Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê li dijî komkujiya Parîsê, meşek girseyî lidarxistin û di meşê de bang li hikumeta Fransayê kirin da ku demildest bûyerê ronî bikin.
Duh li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ku li taxa Saint Denisê ya Parîsa Fransayê ye, êrişek çekdarî pêk hat. Her wiha êrişkar, gule li restorantek kurdan û kûaforek li heman kolanê jî reşand. Di encama êrişê de yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Evîn (Emîne Kara), ji Tevgera Çandê Mîr Perwer û Abdullah Kizil şehîd bûn.
Li dijî vê komkujiyê şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) meşek girseyî li dar xistin.
Meş li ber Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir û heta li ber derê Neteweyên Yekbûyî (NY) meşiyan.
Di meşê de alên ‘PKK, HPG, YJA-STAR û KCK’ê ‘ hatin hildan. Her wiha dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bimre faşîzim” hatin berzkirin.
Li ber avahiya NY, deqeyek rêz ji bo tevahî cangoriyên azadiyê hat girtin û piştre daxuyaniyek ji aliyê Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Yusif Kara ve hat dayîn.
Yusif di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser komkujiya li Parîsê hatî pêkanîn û wiha got: “Dewletên dagirker ji bo berjewendiyên xwe yên dewletî van komkujiyan li ser gelê Kurd û zarokên Kurdan pêktînin. Mirovên mazlum yên bê guneh dikin aramanca xwe. Pêwîste wek gelê Kurd em van mijaran di aliyê xwe de baş lêkolin bikin ku em nekevin gafleta ku wê dewletên desthilatdar wê ji bo me demokarasiyê bine. Em wek gelê wargehê bang li raya giştî ya Kurdistanî dikin li derdora pakarawanên azadiyê yên mîna Evîn bibin yek. Ger em layîqê wan pakrawanan bin pêwîste em li doza wan xwedî derbikevin. Emê xwîna wan pakrawana li erdê nehêlin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Jin jiyan azad’ û ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.
0 Yorumlar