Li
Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, 31'ê Adarê 61 milyon kes çûn ser sindoqan da ku
rêveberên xwecihî ji bo 5 salan destnîşan bikin. Bi vê hilbijartinê, li 30
bajarên mezin, li 51 bajarî, li 519 navçeyên bajarên mezin, li 403 navçeyan, li
385 bajarokî bi giştî hezar û 389 şaredar û her wiha 50 hezar û 236 muxtar
hatin hilbijartin.
Bloka
faşîst a AKP/MHP'ê bi hemû derfet û îmkanên dewletê hewl da rejîma tekperest bi
hilbijartina xwecihî temam bike. DEM Partî jî li dijî vê bloka faşîst, ji bo
xisirandina wê û dawî anîna li qeyûman ango dagirkeran, stratejiya xeta sêyemîn
meşand. Gelê Kurd, Kurdistanî, demokrat û rêwiyên heqîqetê bi pîrozbahiyên 8'ê
Adarê û 21'ê Adarê Newrozê silav dan baharê.
31'ê
Adarê jî di hilbijartina xwecihî de bi helwesteke mîna ya Kawayê Hesinkar
derbeke neyê ji bîrkirin li dagirker û dijminan dan. Yên "pîlanê
çokdanînê" li dijî gelê Kurd xistine dewrê, 31'ê Adarê çokên wan fisiyan û
rûyê wan reş bû. Pîrejin, kalemêr û ciwanên Kurdan li nava çavên dagirkeran
nêrîn û pirsîn "hûn ji ku derê ne? tu ji kû yî?" Dagirker ne li benda
helwesteke bi vî rengî bûn, şok bûn, serşor bûn, nikarîbûn gotinekê bibêjin.
Belkî
ne bi hejmar û reqeman, lê bi vî ruhê Kurd û Kurdistanî, bi vî ruh û rewanê
azad, dagirkerî bi bin ket û êdî li Kurdistanê meftûn e. Gelê Kurd li dijî
tecrîdê û ji bo serbestiya Rêbertiyê helwesta xwe diyar kir. Ji bo nasnameya
xwe, ji bo xwebûn û hebûna xwe, bi jinxasî û mêrxasî got; ez dengê xwe didim
xwe. Bi vî awayî nîşan da ku Kurd ne Kurdê berê ye, Kurd ne Kurdê ti kesî ye,
Kurd ê xwe ye.
Ji
dijminatî, qirkerî, înkarkerî û zîhniyeta qeyûman ango zîhniyeta dagirkerî,
dizek û talankeran re gotiye; na, na, na. Helbet ev hilbijartin ne li
hilbijartinaneke ji rêzê bû. Di bin siya hîle û sextekariyan pêk hat.
Desthilata AKP/MHP'ê ji bo şaredariyên Kurdan dagir bike serî li her rê û
rêbazan da.
Bi
hezaran esker, polîs û hilbijijêrên sexte birin Kurdistanê û dengê xwe bi kar
anîn. Nexasim jî ev yek li Şirnex, Bedlîs û Qersê bi awayekî eşkere pêk hat. Bi
vê rêbazê gelek şaredariyên Kurdan hatin desteserkirin ango dagirkirin. DEM
Partî yek ji serketinên herî mezin li Wanê bidestxist. Şaredariya Bajarê Mezin
jî di nav de her 14 şaredariyên xwe girtin.
Desthilata
AKP/MHP'ê tehamûlî vê serketinê ne kir û 1'ê Nîsanê hewl da bi derbeyeke faşîst
şaredarî û vîna gel xesp bike. Lê belê ev hesabê faşîzmê bi ser neket. Xelkê
Wanê li dijî vê derbeyê rabû serhildanê. Dikan nehatin vekirin, kes neçû kar û
dibistanan. Ji heft heta heftê salî bi sedhezaran kes daketin qadan. Li dijî
teror û faşîzmê, her kolana Wanê bû cihê serhildan û berxwedanê.
Ev
berxwedan li bajarên din ên Kurdistan û Tirkiyê jî belav bû. Gelê Kurd bi vê
sekna xwe ya birûmet, bersiv da zilm, zext û pergala qeyûm. Li hemberî vê sekna
gel dagirkeriya Tirk neçar ma paşde gav bavêje. Bi vê yekê ne tenê vîna xelkê
Wanê, îradeya tevahiya Tirkiyê hat rizgarkirin. Gel vê serketina xwe diyarî
Rêber Apo kir. Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê jî ev berxwedana xelkê Wanê wek
şoreşê binav kir.
Gelê
Kurd bi xwedîderketina li vîna xwe, di têkoşîna azadiya Kurdistanê de rûpeleke
nû vekir. Nîşanî dost û dijmin da ku wê careke din destûr nedin dagirkeran. Wê
li dijî înkar, nijadperestî û faşîzmê têkoşîna azadî û demokrasiyê bimeşîne.
DEM
Partî bi encamên niha yên ne fermî, 3 bajarên mezin, 7 bajar, 58 navçe û 7
bajarok, bi giştî 78 şaredarî bidestxistin. Di asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê
de Batman bi rêjeya ji sedî 65 bû bajarê yekemîn ku deng daye partiyekê. Xelkê
Batmanê bi vê sekna xwe bersiveke xurt da zîhniyeta DAIŞ û hevkariya hin
derdorên ku ji xwe re dibêjin; Kurd, lê bi dewleta Tirk a dagirker re ne.
Ne
tenê li Kurdiatanê li bajarên Tirkiyê jî DEM Partî bi stratejiya xwe bi rejîma
faşîst mezin da windakirin. Di hilbijartinê de gel xwedî li îrade û Rêberê xwe
derket. Jinên ku tawîz ji xeta hevserokatiyê nedan, bi ser ketin. Ciwan bi
serketin. Hevşaredarên DEM Partî niha mazbatayên xwe digrin û dest bi xebatê
dikin. Hevşaredar dibêjin; êdî dema xizmeta ji bo gel e. Dema şaredariyên
dermokratîk e.
Kendal
Midyad Urun
0 Yorumlar