Ticker

10/recent/ticker-posts

DAIŞ’ê li Qereçûxê êrişî artêşa Iraqê kir

Li herêma Sergeran a çiyayê Qereçûxê şeva borî çeteyên DAIŞ’ê êrişî artêşa Iraqê kir. Di navbera wan de şer derket.

Fermandarê Hêzên Xebexş ên Mexmûrê Xazî Feysel ji Rojnews’ê ragihand ku li rojhilatê Çiyayê Qereçûxê di saet 21:00’an de bombeyek bi Lîwaya 51 a Firqeya 14 a artêşa Iraqê ve teqiya û di navbera artêş û çeteyên DAIŞ’ê de şer derket.

Fermandarê Hêzên Xebexş ên Mexmûrê Xazî Feysel destnîşan kir ku piştî teqîna bombeyê şer di navbera artêşa Iraqê û çeteyên DAIŞ’ê de derket û kuştî û birîndar hene.

Herwiha li gorî agahiyên nûçegihanê me dane, çeteyên DAIŞ’ê ji du eniyan ve di navbera gundên Mihêdî û Qerebutikê yên li Sengeran êrişî heman hêzê kirine û di navbera wan de şerekî dijwar rû daye. Li gorî agahiyên destpêkê 3 leşkerên Iraqê hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.

Gundên Mihêdî û Qerebutikê yên Kurdan in û ser bi Sengeran in. Ji ber xetereya liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê herdu gund hatine valekirin.

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar