Ticker

10/recent/ticker-posts

Şêniyên Mexmûrê: PDK tenê ji bo berjewendiyên dewleta Tirk tevdigere

Şêniyên Wargeha Mexmûrê pêşwaziya mala Barzanî ya ji bo serçete Erdogan û danîna ala Tirk li ser Qela Hewlêrê şermezarkirin û gotin “Qela Hewlêrê dîrok û şaristaniya gelê Kurde. Ev nêzîkatî hemû gelê Kurd yê welatparêz dilgiran kir. Carek din PDK’ê dijminatiya xwe ya li hember gelê Kurd da nîşandan. PDK tenê ji bo berjewendiyên dewleta Tirk tevdigire. Rûpûşa PDK’ê ketiye û divê gelê Başûr bibîne.”

Jiyan Pîran

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî ji ajansa me re axivîn û pêşwaziya mala Barzanî ya li ser Qela Hewlêrê ku ji bo serçete Erdogan hatibû kirin bi tûndî şermezar kirin.

‘Bûyera li Qela Hewlêrê rûreşiyek bû’

Şêniya bi navê Cîhan Goyî di destpêka axaftinên xwe de tevahî cangoriyên azadiyê bi bîranî û got: “Em silavên xwe ji tevahî şervanên azadiyê re dişînin û serkeftinê ji wan re dixwazin. Ev bi salane faşîzma AKP-MHP’ê xwîna me dimije. Rûreşiya mala Barzaniyane ku ala Tirkiyeyê li Qela Hewlêrê ve teyîsandin. Şermek mezine. Ev yek heqeretek mezine li nirxên gelê Kurd hatî kirin. Pêwîste gelê Başûr îro cîhan di serê Erdogan de xirab bikira. Ji ber ku bi salane Erdogan Başûr dagir dike û malan wêran dike. Her wiha nahêlin gundî biçin gundên xwe. Lê em dibînin ku gelê Başûr bêdenge. Cîhan ji bo me çavgirtî ye. Ev êriş û zext bi hevkariya dewletên Ewropa tê kirin. Li her çar parçeyên Kurdistanê dora me Kurdan hatiye girtin û dagirkeriyek heye. Divê em wek Kurd bertekên xwe raber bikin û rabin ser lingan.”

‘Gelê Başûr bêdenge’

Cîhan Goyî anî ziman ku gelê Kurd, îro di pêvajoyek zehmet de derbas dibin û ev bang li gelê Başûr kir: “Dewleta Tirk dixwaze me tûne bikin û em jî dixwazin xwe bidin jiyankirin. Dema ku yek êrişî mirov bike, malên mirov wêran bike, gundan talan bikin û welatê mirov dagir bike, divê mirov xwe bêdeng neke û bibe xwedî helwestek tûnd. Mixabin me dît ku gelê me yê Başûr wek miriyane û li hember her tiştî bêdengin. Gelek kesên hêja li Başûr bi destê sîxurên dewleta Tirk-PDK’ê hatin şehîdxistin. Pêwîste gelê Kurd nehiştiba serçete Erodgan bikeve Hewlêrê. Ji bo wê divê gelê Başûr li dijî dagirkeriyê rabe ser lingan.”

‘Divê Iraq neyê lîstokên Tirkiyeyê’

Her wiha Şêniyê bi navê Eshed Çelê jî li ser heman mijarê axivî û di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku divê dewleta Iraqê neyê lîstokên dewleta Tirk û bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re nekeve nava şer û wiha pêde çû: “Dibe ku hevdîtinên Erdogan û dewleta Iraqê yên li ser şerê li dijî Tevgera Azadiyê pêkbên, ji ber ku herdû dewlet jî dagirkerên Kurdistanê ne. Heta niha jî Iraq ne ketiye nava lîstokên dewleta Tirk û bi Tevgera Azadiyê re neketiye nava şer. Em di wê hêviyên de ne ku dewleta Iraqê wê nekeve nava şaştiyek wisa.”

‘Carekdin rûyê qirêj yê PDK’ê hat dîtin’

Eshed Çelê bal kişand li ser hatina Erdogan ya li Bexda û Hewlêrê û ev tişt bilêvkir: “Hatina Erdogan ya ji bo Başûrê Kurdistanê û pêşwaziya mala Barzanî ya ji Erdogan re em dil girankirin. Em ji pêşwaziya li Qela Hewlêrê ku ji bo serçete Erdogan hatî kirin gelek êşiyan. Divê gelê Başûr bê bertek nemaban. Bê bertekbûna gelê Başûr jî em êşandin. Qela Hewlêrê dîrok û şaristaniya gelê Kurde. Ev nêzîkatî hemû gelê Kurd yê welatparêz dilgiran kir. Carek din me dît ku PDK dijmintiya xwe ya li hemeber gelê Kurd da nîşandan. Kesên ku ev pêşwazî kirî, çi partî be, çi jî qaşo serok bin, divê ji Kurdbûnê bên avêtin û ew êdî ne Kurdin. PDK’ê da ser xwîna şehîdên pêşmerge. PDK tenê ji bo berjewendiyên dewleta Tirk tevdigire. Rûpûşa PDK’ê ketiye û divê gelê Başûr bibîne.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar