Ticker

10/recent/ticker-posts

MÎRASA ÇANDÎ YA JI JINÊ HATIYE DIZÎN -Beşa 3

Bê guman divê pevçûna di navbera Enkî û Înanna were şîrovekirin. Ên hatine dizîn afirandinên jinê ne. Jin van afirandinan dîsa jê digre lê mekanîzmaya parastina van afirandinan pêş naxe. Ev pêvajo şerê di navbera jin û zilam de pênase dike. Tû tiştekî ku zilam avakiriye nîne, tenê dixwaze afirandinên jinê bidize, bike malê xwe û naveroka wê biguhere. Zilam baxçeyê jinê yê fêkî lê şîn dibin talan dike, lê jin wî efû dike û ji bo saxkirina nexweşiyên wê Nîntî ava dike. Lê Enkî wisa îdia dike ku, xwedê Nîntî ji bo ku jê re zarokan bîne dinê ava kiriye û navê Nîntî dike Hawa. Zilam ji bo xwe bike hêz û afirandinên jinê bike malê xwe her tim komployan li hemberî jinê pêş dixe û bi jinê re dikeve nava pevçûnê. Ji ber jin qebûl nake ku afirandinên xwe bide zilam, her tim pê re di nav pevçûnê de ye. Ev pevçûn bi giştî dû hezar sal berdewam dike. Heyanî mîtolojiya Enuba Elîş berdewam dike. Di mîtolojiya Enuba Elîş de, em dikarin çîroka Tîamat û Mardûkê weke çîroka windakirina jinê bigrin dest. Ev çîrok ji me re behsa çi dike?

Bi komkirina hêza xwe, ji aliyê zilam ve êrişkirina dayîka xwe bilêv dike ev çîrok. Mardûk sê tîran li dayîka xwe Tîamatê dide. Tîrê yekemîn li serê wê ango li afirandinên jinê, ya dûyemîn li dilê wê ango li hestên jinê, ya sêyemîn li rehma jinê ango li berhema jinê dide. Piştre zilam bi parçekirina laşê jinê, şaristaniya ku dixwaze ava dike. Êdî Mardûk dibe xwedayê ku tenê ew biryaran digre. Ji xwe xwedayên din jê re dibêjin ‘tû Tîamatê tûne bike, emê te weke yek xwedayê mezin qebûl bikin û hemû hêza xwe bidin te’. Ji bo xwedayên din tenê windakirina jinê girîng e. Ev rewş sazîbûna dewletê û guhartina çandî pênase dike. Belê bi windakirina jinê, civak winda dike, çand tê guhartin û feraseta yekane jîn dibe. Ji ber vê Rêbertî vê pêvajoyê weke şikestina cinsî ya yekemîn pênase kir. Ji aliyê Mardûk a kûrê Tîamatê ve kûştina Tîamat, di kesayeta jinê de windakirina civakê tîne. Destpêkê jin tê kolekirin, piştre hemû beşên civakê. Ji ber vê em dibêjin, heta ku azadiya jinê neyê bidestgirtin azadiya civakê nayê bidestxistin.

Di warê çandî de guhartin piştî vê pêvajoyê destpê kir. Pêvajoyên ku pevçûnên di navbera jin û zilam de tê jiyîn heman demê pêvajoyên ku pevçûnên çandî tê jiyîn e. Piştî ku zilam vê pevçûnê biser xist feraseta dewletparêzî hat jiyankirin û heta roja me ya îro ev feraset tê jiyankirin. Bi berovajîkirina nirxên ku civakê ava dike, her tişt ji bo dewletê hat kirin. Li şûna hevsengiya bi xwezayê re, cihê xwe ji serweriya li ser xwezayê re hişt, bi çêkirina amûran jiyana komînal û kolektîf cihê xwe ji koletiya dewletê re hişt. Çanda civakî hêdî hêdî dest bi helandinê kir. Ger hûn bêjin ‘jin çima ji derveyî vê pergalê ma’ dê bersiva vê ew be ku xwezaya jinê û şêweyê fikrên wê ji vê rastiyê re xerîb e. Şêweyê jiyana jinê û şêwegirtina wê ya çandî berovajiyê vê pergalê ye. Di vê wateyê de tirsek li hemberî jinê heye. Ji bo carekî din xwe bigehîne hêza xwe ya berê, her tim ji derveyî pergalê hat hiştin û di hemû argumanan de jin hat biçûkxistin. Di hêla derûnî de ger hûn ji mirovekî re her tim bêjin kêm e, dê xwe kêm hîs bike. Jin her tim bi awayekî kêm pênasekirinê ve, ji jinê re rista ji zilam re xizmetkirin û zarok anîna dinê hat dayîn. Ger xizmet neke û zarokan neîne dinê, li hemberî wê her tişt mûbah hat hesibandin.
Belê, pêşketin û bi dewletbûna şaristaniyê bi jinê da windakirin. Her çiqas jin li ber xwe dabe jî, li hemberî komployên bi vî rengî li ser lingan mayînê bidest nexist. Lê jin pergala heyî jî qebûl nekir ango nepejirand. Heta ji destê wê hat li berxwe da, yên ku xwe kişandin çiyayan û ji derveyî pergalê mayînê pejirandin jî çêbû ango bi bêdengmayînê li benda roja serî rakirinê ma. Îro roja ‘Serî Rakirinê’ ye. Neviyên gelê ku civaka xwezayî ava kiriye, li ser heman axê ‘dema serhiladanê’ destpê dikin. Berxwedaniya ku PKK’ê û PAJK daye destpêkirin, li hemberî pergala desthilatdariya zilam û ferasetên ku civakê ji civakbûnê derdixe serhildanek e. Agirê serhildanê ya ku jin û zarokên agir pêxistiye, hêdî hêdî belav dibe û mezin dibe. Di manîfesto û bernameya PKK’ê û PAJK’ê de ev rastî heye. Dema serhildanê, dema mezinkirina serhildanê ye. Dema ji şaristaniyê tol girtin û hilweşandina dewletan e. Dibe ku sibê pir dereng be, bêyî ku ji sibê re were hiştin dem dema li hemberî ferasetên dewletparêzî şerkirinê ye.

Demê feraseta dewletparêzî tijî bûye û gehiştiye astekî ku nikaribe bijî. Feraseta dewletparêzî him bedewiyên xwezayê him jî bedewiyên endamên civakê zuha kiriye. Xweza hêdî hêdî tol digre, jin û ciwanên agir û rojê dê him tola xwezayên him jî tola mirovahiyê hilîne. Ger em di rêya ku Rêbertî ronî dike de bimeşin, wê serkeftin mîsoger be.

Mizgîn Zêrîn

DAWÎ.


Yorum Gönder

0 Yorumlar