Egîd bûn weke zincîrek di nava hev de xelekekê çêdike, ruhê ku bûye hebûna gel, ji bo bi destxistina şoreşgereyek rast û bi qîmet, xwedî taybetmendiyek têkoşîn û berxwedaniyeke bê hempa ye. Gelek Egdên vî welatî bi ronahiya heqîqetê dihreîkî nav dilên bîrîndaran. Di nav rastiya ronahiyê de mirovahiyê diafiradin. Dibûn hêviyên ser zimanê dayîkan, dibûn hevokên di nav helbestên helbestvanan de. Ew gerîla bûn, parêzvanên welat û axa xwe bûn. Yek ji wan qehramanan jî rêheval Yaqub Eren ango Qehreman Cûdî bû ku li Gundikê Remo di nav malbatek welatparêz de çavên xwe li cîhanê vedike.
Rêheval
Qehraman ku bi dilsozî û girêdanbûna bi nirxên Kurdewarî re mezin bû, di temenê
xwe yê biçûk de tevgera azadiya Kurdistanê naskir. Heval Qehraman li gund
dibistanê dixwîne. Her çendî xwasteka wî bû ku bi zimanê biyanî nexwîne û bi
zimanê dayîka xwe bixwîne jî lê di dersên xwe de kesek zîrek û jîr bû. Bi
taybetmendiya xwe a rûken û dilnizim bala her kesî dikişand û dilê her ferdekê
şadikir. Rêheval Qehreaman zarokê çiyayê Cûdî bû. Wek Çiyayê Cûdî bi wîrek û serbilind bû. Birayek wî gerîla bû ev yek ji
bo wî serbilindiyek mezin bû. Xeyalê wî bû ku rojek li çiyayên azad bi birayê
xwe re li ser şopa heqîqetê mil bi mil têkoşîna xwe bidin meşandin û li her
lutkeyên çiyayên welatê xwe ala serkeftinê biçikilînin. Heval Qehraman wek ferdek
yê malê di farqa berbirsyariya xwe a ji bo malê de bû, ji bo wî jî ji bo debara
malê dest bi karê şivantiyê dike. Rêheval Qehraman di temenê xwe yê zarokatî û
ciwantî de dibe şahidê êrişên dijmin yên li ser gelê Kurd. Dijmin li her aliyê
Kurdistanê êrişên xwe pêktîne û bi hovîtiyek mezin gund û waran xirab dike, mal
û milkên Kurdan talan dike, Gundikê Remo jî ji vê para xwe digre. Piştî ku
dijmin gundê wan xirab dike, neçardibin ku dest ji gundê xwe berdin û bi
malbata xwe re diçin Cizîrê. Rêheval Qehraman di wî temenê xwe de dewlet û
dijmin baş nasdikir û zilm û zordariya dewlata Tirk a li ser gelê Kurd qebûl
nedikir, li himberî dijmin hêrsek mezin di nav dilê xwe de dihewand. Ji bo tola
gelê Kurd ji dijmin rake tenê rêyek wî hebû ew jî li çiyayên azad têkoşîna xwe
dayîna meşandin bû. Ji bo tola hezar salan, ji bo zarokên çav bi rondik û ji bo
dayîkên dil bi êş, cil û bergê xwe lixwe dike û berê xwe dide çiyayên azad. Sal
1992, Qehraman bibû gerîlayek ji wan gerîlayên li ser rêya heqîqetê. Navê
Qahraman li xwe dike û dibe qehramanê welatê xwe. Rêheval Qehraman di demek kin
de xwe di hêla jiyana gerîlatî de pêşdixe û di şerê xwebûnê de roleke girîng
lîst û ji bo ku dijminê dagirker binbixe, bi fedekarî û bi cesaretek bê hempa,
bi çalekiyên giranbaha çû ser dijmin û bi serkeftî vegeriya. Rêheval Qeraman di
jiyan û şer de dibe xwedî vînek mezin û bi rêhevalên xwe yên dozê re darbeyên
herî giran li dijmin didin. Girêdana heval Qehraman ya ji bo dayîka wî, girêdana
wî ya ax û welatê wî diyar dikir. Li wan çiyayên azad dixwast ku carek din dayîka
xwe bibîne. Ji ber vê yekê daxwaz dike ku dayîka wî bê wî bibîne. Li ser vî bingehî
dayîka wî bi ser bilindahî di nava wî şerê giran de dikeve ser rêya çiya, ji bo
qehramanê xwe û gelê xwe bibîne. Belê dayîka serbilind dayîka dû gerîla heta
xwe digihîne çiyayên azad rêheval Qehraman di Operasyona Gaberê de a 1993 de tevlî
karwanên
nemiran dibe.
Her çûyîn
nabe çûyîn, nabe xatir xwestin û nabe dûrketin. Ji ber ku pir çûyîn hene ku bê
wextin. Şopên gavên mayî li ser patîkayên gerîla niha dibe rênçber û rêheval,
dibe lorêkên li ser zimanê dayîkan.
0 Yorumlar