Helen Babat û Zenûra Babat du xwişkên hevin û li Wargeha Penaberan a Mexmûrê xwe fêrî amûrên mûzîkê dikin. Her du xwişkan li ser rola ciwanan ya di parastina çanda resen a gelê Kurd de û wiha gotin: “Ciwanên wargehê dikarin xwe di aliyê hunerê de pêşbixin. Ji ber ku çand bi hunerê tê rave kirin. Dema em li gelê Kurd temaşe dikin dibînin ku hemû êş û kêfxweşiyên xwe bi hunerê anîne ser ziman. Ji bo parastina çandê divê ciwan di hemû aliyê hunerê de xwe pêşbixin.”
Ji roja ku Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) avabûyî heta niha, gelek komên cûda di aliyê hunerê de li ser binginhê çanda resen ya Kurdî hatin perwerdekirin û pêşxistin. Li ser heman bingehî gelek ciwanên wargehê ji bo pêşxistin û parastina çandê, xwe di aliyê şano, helbest, sitran, govend, wênevanî û sînemayê de pêşdixin.
Xwişkên bi navê Helen Babat û Zenûra Babat jî ji bo pêşxistina çanda resen ya gelê Kurd, xwe fêrî amûrên mûzîkê yên wek tembûr û gîtarê dikin. Têkildarî fêrbûna xwe ya van amûran ji me re axivîn.
Helen û Zenûra Babat du xwişkên ciwanin ku li Wargeha Penaberan a Mexmûrê jiyan dikin. Di temenê xwe yê zarokatiyê de bi piştgiriya xalê xwe û malbata xwe dest karê hunerê dikin. Vîn û heskirina wan ya ji bo hunerê, her roja ku derbaz dibe wan hîn zêdetir nêzî serkeftin û pêşketinê dike. Di wargehê de beşdarî gelek kar û xebatên hunerî dibin bi taybet di demên şahiyan de. Demek dirêj li Wexfa Jinê kar û xebatên hunerê didan meşandin. Ji hev hêz girtina herdu xwişka dihîşt ku di hemû karanda û bi taybet jî di aliyê hunerê de bi hev re bibin alîkar.
‘Min ji xwişka xwe hêz girt’
Helen Babat diyar kir ku kesekî bikare xwe di aliyê hunerê de pêşbixe, wê bikaribe li hemberî hemû zoriyên jiyanê şer bike û xwe li ser lingên xwe bigire û wiha got: “Her kes dikare bi hunerê hestên xwe ravebike. Ji bo ku ez fêrî gîtarê bibim, min gelek zorî jiyan kir. Min carekê got ez nikarim bîdomînim, ji ber wê min demekê dest ji fêrbûna gîtarê berda. Lê piştî Zenûra dest bi perwerdeya tembûrê kir û şûn de, hezkirina wê ya ji bo lêxistina tembûrê cardin ez berbi hunerê ve kişandim. Ez dikarim bêjim min ji xwişka xwe hêz girt, bi wî awayî min dest bi perwerdeya gîtar û Tembûrê kir.”
‘Huner vîn û heskirin e’
Babat destnîşan kir ku fêrbûna estrûmanên hunerê vîn û heskirinê dixwaze. Ji ber ku huner di qada xwe de gelek benfireh û kûre û wiha domand: “Divê mirov ti carî xwe di ti aliyan de têrker ne bîne, dema mirov xwe têrker bibine wê nikaribe pêşketinên mezin bidestbixe. Ez xwe di aliyê hunerên xwe de bes nabînim, ji bo wê jî ez di nava lêgerînê de me ku hîn zêdetir di aliyê hunerê de bibim xwedî ceribandin. Ti mirov nikare di cihê xwe de pêşbikeve, divê mirov li pey tişta dixwaze bikeve û ked bide. Li ser vî bingihî ez bi gelek kesên gîtarê lêdixin re nîqaş dikim û li ser medya civakî jî li kesên ku amûra gîtarê baş lêdixin temaşe dikim. Huner rêya herî baş ya hestên xwe anîna ser ziman e. Ji ber ku gelek kes nikarin hestên xwe bi gotina bînin ser ziman. Huner dermaneke ji bo canê mirovan, her wiha mirovan zindî û kêfxweş dike. Ciwanên wargehê dikarin xwe di aliyê hunerê de pêşbixin, ji ber ku çand bi hunerê tê rave kirin. Dema em li gelê Kurd temaşe dikin dibînin ku êş û kêfxweşiyên xwe hemû bi hunerê anîne ser ziman. Ji bo parastina vê çandê, divê ciwan di hemû aliyên hunerê de xwe pêşbixin.”
‘Xalê min tembûra xwe da min, tembûr bê têl bû’
Zenûra Babat jî wiha qala heskirina xwe ya ji bo tembûr û hunerê kir û got: “Min destpêkê ji sitran gotinê dest bi hunerê kir. Dema Helana dest bi perwerdeya gîtarê kir û şûnde, min jî xwest xwe fêrî estrûmanek ya hunerê bikim. Xalê min tembûra xwe da min, tembûra wî bê têl bû. Ez çûm gel mamostayên ku ji tenbûran dizanin, min tembûra xwe çêkir. Gelek caran dema min di mal de li têlên tembûrê dixist, kêm jî be dilê min aram dibû. Komek mezin ji bo şahiyekê amade kirin, ji min re gotin di wê komê de stran bêje. Piştî me ew xebat bi encam kir, min ji mamostayê komê re got ez dixwazim xwe fêrî tembûrê bikim. Min perwerdeyek bi rêk pêk ya tembûrê ne dît. Kesên ku di wargehê de li tembûrê dixistin, min nêrînê wan yên di derbarê tembûrê de digirt û bi wî awayî min dixwast xwe perwerde bikim. Min û xwişka xwe her tim hewildidan ku em bi hev re perwerde bibînin. Niha jî em li ser miqamên nû kar dikin. Dema ez li tembûrê didim hisek pir cûda bi min re çêdibe, nayê îfade kirin. Huner di mirovan de hestek giran û kûr di afirîne.”
0 Yorumlar