Ticker

10/recent/ticker-posts

PAKREWANÊN ROJÊ: ŞEMSEDÎN BÛLÛT

 


Her şoreşgerek deryayeke û naskirina her şoreşgerek biqasî ku hêja û bicoşe, ewqas jî watedar dike cîhana mirovan. Lê bilêvkirina vê deryayê jî ne kareke hêsane.

Naskirina şoreşgeran dişibe deryayeke bêbinî û bêdawî, kûr û xwedî rengên cûda ye. Ji ber şoreşger ew kese ku serkêşiyê li beramberî ya heyî dike, zincîrên heyî qebûl nake. Her wiha di xwe de dengê berxwedêrên kevnar dubare tîne ser ziman, mîna ku ji binya xirabeyan kulîlkek serê xwe derxîne. Şoreşger di heman demê de ya nû jî bi şênberî xwedî dike.  Lewma şoreşger duh, îro û siberoje. Ewîn yê ku li beranberê dijmin sing bi sing şerdikin û dibin hêvya gelê xwe. Yek ji van Egîdan jî rêheval Şemsedîn Bulut ango Bedrî ye ku di sala 1973 de li Hîlal Qilabanê di nav malbatek xwedî nirxin welatparz û têkoşer de çavên xwe li cîhanê vedike. Heval Bedrî pênc salan dibistanê dixwîne û di her dersek xwe de pileya yekemîntiyê bidest dixe. Rêheval Bedrî di nav vê malbata welatparêz de, di çarcoveya fîkir û bîrdoziya têkoşîn kirinê de tê mezinkirin. Ev yek pêşeroja wî jî diyarkiribû. Di deh saliya xwe de dest bi milîstiyê dike. Heval Bedrî di wî temenê xwe yê biçûk de bi dilek mezin barê welatê xwe rakiribû ser milê xwe. Bi coş û moral karê xwe dikir û ji bo pêwîstiya gerîlayên doza welatê xwe çi ji desta bihata bê dudilî dikir. Rêheval Bedrî piranî pêwîstiyên hevalan pêşwezî dikir. Car hebû ku ev kel û pel jêra giran dihat, nikaribû di wî temenê xwe yê biçûk de rake, wê dema ji xaleta xwe alîkarî dixwast. Ti carê xwe bê çare nedihişt hemû deman alternatîfek wî hebû. Dîsan ji rojan rojek bû ku Rêheval Bedrî ji bo hevalan tişt dibir. Dema dibe rastê operasyona dijmin tê, bi cesaretek mezin ji bo nekeve destê dijmin xwe di hemîza xwezayê de vedişêre. Xweza vî ewladê xwe yê biçûk di paxila xwe de diparêze û ji hovîtiya dijminê mirovahî û xwzayê rizgar dike. Heval Bedrî kesek zîrek û fedekar bû, li hêlekî karê milîstiyê dikir, li hêla din jî ji bo debara malbata xwe çi kar hebûya dikir. Li beranberê her mirovekî dilnizm û her tim di nav danustanê de bû. Wek her gundek Kurda gundê Hilal jî di bin êrişên dijmin de jiyana xwe derbas dikirin. Zarokên vî gundî her roj şahidiya hovîtiya dijmin dikirin. Rêheval Bedrî di temenê xwe yê bicûk de dijminê xwe yê ku li ser gelê Kurd polîtîkayê zext, êşkence û komkujiyê dimeşîne nasdikir û dema van êrişan didît kînek mezin di nav dilê xwe de di hewand. Ji bo tola van êrişan rake hê bêhtir kar dikir. Ji ber wê jî dû caran tê girtin. Dema tê berdan karê xwe berdewam dike û ti carê gav şûnde navêje. Heval Bedrî dizanîbû, ev karê ku dike têra tol û têkoşîna wî ya mafdar nedikir, ji ber wê jî divê berê hespê xwe bide çiya û ala kesk, sor û zer li her lutkeyên çiyayên walatê xwe bilind kiriba. Ji ber wî jî her çendî di jiyanê de bêje ezê tevlî gerîla bibim, lê ew roja ku diçe ji dayîka xwe re nabêje ku ezê bibim gerîlayek. Bi coş û kelacanek cilê xwe li xwe dike çeka xwe davêje milê xwe û xwatirê xwe ji dayîka xwe dixwaze û dikeve ser rêya çiyayên welatê xwe. Lê dayîka wî nizanîbû ku wê bibe gerîlayak ji wan gerîlayên li ser rêya heqîqetê. Wisa dizanîbû ku ji ber êrişên dijmin wê biçe Zaxo. Lê ji ber tolê ji dijminê xwînxar rake di sala 1993 de berê xwe nedabû Zaxoyê, berê xwe dabû çiyayên walatê xwe.

Piştê bîst rojan ji dayîka xwe ya kedkar re nameyek dişîne û di namê de wiha dibêje. ‘Dayîka min ya delal tu xemgîn û meraqa min neke ez başim ez neçûm Zaxo, lê çûm nav şoreşê. Kurê te bû gerîla ji bo doza xwe ya mafdar. Ji bo tola hêsirên dayîkan rakim bûme gerîla.’ Têkoşîna Bedrî êdî li çiya berdewam dikir û di demek kin de, di her hile de xwe pêşdixe. Di nava jiyanê de bi coş, kelecan û helwesta xwe ya sempatîk karî her tim ji bo hevalên xwe bibe çevkaniya moralê. Li çiyayê azad têkoşîna xwe bilintir dike û heyfa neheqiyên bi salan ji dijminê xwe radike. Bi qahramantî diçe ser dijmin û bi serkeftî vedigere. Rêheval Bedrî di sala 1994 de bi coş û kelecanek diçe çalekiya qereqola Kirur Qilebanê û bi serkeftî vedigere. Lê dema vegerê de di bombebarana topan de digihije karwanên nemiran.

Yorum Gönder

0 Yorumlar