Ticker

10/recent/ticker-posts

Ciwanên Mexmûrê: Aramanca herî girîng ya netew-dewletê tesfiyekirina ciwanane

Ciwanên Mexmûrê têkildarî êriş, gef û komployên ku li ser ciwanan tên kirin diyarkirin ku armanca herî giring ya netew-dewletê tesfiyekirina ciwanane û wiha gotin: “Ji bo civakekî azad û demokratîk pêwîste em têkoşîn bikin, ji ber ku bê têkoşîn jiyan ne mîsogere.”

Xurbet Tallî

Sîstema Kapîtalîst a 500 salî ku bingehê xwe li ser zihniyeta zilamsalar a 5 hezar salî avakirî, bi zext û gefan desthilata xwe li ser civakê ferz dike û civakê li gorî berjewendiyên xwe bikartîne. Di roja me ya îro de herî zêde êriş û komplo li ser ciwanan tê meşandin. Ji ber ciwan dînamîzm û pêşeroja civakêne. Hem di warê fîzîkî de hem jî di warê îdeolojîk û derûnî de, êriş û zextek tund li ser ciwanan tê meşandin. Ciwanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di derbarê vê yekê de ji Rojnews’ê re axivîn.

‘Ciwan hêza bingehîn ya civakê ye’

Yek ji ciwanên wargeha Mexmûrê Zehra Tarhan di derbarê mijarê de diyar kir ku ciwan hêza dînamîk ya civakê ye, ji ber wê di her alî de dibin hedefa êrişan û wiha got: “Ji bo ku em êrişên li ser ciwanan fêhm bikin, divê em destpêkê li ciwanan temaşe bikin. Ji ber ku ciwan hêza bingehîn ya civakê ye û her wiha rol û mîsyonê ji nifşekî derbazî nifşekî din dike. Em vêya divê baş bizanibin her îdeolojiya ku ber bi serkeftinê ve diçe, bingehê wê jin û ciwanin. Rola ciwanan ya di nava civakê de pir girînge, ger mirov di hêla hişmendî de bigire dest heta kesayet û îdeolojî, bi awayek giştî mirov dikare bêje rola civakê jî digihîne encamê.”

Zehra Tarhan wiha axaftina xwe berdewam kir: “Pirsgirêka herî mezin ya ciwanan jî dema ji kesayet û koka xwe dûrdikeve ku bi wê re lîberalîzm pêşdikeveye. Ev jî civakê ber bi tinebûnê ve dibe. Niha çawa ku Kapîtalîzm ber bi krîza mezin ve diçe, îdeolojiya lîberalîzm jî heman tişte. Lê li beramberî wê alternatîfek wisa bi quwet a Netewa Demoktatîk heye ku dikare dawiya şer jî bîne. Ez bang li hemû ciwanan bi taybet ciwanên Kurd dikim ku xwe perwerde bikin, rêxistin bikin û yekîtiya xwe çêbikin.”

‘Herî zêde êriş li ser ciwanan tê meşandin’

Ciwanê bi navê Mahîr Tunç derbarê heman mijarê de wiha peyîvî: “Wek tê zanîn bi salane êrişên pir hovane li ser gelê Kurd tê meşandin û li beramberî van êrişan jî gelek serhildanên Kurd hatine kirin. Êrişên ku hatine kirin piranî fîzîkî û rewanî bûn. Gelê me heta demekê her çiqas berxwedanekî bê hempa dabe meşandin jî, lê ji ber sîxurtî û bê tifaqiya di nava civakê de ew serhildan têkçûne. Lê piştî ew qas serhildanên ku hatîne kirin, rêxistinek derket holê û heta roja me ya îro jî ev rêxistin hebûna xwe dide meşandin. Ev rêxistina ku bi navê PKK hatî avakirin, destpêkê bi ciwanan hat avakirin.”

‘Di roja me ya îro de êrişa herî zêde tê meşandin, êrişa çandî ye’

Tunç balkişand li ser curê êrişên li ser ciwanan û wiha pêde çû: “Di roja me ya îro de dema em temaşe dikin, hêzên netew-dewlet êrişekî mezin ne tenê li ser ciwanên Kurdistanê, li ser tevayî ciwanên ku pardîgmaya Rêbertî diparêzin pêktînin. Yek ji armanca herî girîng ya netew-dewletiyê tasfiyekirina ciwanane, ji ber ku ciwan nifş dide berdewam kirin, lewra êrişên dagirkeran herî zêde li ser ciwanan tê meşandin. Lê êrişa ku di roja me ya îro de herî zêde tê meşandin êrişa çandî ye û li ser ciwanan tê meşandin. Lewra Rêber Apo di parêznameya xwe ya pêncemîn de dibêje; ‘Kurdên di bin pencên qirkirina çandî de’. Ji bo vê pêwîste destpêkê ciwan ji qirkirina çandî were parastin.”

‘Ji bo civakek azad û demokrat, pêwîstî bi têkoşînê heye’

Mahîr Tunç herî dawî wiha anî ziman: “Sîstema netew-dewlet hertim berhem û qezenca zêde ji bo xwe esas girtiye, ev jî li ser pişta civakê bi taybet li ser ciwanan bidestxistiye. Ji bo ku ciwanên me xwe li beramberî van êrişan biparêzin, divê destpêkê parastina xwe ya cewherî bingeh bigirin. Ez bang li hemû ciwanên Kurd dikim li nasname û civaka xwe xwedî derbikevin. Ji bo civakekî azad û demokrat pêwîste em têkoşîn bikin, ji ber ku bê têkoşîn jiyan ne mîsogere.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar