Ticker

10/recent/ticker-posts

TÊKOŞÎNA ÇANDÎ


Cudahiya herî bingehîn a mirov ji çandên din, bê gûman kêrhatina wî/ê ya afirêneriyê ye. Bi pênaseyeke din; bûyîna xwezaya dûyem bixwe ye. Xwezaya dûyem tê wateya pêvajoya civakîbûna mirov. Jixwe xala bingehîn a ku mirov ji çandên din vediqetîne ewe ku bi saya (xêra) afirêneriya xwe dijî. Xwezaya yekemîn bi tevahî rêzikên çêbûn û pêşketina hemû gerdûnê pêktîne, xwezaya dûyemîn xwe di kesayeta mirov de heyî dike.

Xwezaya dûyemîn, di heman demê de destpêka dîroka civakî ye. Dîroka gerdûnî jî destpêka xwezaya yekemîn e. Bi vî aliyê xwe dîroka civakî wekî ku her tim tê bikaranîn, bi dîroka nivîskî re destpê nake. Berovajî dîroka nivîskî, ji dîroka ku ji asta koma destpêkê ya ku mirov wek cûre dest bi cudahîbûn û afirandina çanda aydî xwe dike û berdewam dike tenê rûpelek e.

Di nav xwezaya yekem de mirov xwezaya xwe ava dike (kom, civakîbûn), avahîbûnên ku civakîbûnê pêk tînin, serpêhatiya destpêkê ya watedariyên ku naveroka vê avahîbûnê pêk tîne, di heman demê de (bi gelemperî) tê wateya derketina holê ya çandê.

Jiyaneke bi qasî asîmanan zelal, kelecaneke ku her roj çavkaniya xwe ji vedîtinên (îcadên) nû digire xwe serbest îfade dike, bihuştên xeyal û çîrokên heta nîvê şevan ne tenê ji bo zarokan ji hemû endamên civaka mirovên heyî re, di tama helbestê de tê vegotin e. Ew demên ku ti nîşaneya veqetîna kirde û obje jî di hebûn û jiyana mirov de tine ye. Çanda ahengê bi temamî li gor kesayeta xwezaya yekemîn berdewam dike.

Piştî bi hezaran salan êdî destpêdike temayên (mijarên) sereke yên lêgerîna bihuştê li xeyal û çîrokan tê barkirin. Ji ber ku êdî di nav dilê xwezaya dûyem de çand, hîle, hesûdî û despotiya hişmendiya bajarên dewletparêz, desthilatparêz û ferdparêz ku xwezaya yekem û dûyem weke lûtfeke xwedayî ku divê di bin fermana wan de be dibînin hat. Dîroka nexweşiyên civakî, êş, kul û keder, evd û koletiyan di jiyana mirov de hem bi têgîn û hem bi arguman, hem jî  bi zar û zimanê xwe hat û bû bela serê mirovan. Vaye zayîna xwe ya anormal di van deman de kir. Bi gotineke din serboriya afirandina çanda mirovahiyê bi dû milan ve veqetiya. Ya yekem û xwedî dîroka herî dirêj çanda Neolîtîk bû. Ya dûyem jî çanda desthilatparêz a bajarên dewletparêz ku di temenekî çend hezar salan de bû. Ev, di heman demê de nirxên çandî yên ku mirovahiyê ew afirandine û ziman, edebiyat, huner û her cure çalakiyên ku wê tînin ziman bi reng, kesayet, cewher û şêweyê xwe bi aliyên din ve averêkirin û ji rê derxistin bû. Ya ku pêk hat jî ev bû. Çanda dewletparêz a ku ne pêwîst û ne jî mecbûrî bû, di rastiyê de di dîroka civakîbûniya mirov de ji rê derketineke zîhnî bû. Hat xwestin li şûna dîroka civakîbûnê dîroka çanda dewletbûn û desthilatdarbûnê bê serdestkirin. Bijardeya jiyanê bi dû aliyan ve veqetiya. Veqetîneke tûj û mecbûrî! Ji bo tercîhên jiyanê yên mirovan di xwezaya xwe de bi rê ve neçin, ji aliyê hişmendiya dewletparêz ve her cûre hewldan hatin dayîn. Hemû nirxên ku mirovahiyê ew afirandine êdî biçûk hatin dîtin, sivik û hov hatin hesibandin, her tiştên li ser navê duh û paşerojê hatin kavilkirin, çi hebe di niha de lê hat gerandin, hikmên wate û pêwîstî nîne ku ji siberojan re jî tiştek bê hiştin, ew demên ku ev hemû rakêşer hatin kirin, di cîhana mirovahiyê de di eyara erdhejê de çûn û hatinên xwe ava kirin.

Di rewşekê de ku mirovan hewl dan heqîqetê nas û fêm bikin, çanda bajarên dewletparêziyê civak weke kabûsekê xist bin fermana xwe. Vê yekê jî bi xwe re feraseteke nû derxist holê. Mirov ketin ser rêya lêgerîna heqîqetê. Ji ber ku her tiştên li ser navê jiyan û mirovahiyê bi qurnazî û bêwîjdanî berevajî kirin; bi qirkirinên fizîkî, bi neheqiyan, kevir li ser kevir nehiştin, talan, xesp, girtina bin destê xwe ku li ser nirxên mirovahiyê ew afirandine hatine pêşxistin, êdî bibû weke toqa çarenûs  û qederê.  Û toqa qederê di teolojiyê de, mohra xwe jî lêxist ku di rastiyê de xwediyê rastîn ê civakîbûn û afirandina çandî ya ku li derdora jina dayîk teşe girtiye ew bixwe nîne û hestiyekî ji parsûyê ye û êdî dawî li cîhana azad hatinê bû.   

 Ji aliyekî ve pêvajoya çandîbûn û çandbûnê berdewam dikir, ji aliyê din ve jî dîroka şer û fikara parastina hebûna çandî, bi derketina holê ya çanda bajarên dewletparêziyê destpê kir. 

Navenda Nûçeyan

Yorum Gönder

0 Yorumlar