navnetewî daxuyaniyekê jî di derbarê rewşa Rêbertî de bide. CPT weke saziyekî navnetewî li hemû zindanan digerin. Bêdengiya CPT jî hevkariya vê zilma ku li ser Rêbertî û li hemû zinadanan tê kirine. CPT ne layîqê navê xwe ye, eger mirovek li zindanan bigere divê wijdana xwe bikarbîne. Eger biçe serdana zindanan û di derbarê wê de ti agahî nede ji derve, çûyîna wî bêfeyde ye. Her wiha ev çalakiyên ku ji bo Rêbetî tên kirin jî pir lewazin. Rêbertî dibêje pêşengên me jin û ciwanin, ji bo wê jî divê herî zêde ew rabin ser lingan. Ji bo vê banga me ji bo gelê Kurd ewe ku li ber saziya CPT çalakiyên mezin bikin ku bêjin em vê bêdengiya we qebûlnakin, ev bêdengiya we hevkariya bi Tirkiyê re ye.”

‘Bi dîlgirtinê re sînordar namîne’

Her wiha mamoste Yusuf Sîdar jî li ser heman mijarê axivî û diyar kir ku ev zêdeyî 25 salin Rêber Apo li Îmraliyê dîlgirtiye û wiha axivî: “Rêbertî vîna gelê Kurd ya azad weke vîna xwe dibîne, yê ku gelê Kurd li ser dika dîrokê weke hebûn daye jiyankirin Rêbertiye. Bê gûman em dîlgirtina Rêbertî weke dîlgirtina tevahî gelê Kurd dibînin, bi dîlgirtinê re sînordar namîne dagirker dixwazin di her alî de Rêbertî ji gel û civakê qut bike. Fikir û felsefeya Rêbertî ya ku bûyî manîfestoya civaka demokratîk ne hiştiye ew valahiya ku dijmin armanc dikir bimîne. Ev tecrîda ku niha di pergala Îmralî de tê bi rêvebirin, ji aliyê dayîreya şerê taybet ya hêzên komploger ve tê meşandin û Tirkiye jî parçeyek ji wê ye. Dixwestin hinek hevdîtin û diyalogên ku di bin navê çareseriya pirsgirêkê de li ser Rêbertî bisepînin. Rêbertî ev niyetên destpêkê wekî şewqekî biçûk jî be ew hevdîtin binirx dît û xwest binirxîne. Lê piştî ku Rêbertî dît ev nêzîkatiyên wan ji samîmyetê dûrin, helwestek raber kir. Rêber Apo bi vê helwesta xwe got ku ez girtî jî bim, tu wê ti carî nikaribî vîna min teslîm bigirî. Ji ber ku Rêber Apo radestî wan nebûye vê tecrîdê girantir dikin. Her wiha ji bo pergala Rêber Apo ya ku weke proje pêşxistiye û daniye pêşiya gelê Kurd û mirovahiyê jiyanî nebe, êrişekî mezin li ser Rêbertî û pergala ku Rêbertî pêşxistî heye. Li beranberî vê, berxwedan û çalakiyên gelê Kurd di astekî mezin de pêşketine. Mirov dikare bêje ev çalakiyên ku hatine kirin, tecrîda li ser Rêbertî heta astekê bêwate kiriye.”

Di dawiyê de jî Yusuf Sîdar got: “Ez di wê baweriyê de me, eger em asta berxwedan û çalakiyên xwe wekî 1999’an bilindtir nekin, emê bi hêsanî nikaribin asta vê tecrîda li ser Rêbertî berteref bikin û emê nikaribin bêjin me berpirsyartiyên xwe li beranberî Rêbertî pêkaniye. Wek hemwelatiyên Mexmûr jî bê gûman berpirsyartiyên ku dikeve ser milê me, divê em ji her kesê zêdetir li Rêbertiya xwe xwedî derbikevin. Heta ku em Rêbertiya xwe bi awayek fîzîkî di nava xwe de bibînin ku ev erka me ye, divê em hem çalakiyan bikin û hem jî pêşengtî ji çalakiyên giştî re bikin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar