Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê her 3 şehîdên Komkujiya Parîsê hatin bîranîn. Birayê şehîd Evîn got; “Emê heya dawî ji bo armancên wan têbikoşin.
Duh li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ku li taxa Saint Denisê ya Parîsa Fransayê ye, êrişek çekdarî pêk hat. Her wiha êrişkar, gule li restorantek kurdan û kûaforek li heman kolanê jî reşand. Di encama êrişê de yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Evîn (Emîne Kara), ji Tevgera Çandê Mîr Perwer û Abdullah Kizil şehîd bûn.
Ji bo her 3 şehîdên Komkujiya Parîsê li wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê, merasîmek bîranînê hate lidarxistin.
Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê hat destpêkirin. Piştî rêzgirtinê sicîla şehîd hat xwendin her wiha piştî wê li ser navê gelê waregehê Hevseroka Meclîsa Gel Fîlîz Bûdak axivî.
Fîlîz Bûdak di destpêka axaftinên xwe de tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê bi bîranî û wiha got: “Rêheval Evîn 33 salên tîjî têkoşîn û berxwedan li her buhustek axa Kurdistanê geriya. Mirov dikare bêje heval Evîn li Rojavayê Kurdistanê di pêşengtiya YPJ’ê de têkoşîna ku li himberî çeteyên DAIŞ’ê dayî meşandin de xwedî ked, rûmet û jiyanek bi rumet derketiye. Heval Evîn, evîndara welat bû, evîndara heqîqetê bû, evîndara rastiya azadiya jin bû. Jixwe encex mirov dema bibe evîndarê doza xwe bikaribe jiyan bike. Heval Evîn wekî navê xwe bû, bi evîn ev kar dikir, bi eşq û heskirin têkoşîn dikir. Fedayîtî û fedayîbûn bi zanebûn ketina ser rêya têkoşîn û azadiyê encex dikare weke rêheval Evîn be.”
Fîlîz Bûdak da diyarkirin ev reşkûjiyên ku îro tên pêkanîn û bi taybet hedefgirtina tevgera jin û pêşengên wê tirsa tevahî sîstemên desthilatdar û emperyal ku li seranserî cîhanê dixwazin jiyanê têk bidin, dixwazin Kurdan tine bikin, her wiha dixwazin jinên ku îro li kolanan ji bo azadiya mirovahiyê rabûne ser lingan têkoşîna wan têkbibin. Budak got; “Ew jî baş di zanin yên ku pêşengtiyê ji vê tevgerê re dikin jinên Kurd û Kurdistanîne. Em sozdarên rêya wanin ji ber wê em dibêjin serê Serokatiya me saxbe, serê Kurdê ku di rêya têkoşîna azadiyê de li berxwe dide saxbe bi taybet serê malbata hêja û serê tevgera azadiya Jin saxbe.”
Li ser navê malbatê birayê Şehîd Evîn, Îsmaîl Kara jî axivî û destpêkê tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê bi bîranî û got; “Hemû hewldanên me, emê ji bo van şehîdan liser piyan bin. Emê têkoşîna wan dewambikin û ji bo armancên pêkbê, emê têkoşîna xwe dewam bikin. Du caran li Parîsê bêbextî dijî Kurdan dikin, em wan şermezar dikin. Emê heya dawî ji bo van armancên têbikoşin.”
Merasîmê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Şehîd Namirin’, ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.
0 Yorumlar