Ticker

10/recent/ticker-posts

Xins mîrateya hikûmetên Mîtanî û Aşûriyan e

 


“Xins” yek ji şûnwarên kevnar ên Başûrê Kurdistanê ye ku li parêzgeha Duhokê hilkeftî ye. Ev şûnwar dikeve nêzî qezaya Şêxan û 13 kîlometreyan ji qezayê dûr e. Xins ne tenê li ser asta Herêma Kurdistanê, belkî li ser asta Iraqê jî wekî yek ji girîngtirîn şûnwaran tê hesibandin. Dîroka vê şûnwarê digihe serdema desthilata Aşûriyan û Paşa Senharîb (681-705 B.Z). Di nava belgeyên dîrokî de wisa tê behskirin ku Xins, şûnwar û zozana Paşa Senharîb bûye ku 24 salan desthilatdariya navçeyê kiriye. Beşek ji vê şûnwarê tabloyeke kevirî ya mezin e ku di dilê çiyayekî de hatiye kolandin û wêneyê çar kesan li ser hatiye xemilandin. Li vê derê çar şikeft hatine çêkirin ku dikeve nav tabloya şûnwarî de û li aliyê serê şikeftan peykerê şêrekê hatibû çêkirin, lê mixabin hinek ji wê hatiye hilweşandin. Wêne bi awayê endazyarî û hunerî hatine xêzkirin û hinekî bilindin. Ji ber ku erdnîgariya Kurdistanê li gorî herêmên din ên Iraqê ji aliyê çavkaniyên avê ve dewlemend bûn, Senharib ê Aşûrî ev der wekî çavkaniyek ji bo kişandina avê ber bi Neynewa ya paytexta Aşûriyan ve bi kar anî. Ev şûnwara dîrokî yekem car ji aliyê komek Îtalî ve hatiye peydakirin û tomar kiriye, dîroka vê 2700 salanin hatiye eşkerekirin. Li ser dîwarên Xinsê du şêwazê xet û nivîsînê hatine bikaranîn. Xeta Hîrogilîfî û Bizmarî. Di nivîsa Hîrogilîfî de behsa têkiliya dewleta Mîtanî ya bi Misrê re dike, ku di wê demê de têkiliyeke girîng hebûne. Mixabin ev nivîsa Hîrogilîfî ji ber rewşa av, hewa û sedemên xwezayî ji nav çûye û nemaye. Nivîsa Bizmarî jî, ji 64 hevokan pêk hatiye û bi ser sê belgeyan de hatiye parvekirin. Ev kevirê nivîskî bi fermana Paşa Senharîb hatiye nivîsîn. Di ya yekem de behsa xwedayên girîng ên Aşûriyan û girîngiya wan di parastina dewleta Aşûrî de dike. Di beşa duyem de behs ji girîngiya ava Xinsê dike ku Paşa Senharîb ê Aşûrî çawa ji wir ve av kêşaye ji bo paytexta Aşûriyan. Beşa sêyem behsa êrişa dewleta Aşûrî bi serkirdayetiya Eserhedûn ê kurê Senharîb ya ser Babiliyan dike. Her yek ji wan nivîs û nexşan îşaretê bi bûyereke dîrokî dikin ku di wê serdemê de hatine qewimîn.

Navê Xins ji çi ve hatiye?

Ev nav di nivîsên Bizmarî de yekemîn car vedigere demê paşayên Aşûriyan. Nêrînek heye ku navê “Xins” ji navê xwedayê Mîsr (Xins) ve hatiye hildan ku xwedayê bajarê “Tîbe” bûye û di wê serdemê de navê Xins bi Xerasu yan Xenasu hatiye û ev nav di Quranê de jî hatiye. Ev şûnwar wisa hatiye naskirin ku digihije serdema desthilata Aşûriyan, lê ew kevirnivîsa ku bi xetê Hêrogilîfî hatiye nivîsîn îsbata wê yekê ye ku di rastî de ev şûnware, hemû yan jî beşek di serdema desthilatdariya Mîtanî de hatiye çêkirin ku hikûmeteke Kurdî hebûye. Şûnwarnasan îşaret bi wê yekê kirine ku digel derbasbûna dem û guherîna olan ya di navçeyê de wek Zerdeştî, Xirîstiyan û çend olek din, ev navçeye wek cihekî olî ya pîroz hatiye mêzekirin. Beşeke zêde ji vê şûnwara dîrokî ya girîng hilweşiyaye. Beşek ji wê ji ber sedemên xwezayî û beşek din jî ji ber sedemên mirovî û têkdana şûnwarên li herêmê hatiye jinavçûn. Ji xeynî wê jî Xins her tim herêmeke girîng a geştyarî û şaristanî bûye ku di qonaxên cuda yên desthilatdarên vê herêmê de xwedî girîngiyeke taybet bûye. Wate tenê wek şûnwareke dîrokî nehatiye dîtin, belkî bûye navendeke girîng a geştyariyê li parêzgeha Duhokê û bi sedan geştyarên navxweyî, naverast û başûrê Iraqê, heta geştyarên biyanî jî, ji bo dîtina vê şûnwrê berê xwe didine parêzgeha Duhokê.

Yorum Gönder

0 Yorumlar