Ticker

10/recent/ticker-posts

Xelkê Mexmûrê li dijî serdana Erdogan ya Iraqê meşiya

Xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi meşekî girseyî hatina Erdogan a ku wê 22’ê Nîsanê bê Bexda bi meşekî girseyî nerazîbûnên xwe nîşan da.


Xelkê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi meşekî girseyî hatina Eerdogan ya ku wê 22’ê Nîsanê bê Bexdayê nerazîbûnên xwe da nîşandan. Meşê ji ber Saziya Malbatên Şehîdan heta Parka Şehîd Aryan Cûdî dewam kir. Di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘Bimire Xiyanet’, ‘Bijî Berxwedana Gelê Kurd’, ‘Bijî Serok Apo’ hatin berzkirin. ^

Piştî ku meş gihişt Parka Şehîd Aryen Cûdî, li wê derê daxuyaniyek ji çapemeniyê re hat dayîn. Beriya ku daxuyanî were dayîn ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê deqeyek rêzgirtin hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel a Wargeha Mexmûrê Elî Bilehî ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye;

“Hêzên desthilatdar ji bo erdnîgariyên biberhem bixe bin desthilatdariya xwe de, hem weke xak sinorên xwe berfireh bike, hem jî desthilatdariya xwe bihêz bike û di heman demê de jî civak û neteweyên ku ji bo desthilatdariya xwe xete re dibîne belav bike, ji xak, kok, çand, hebûn û cewherê wan dûrxistinê polîtîkaya koçberkirinê bikar tînin. Di çarçoveya van polîtîkayan de, em wek xelkê Wargeha Mexmûrê jî ji ber fikira xwe ya siyasî, felsefeya ku xwe dispêre xeta civaka demokratîk exlaqî û polîtîk avakirina jiyana azad û nepejirandina koletî û desthilatdariya dewleta Tirk a dagirker neçarî penaberiyê hatine kirin. Ev rêwîtiya berxwedan û nepejirandin ji cewherê xwe derneketinê ev 30 salin berdewam dike û di tevahiya vê pêvajoyê de em hîn jî ji aliyê dewleta Tirk ve bi heman zext, zordarî, çewisandin û sepandinan re rûbirû ne. Me dixwest pirsgirêka Kurd bi rêyên siyasî û demokratîk werin çareserkirin, ji bo Tirkiye demokratîk bibe, lê dewleta Tirk ev rêbaz tu caran nepejirandiye û her tim li hemberî Kurdan serî li rêyên şer û qirkirinê daye û dide.

Dewleta Tirk her tim polîtîkayên bişaftin, qirkirin, teslîmgiritin, sîxurkirin, înkar û tunekirinê li ser Kurdan daye meşandin. Dewleta Tirk heta astekê ev yek li ser me jî dan meşandin û em bi darê zorê ketin ser rêya penaberiyê û ev 30 salin ev rêwîtî didome. Di vê pêvajoya demdirêj ya penaberiyê de, li wargehên Bihêrê, Şeraniş, Bêrsîvê, Etrûş, Nînova, Nehdaran û Mexmûrê man. Di van wargehan de wargeha herî demdirêj em lê mane, ji sala 1998 heta niha wargeha Mexmûrê ye ku em hê jî lê dimînin. Li hemû wargehên ku em lê mayîn de jî li rûxmê ku ne di bin serweriya dewleta Tirkiyê de bû jî, hetim bi êriş, zext û zordarî, talan û destwerdanên wê re rûbirû mane. Di tevahiya vê dîrokê de dewleta Tirkiye êrişên xwe berdewam kiriye û berdewam dike. Di encama van topbaranan de bi dehan şêniyên me jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Li kêleka van êrişan jî ji bo vîna me teslîm bigire, wargeha me belav bike, hetim zextên dîplomasî jî li ser dewleta Iraqê ya ku deriyê xwe ji me re vekirî û em kirine mêvanê  xwe, pêktîne.

Sedemên êrişên dewleta Tirk ewe ku em newekî penaberên ji rêzê ne. Ji ber ku sedemê penaber bûna me ne aborî ye, em ji ber mafên xwe yên mirovî, îdeolojî, azadî, netewî û civakî penaber bûne. Dewleta Tirk li her çar aliyên Kurdistanê êrişên xwe yên îmhakirina gelê Kurd dide meşandin. Sedema van êrişan jî pêkanîna sînorên mîsakî millî anku Osmaniya nû ye. Hikûmeta AKP Bakûr, Başûr û Rojava dixwaze, ji ber vê ev 22 salin talanê li ser Kurd û Kurdistanê dide meşandin. Hikumeta AKP- MHP’ê ji ber polîtîkayên xwe yên li dijî tevgera Azadiya Kurdistanê israr dike di aliyê madî, menewî, polîtîk û civakî de rizînekî cidî jiyan dike. Ji bo xwe komî serhev bike û ji bo tevgera azadiya Kurdistanê û gelê Kurd tine bike li îtifaq û hevkarên nû digere. Ji ber vê hem li herêma Kurdisanê û hem jî li Iraqê rêzehevdîtinan dide pêkanîn. Em weke gelê wargehê ku li ser firkir û felsefeya Rêber Apo ya civaka demokratîk ekolojik û azadixwaziya jinê xwe bi rêxistin dikin û wekhevî û bi hev re jiyankirina gelan bingeh digirin, ji ber wê jî ev sih salin bi gelê Iraqê re di çarçoveya rêzgiritin, bi çand, ziman, xak û baweriyan em bi hevdûre jiyandikin û em dixwazin ji niha û şûn de jî wisa jiyan bikin. Li ser van esasan hêvî û daxwazên me ji rayedarên Iraqê ewe ku mafên me biparêzin, wekhevî û feraseta me ya hevpar ya pêkve jiyanê mîsoger bike.”

Piştî daxuyaniyê dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo, Bê Serok jiyan nabe, Bimire xiyanet’ hat berzkirin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar