Li Wargaha Penaberan a Mexmûrê Hecî Yusif Gundikremoyî yê ku di 2’Nisana 2024’an de jiyana xwe ji dest dabû, wek Şehîdê Ked û Demokrasiyê hat îlan kirin.
Li Wargaha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hişedarê Navenda Çand û Hunerê Hecî Yusif Gundikremoyî yê ku di 2’Nisana 2024’an de di encama nexweşiyekê de jiyana xwe ji destdayî, wek Şehîdê Ked û Demokrasiyê hat îlan kirin.
Merasîma bîranînê li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi amadebûna malbat û xelkê wargehê û bi girtina deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir.
Piştî rêzgirtinê endamê Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê Xelîl Hilalî li ser ked û jiyana Şehîd Hecî Yusif axivî û wiha got: “Hevalê me Hecî xwedî ked û têkoşînek mezine. Di nava gelek xebatên cûda yên wargehê de cihê xwe girtiye û kedek ya wî ya mezin heye. Heta dawî bi Serokatî, rêxistin û şehîdên xwe ve girêdayî bû. Bavê şehîd û şervana ne. Hêjayê Şehîd bûnê ye.”
Li ser navê malbatê jî kurê Şehîd Hecî Yusif Gundikremoyî, Bêwar Gundikremoyî axivî û wiha pêde çû: “Li ser bavê xwe axaftin û keda wê vegotin ji bo min gelek zehmete. Ji ber ku kedek mezin ya 65 salan li pey xwe hêla. Ti caran teredûdek cûdatir jiyan nekir û di rêya xwe de safî bû. Hem wek malbat hem ji wek civak em xwedî şehîd û şervanin. Bavek di hemû kêliyên jiyana xwe de li ser xet û têkoşîna şehîd û şervanên xwe meşiya ye û di meşa xwe de jî kedek mezin daye. Em bi hêza bavê xwe, xwe li ser lingan digirin. Emê heta dawî şopdarê şehîdên xwe bin.”
Merasîm bi bilind kirina dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Jin Jiyana Azadî’ bi dawî bû.
0 Yorumlar