Endamê Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê Yunis Dag diyar kir ku Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê amadekariyek mezin ji bo perwerdeyên çandê dikin û wiha got: “Ji ber ku yên perwerde dibînin pîraniya xwe xwedevanin tenê di havînê de derfetê wan yên beşdarbûna vê xebatê çêdibe.”
Jiyan Pîran
Parastina çanda civakê erkê her ferdek yê civakê ye. Ji bo bi cih anîna wî erkî kes dikare xwe yan jî ferdên malbata xwe teşwîqî xebatên çand û hunerê bike. Ji derveyî ferdên civakê erkê herî mezin yê dewlemendkirina çandê dikeve ser milê endamên çand û hunera wê civakê. Li ser vî bingehî Navenda Çand û Hunerê û Stêra Zêrîn ya Mexmûrê her sal di werza havînê de perwerdeyên amûrên mûsîkê, stran, şano û dîlan sazûman dikin û rêjeyek mezin zarok û ciwanên wargehê beşdarbûna xwe ji van perwerdan re çêdikin.
Têkildarê
amadekariyên perwerdeyên îsal, Endamê Navenda Çand û Hunera Mexmûrê Yunis Dag
ji rojnameya me re axivî.
‘Bi dilxweşî û kelecanek mezin beşdarî perwerdê dibûn’
Endamê
Navenda Çand û Hunera Mexmûrê Yunis Dag di destpêka axaftina xwe de diyar kir
ku wek xebatkarên çand û hunerê plansaziyek berfireh ya perwerdekirina zarok û
ciwanên wargehê dane pêşiya xwe û wiha got: “Wek tê zanîn wê di demek nêz de dibistanê
wargehê bikevin betlaneya havînê. Ji bo wê jî wek endamên Çand-Hunerê û Stêra
Zêrîn me dest bi amadekariyên perwerdeyên amûrên mûsîkê,
stran, şano û dîlanê kirine. Em dixwezin zarok û ciwanên wargehê di aliyê
çandî de bikin xwedî zanist û huner. Emê van perwerdeyên xwe li dibistana Şehîd
Serhet û li Stêra Zêrîn bidin. Ciwan û xwendevanên wargehê salên derbazbûyî bi
dilxweşî û kelecanek mezin beşdariya xwe ji van perwerdan re çêdikirin. Ji ber
ku di havîna derbaz bûyî de jî di bin sêwana Stêra Zêrîn de gelek perwerde
hatin dayîn. Hevîna derbazbûyî gav avêtinek bû. Em dixwazin di vê havînê de
xebatên xwe yên perwerdekirina ciwanan berfirehtir bikin. Em piranî xebatên xwe
yên perwerdekirina zarok û ciwanan di betlaneya havînê de didin destpêkirin. Ji
ber ku yên perwerde dibînin pîraniya xwe xwendevanin tenê di havînê de derfetê
wan yên beşdarbûna vê xebatê çêdibin.”
‘Rêjeya
beşdarbûna xwendevanan geleke’
Yunis Dag di
berdewama axaftinên xwe de destnîşan kir ku divê her kesek di aliyê xwe de sûdê
bigihîne çanda xwe û wiha anî ziman: “Ji ber ku rêjeya beşdarbûna xwendevanan
geleke em her sala di dawiya perwerdê de komek ya orkestirayê çêdikin. Piştî
fêrbûnek baş ya wan xwendevanan kom tên çêkirin, ev kom di şahiyên wargehê de
derdikevin ser dikê û hunera xwe pêşkêşî gelê wargehê dikin. Hefteyek piştî ku
dibistan bikevin betlaneya havînê wê perwerdeyên me bên destpêkirin. Piranî
amadekariyên me qediyane. Hevalên jin dikarin ji bo nav nivîsîna xwe serî li
Stêra Zêrîn bidin, hevalên xort jî dikarin serlêdanê ji bo Navenda Çand û
Hunerê bikin. Divê gelê me bi taybetî jî ciwanên me xwedî li çanda xwe
derbikevin. Ji ber ku her diçe bişaftinên mezintir li ser çanda me tên pêkanîn
û roj bi roj bi tinebûnên re rû bi bû dimîne. Her kesek di aliyê şêwaz û hunera
xwe de dikare dewlemediyek mezintir bide çanda gelê Kurd. Ciwanên me di kijan
aliyên çandî de xwe têrker bibînin divê xebatên çandî di wî alî de berfirehtir
bike.”
0 Yorumlar