Xweparastin, qanûn û hebûnek xwezayî ye. Di xwezayê de xweparastin neçariyek ya jiyanê ye. Çiqas xweparastin ew qas jiyan e.
Di
xwezayê de gula bi strî yek ji van nimûneyan e, her wiha her zindiyek ji bo
jiyan bike, her demê di berteka (refleks) xweparastinê de amadeye, ji ber ku
xemsarî xwe radestkirina mirinê ye. Ev qanûna xwezayî ji bo her zindiyekê şerte
û eger xwe neparêze êdî mirin li ser wî/ê desthilate. Ji ber wê xweparastin tê
wateya jiyanê. Me got, di qanûna xwezayê de xweparastin neçariyek ya jiyanê ye.
Ev zagon ji bo mirov, netew, zayend û çand jî gelek girîng û watedare.
Li
vê cîhanê desthelat û sermayedaran hemû heyînên heyî daye ber xwe û talanek
xeternak di rûyê wê de tê dîtin. Êdî felaketa talana li ser mirovahiyê
destpêkiriye. Ji bo berjewendiyên xwe, xweza kuştin, hemû zindî di rewşek
xeternak ya nemanê de hiştin û tên tinekirin. Em bên ser rewşa netewa Kurd ku
di kîjan cihên vê felakete re derbaz dibin. Ji ber ku di cîhana sermayedar de
wijdan û menewiyet tineye, ji bo wê divê êdî kes li benda hêviyek erênî nemîne.
Bendewariya wê xwe bixwe kuştine. Ji bo em ji van xeternakên dîrokî rizgar
bibin, divê ji her tiştî zêdetir şev û roj di tekoşîna xweparastinê de berdewam
bin. Em wek netewa Kurd, ji ber bîrdozî û felsefeya Rêber Apo ya netewa azad û
wekheviya zayend bûne hedefa cîhana sermayedar. Ji bo ku di qanûnên vê desthelatê
de mirovên azad nemînin û her kes bibe ebdê wê. Dermanê vê jî xweparastin û
berxwedane! Bi xweparastinê emê bên dîtin û naskirin, weke din ti çare û rêyek din
ya me nîne. Di vê şoreşa ku di nava şoreșê de jin serkêşiya wê dike barek girantir daniye ser
milê xwe. Çawa di nava şevek tarî de findek biçûk pêketî diyar dibe, wisa di
nava tarîstana Rojhelata Navîn de jî șoreşa jinê destpêkir û îro ber bi rojek
ronahî ve diçe. Ev bi xweparastin û berxwedanê hat dîtin. Di nava ahenga
xweparastinê de, têkoşîna jina Kurd, garantî kirina jiyana azad û resentiya
civaka ye. Îro jina Kurd ji nû ve avakirina xwezayî ya bingehê xwe ji neolotîk
digire, li ser heman kokê dayîne. Şoreşa jina Kurd ku bi avakirina Koma Jinên
Kurdistanê destpê kiriye, dê bi felsefa Rêber Apo ya Netewa Demokratîk bigihe armanca
xwe û civakek azad ya xwezayî ava bibe. Ev dê bibe hêvênê avabûna cîhanek nû ku
bi xweparastinê gihande vê astê. Ev bi xweparastinê çêbûye û wê bi xweparastinê
jî serbikeve. Xweparastin têkoșîne.
Di
vê dema wisa dijwar de, xweparastina jina Kurd, bawerî û hêviyek mezine ji bo
jinên cîhanê yên şorejger. Êdî dîrok şahide ku jina Kurd bûye pêșenga şoreşa
mirovahî ya cîhana nû. Ev dîzayna nû ya bi ked, têkoşîn û xweparastina jina
Kurd destpêkirî, bibe binyata şoreşa jinên cîhanê jî. Ev rastî li çiyayên
Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê tê dîtin. Ji ber wê jî bala cîhanê li ser vê
șoreşê cuda ye. Ev rastî bi rêxistina jinê re diyar bûye. Ew cîhana heta niha
hebûna me ne didîtin, îro bi saya têkoşîna jina Kurd weke ronehiyê ya jiyanê di
nava taristana fikrên siyasiya îslamî û baviksalarî de bûye rênîşanek ya
jiyanê. Ji ber wê jî em di bêjîn şoreşa jina Kurd şoreşa di nav şoreşê de ye.
Yanî di nava şoreşa azadiya Kurdistan de, şoreş û xweparastina jina Kurd
serkeftinek gelek mezintire. Ji ber ku azadiya civak û Kurdistanê bi azadiya
jinê ve girêdayiye.
Helîma Geverî

0 Yorumlar