Di hemû
welatan de gel ji bo azadiya welatê xwe têkoşîn dikin û şehîdan didin. Lê li
welatek wek Kurdistanê ku hemû nirxên wê hatiye talankirin, navê wê jî ji nexşeyê
hatiye rakirin. Gelekî wekî gelê Kurd hemû tiştê wî ji hatiye dizin. Ji dîroka
xwe, ji çanda xwe û ji rastiya xwe hatiye qutkirin û zimanê wî hatiye qedexe
kirin. Li welatekî, ji bo gelek waha ku nefesek azad bistine, ji bo weke mirovek
jiyan bike her tiş encex bi têkoşîn û berxwedaniyek mezin dikare bidestbixe. Ji
bo jiyanek bi rûmet, bedelên mezin nedi nikari bidestbixî. Ji bo jiyanek bi rûmet
pir lehengan canê xwe feda kirin. Yek ji van lehengan jî rêheval Zafer e.
Metîn Gûleç
bi nasnav Zafer Cudî di sala 1983’an de li Şirnex Gundikêremo di nav malbatek
welatparêz de ji dayîk dibe. Malbat navê Metîn ku ji navê gerîlayekî girtine lê
dikin. Hîn di 6 saliya xwe de ji ber welatparêziyê bi zextên dijmin re rû be rû
dimîne û gundê wan tê talankirin û şewitandin. Ji ber wê jî neçar dimînin di
nava welatê xwe de bibin koçber û koçî bajarê Silopya dikin. Malbat li Silopya jî
xebat û têkoşîna xwe ya welatparêziyê berdewamdike û di demek kin de li wir jî
bi zextê dijmin re rû be rû dimîne û koçberî qontarên çiyayê Cudî dibin. Demek
li wir di nav zarokên weletê xwe de, di nav gerîla de jiyan dikin. Rêheval Zafer
jî wek şopdarek yê têkoşînê tê mezinkirin. Bihara 1994’an carke din rêya
koçberiyê dikeve pêşya malbatê. Vê carê berê xwe didin Başûrê Kurdistan ê.
Rêheval Zafer dibe zarokek penaber, rêwiyê jiyanek azad û heqîqetê ji bo welatê
xwe yê bindest. Di vê rêwîtiya xwe de pir wargeh digûherin û bi gelek zor û zehmetiyan
re derbas dibin. Heval Zafer dibistana
ku li Silopiya bi zimanê dijmin destpê kiribû, li wargehê bi zimanê dayîka xwe
berdewam dike. Heta navîn 3 dixwîne. Rêheval Zafer her tim wek pêşengekê
zarokan li dora xwe komdike, di leyîstokên xwe de kesekî berbiçav bû. Heman
demê di dibistana xwe de jî her tim di rêza yekem de û serkeftî bû. Di nav malbatê
de girêdanbûna heval Zafer ji bo dayîka wî diyarker bû. Rê heval Zafer ev hezkirina
xwe bi girêdanbûna ax û welatê xwe re dixe yek û li ser wî bingehî têkoşîna xwe
ya jiyanê didomîne. Di jiyana xwe de pêşketina xwe û yê hevalê xwe esas digre.
Ev dihêle ku heval û hogirê wî ji wî bawer bike. Ti carî neheqî nedipejirand û li
gorî derfetên penaberiyê tiştek di destê wî de hebûya, bi hevalên xwe re par
vedikir. Bê hevalê xwe ne dixwar û ne vedixwar.
Heval Zafer
êrişên dijmin ku li ser gundê wî çibûyî û bûyî sedama penapertiyê, wî ti carî ji
bîr nekirba. Êrişên dijmin dibû kînek mezin di nav dilê wî yê biçûk de û her
roja ku derbaz dibe mezintir dibe û dibe sedem ku têkoşîna xwe bilintir bike. Belê
Zafer xeyal û hêviya azadiyê di kesayeta xwe de zelal kiribû û li ser vî bingehî
bi bîr û bawerî tev digeriya û dixwest tola her zarokekî penaber rake.
Di karê ciwan û çandê de cih digere. Çi karê
rêxistinê hebûya xwe berde berpirsiyar dibîne. Lê ev têra xeyalên wî yên
azadiyê nedikir. Divê vî xeyalê xwe di çiyayên azad de bê dawî bikirba. Dema Rêber
Apo tê dîl girtin, rêheval Zafer digot ‘bê dengî şermek herî mezin e, divê em
jî bibin xwedî helwestek’ û di 08.03.1999’an de li ser dikê soza xwe ya tevlîbûnê dide û dibe şopdarek li ser
bîrdoziya Rêbertî. Demek kin de xwe pêşdixe û di pir qadên çiya de hespê xwe yê
azadiyê bi cesaret dibezîne, dibe xwedî bîryardarî û armancek bê hempa ya
têkoşînê.
Di 2005’an
de derbazî warê Egîdan çiyayê Cudî dibe û di 2009’an de dikeve kemîna dijmin û
xayînan, bi hevalekî xwe re digihije karwanên ne miran.
Berya ku şehîd
bikeve bi nameyek waha wesyeta xwe dike.
‘Wesiyeta
min ji dost û hevalan re. Min ne veşêrin. Bi stranan re di agirek mezin de min
bişewîtînîn û xweliya min li Cûdî û bi taybet jî li derdora Lawikê Xerîb
bireşînin. Mergê minê tim bi were be. Ezê hewl bidim ku ji were bibim hêz û ezê
bixebitim bibim layîqê we.’
Belê her
şehîdek wesyeteke ji bo gelê Kurd, wesyeteke ji bo dayîk, zarok, jin û ciwanan.

0 Yorumlar