Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê çalakiya nobetê bi koma 55’an didome

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya nobetê ya ku di 20’ê Tirmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Ocalan hatiye destpêkirin, di roja 274’an de bi koma 55’an didome.



Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ya ku di 20’ê Tirmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja 274’an de bi koma 55’an biryardariyek xurt berdewam dike.

Merasîma dewrgirtinê li Saziya Ciwanan bi amadebûna gel û çalakvanan bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 54’an Ezize Tîmor axivî.

Ezîze Tîmor di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Ev 25 salin Rêbertiya me di girava Îmralî de tê dîlgirtin û ji 3 salan zêdetir ku em ti agahiyekê jê nagirin. Mafê her girtiyekê heye ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin. Lê dewleta Tirk Rêberê me ji vê mafê bêpar dihêle. Pêwîste wek jin û ciwanên gelê Kurd em çalakiyên xwe xurt bikin û Rêbertiya xwe fîzîkî azad bikin. Divê em Rêbertiya xwe xwedî derbikevin û yekîtiya xwe xurd bikin. Dewleta Tirk bi hovan êrişê her cihî dike. Ji bo ku em pêş li van êrişan bigirin divê em Rêbertiya xwe azad bikin. Dem dema fîzîkî Azad kirina Rêbertiye.”

Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar