Yek ji armancên klîka faşîst ku şer dabû destpêkirin, hilweşandina YKSS’ê (Sovyeta kevin) bû. Lê YKSS çawa ku di şer de bi ser ket, wiha jî ji tecridbûnê xwe rizgar kir. Cepheyên gel ku li Ewrûpayê bi alîkariya arteşa sor a Soveyêtê, li Rojhilatê Ewrûpayê hatibûn avakirin, di dawiya şer de îqtîdara dewletê bi dest xistin. Komînîst ku di nav cepheyên gel de bandor bûn, di têkoşîna li dijî partiyên demokrat ên burjuwa de bi ser ketin û Komarên Gel ku şiklê destpêkê yê dîktatoriyên proletaryayê bûn avakirin. Bi avakirina komarên gel re li tevahiya Rojhilatê Ewrûpayê, rewşa tecrîdê ya li ser YKSS’ê ji holê rabû. Welatên sosyalîst ku di navbera xwe de di qadên weke ekonomîk, siyasî û leşkerî de hevkariyeke saxlem pêş xistibûn, ji bo avakirina ekonomiya sosyalîst dest bi têkoşînê kirin û serkeftinên mezin bi dest xwe ve anîn.
Di qadên
ekonomîk û leşkerî de li beranberê dorpêça sîstema emperyalîst, heyîna civata
welatên sosyalîst ku bi hêza xwe ya cewherî pêşketibûn, yek ji bûyerên herî
girîng ên serdema me ne. Di her bûyera ku li devera herî dûr a cîhanê de pêk tê,
bandora welatên sosyalîst nedîtine gengaz e. Di gihiştina serkeftinê ya
tevgerên antî-faşîst û rizgariya netewî de, heyîna cîhaneke sosyalîst yek ji
faktorên herî girîng e. Şoreş, li welatên mêtingeh, bi hebûna sîstema sosyalîst
li dijî sîstema emperyalîst û bi alîkariya aktîf a ku ji sîstema sosyalîst tê
wergirtin gengaz e. Tevî ku hêza serekeya ku emperyalîzm hilweşandiye tevgerên
rizgariya neteweyî ne, hêza esasî ku ji bo ew bigihîn serkeftinê piştgirî dayê
jî, sîstema sosyalîst e.
Li
beranberî kirîza timî ya ekonomiyên kapîtalîst, serkeftina mezin a ekonomiya
sosyalîst, rewşa bi îstîkrar a ekonomiyên sosyalîst, serkeftinên di qadên
siyasî, leşkerî û çandî de hatine bidestxistin. Li ser esasê van hemû
serkeftinan rasteriya serkeftinî ku li beranberê emperyalîzmê hatibû
bidestxistin, bû sedem da ku sîstema sosyalîst li ser emperyalîzmê bi şiklekî
rasterast bandoreke hilweşandinê bike. Dewletên emperyalîst, ji beriya ku sîstema
sosyalîst were avakirin, dema ku li ser welatekî di bin hakîmiyeta wan de ye li
beranberê hev têkoşîn didan meşandin, tenê li gorî hêza xwe tevger dikirin. Lê
bi avakirina sîstema sosyalîst re ev rewş ji holê rabû, êdî weke faktoreke
astengdar hesabê welatên sosyalîst jî dikin.
Hebûna
welatên sosyalîst, ji bo welatên cîhanê navendeke timî ya rizgarî, ronahî û
kişandinê ye.
Li
Welatên Kapîtalîst Rewşa Tevgera Çîna Karker:
Welatên kapîtalîst
(bi taybet rojavayê Ewrûpayê) ku xwedî kevneşopiyeke têkoşînê ya dûr û dirêj û
tecrubeyekê zêde bû, di seransera şerê emperyalîst de, di binxistina faşîzmê de
û di serkeftin bidestxistina hêzên demokrasiyê de bi roleke aktîf rabû; piştî
şer, ji bo hedefên demokratîk û siyasî yên weke xurtkirina aştiyê, bi cihkirina
demokrasiyê, bipaşxistin û ji îqtîdarê dûrxistina tekdestan, têkoşîna xwe zêde
kir. Bi serkeftinên ku di encama vê têkoşînê de bi dest xistiye û bi
rêxistinkirina gel li dora xwe, bû hêzek ku hesabê wê tê kirin. Rewş gihiştibû
wê astê ku, li hin welatên kapîtalîst milîsên proletar ên şerker çêbibûn û bi
pêşengiya proletaryayê organên têmsîlî hatibûn avakakirin û serkeftinên pir
mezin bi dest xwe ve anîbûn. Dîsa, proletaryayê, bi van têkoşîn û serkeftinan,
alîkariyên xurt jî dabûn hewldanên her ku bilind dibûn ên avakirina sosyalîzmê
û tevgerên rizgariya neteweyî; di paşxistina emperyalîzm û bi hêzkirina
sosyalîzmê de roleke girîng lîst.
Tevgera
proletarya, ku di encama têkoşînên li dijî tekdestên emperyalîst pêş xistiye de
bibû alternatîfê îqtîdarê, piştî 1950’yanji ber îxaneta revîzyonîzma modern a
xulamên emperyalîzmê, ji bo demekê neçar ma ku leza têkoşînê kêm bike û di cihê
xwe de bimîne. Tevgera proletaryayê, îro ji ber ku revîszyonîstan rêveberiyên
partiyên komînîst û sendika xesp kirine, tevî ku tovên bagereke nû di nav xwe
de dihewîne, dişibe okyanûsek ku piştî bi bahozê aram û bêdeng bûyî.
Proletarya, ku ji ber îxaneta revîzyonîst ji rêveberiyeke bihêz bêpar maye,
heya ku rêxistina xwe ya şoreşger ava neke, çawa ku wê nekaribe têkoşînê pêş
bixe, wê weke pêwîst dike nekaribe alîkarî bide welatên sosyalîst û tevgerên
rizgariya neteweyî jî.
Tevî van
hem û mercên neyînî, bêyî ku qanûn û şefên sendîkayên revîzyonîst bi tiştekî
bihesibînin, grevên ku li dijî burjuwazî û revîzyonîstên modern ên ku xulamên
wan in pêş dikevin û ew jêre greva hovane dibêjin, îro jî ruh û potansiyela
têkoşer a proletaryayê nîşan dide. Li gelek welatên kapîtalîst ên pêşketî li
pey hev grev çêdibin, ji bo ku rêxistinên nû yên siyasî û girseyê werin
çêkirin, li dijî reformîzm, revîzyonîzm û Troçkîzmê têkoşîneke zêde zêde tê
meşandin.
Rêber Apo

0 Yorumlar