“Her Şehîdek Felsefeya Jiyanê ye.” Rêber Apo dema behsa vê yekê dike rola me ya li beramberî şehîdan hîn baştir tîne bîra me. Tê fêhmkirin ku tenê girêdana hestiyarî ya şehîdan nikare bibe xwedî derketinek ya rast. Felsefeya xwedî derketina wê ango rê û rêbaza wê ya herî girîngtir e. Şehîdan jiyan kirin, xwe li gor wê her gav perwerde kirin, her gav pêkanîn û her gav li pey şopa pêkanîna armanca wan bûyîn dikare bibe xwedî derketina rast. Ev wê gavê nabe deynek yê me, dibe sereke armanca me. Wê demê em dikarin bêjin felsefeya şehîdan jiyan dikin.
Heval
Bîşeng jî yek ji wan hevalane ku mirov her kêlî jiyan û têkoşîna wê ji xwe re
bike felsefe, pê bawer bike û xwe bi wê jiyanê gurçûpêç bike. Girtina navê wê
jî xwedî derketinek wiha bi nirx tê. Navê Şehîd Bîşeng ya ku di zindanên
Şirnexê de yek kêlî jî serî netewandî. Wê ev berxwedanî kir felsefeya tevahî
jiyana xwe û heta dawiyê jî li ser vê seknê jiyan kir.
Heval
Bîşeng di nava malabateke pir hêja ya bi nirxên azadiyê ve girêdayî di sala
1988’an li welatê xerîbiyê Lozana Îsvîçreyê hat dinê. Hem bi şehadeta birayê
xwe Şehîd Brusk hem jî ji şehadetên malbata mezin pir bandor bû. Ev girêdan
hişt ku dîsa wek malbat li welatê xwe vegerin. Li Cizîra Botan ya ku yek ji
keleha berxwedaniya çanda Kurde, bi çîrokên serhildêran mezin bû. Piştî berê
xwe da zanîngehê rastiya têkoşînê, rastiya jina Kurd, mêtîngerî û dagirkeriya
dijmin hîn zêdetir nas kir. Bi van hestan sala 2010’an tevlî nava refên azadiyê
bû. Di tevahiya têkoşîna xwe de li 4 beşên Kurdistanê xebat û têkoşîna xwe da
meşandin. Tevahiya keda xwe da li ser ciwan û jinên ciwan. Xwast wan
ciwanan li ser bîrdozî û rastiya Rêber
Apo perwerde bike, zana bike û bike layîqê gelê xwe yê berxwedêr. Bi vê
helwestê hezaran ciwan şiyar bûn û berê xwe dan rastiyê. Bi sedan ji wan jî bûn
qehreman. Heval Bîşeng jî bi vê keda xwe bû fermandarê qehremanan.
Heval
Bîşeng kesayetek bi girtina hêza îdeolojiya Apoyî her tim jixwe bawer û
serbilind bû. heta dawiyê sade, dilnizm û rûgeş bû. Êşên ku gelê me jiyan dike,
her tim ji nava dilê xwe hîs dikir û vê yekê hestên tolhildanê di sekna wê de
dabû rûnişkandin. Bi vî awayî li kûderê her çi erk be digirt ser milê xwe û bê
dudilî xwe gihand serkeftinê. Çanda Botanê ya berxwedêr û serhildêr di nava
têkoşînê de ji xwe re kir pîvan, hem li hindûr hem jî li derve bû parêzvana
lêheng. Ev sekna wê birayên wê jî pir bandor kir. Piştî beşdarbûna wê ya di nav
PKK’ê de, 2 birayên wê jî şopa wê û birayê wê yê şehîd Heval Birûsk şopand.
Yên ku dixwazin
têkoşîna jinê ya li hember pergala baviksalarî fêhm bikin, yên ku dixwazin
têkoşîna gelê me ya li hemberî qirkirinê fêhm bikin, pêwiste li jiyana Heval
Bîşeng binêrin û xwe fêhm bikin. Bi her awayî mînaka fedayî ya li ber çavê me
ye. Bê gûman behsa şehîdekî kirin ne hêsan e. Li gor felsefeya rastiya wê,
jiyan kirinê dixwaze. Ew tovên li ser dilê Rêberê me ne ango tovên hebûnê ya
daristana jiyana me ne.
Ji bo
jiyanê xweşik bikin şehîd ketin cûda ye, ji mirinê hezkirin cûda. Di oxira çi
de dibe bila bibe şer kirin cûda ye, şerfiroşî cûda. Li pey hevalên xwe yên
şehîd bi serbilindî sekinandin cûda ye, wek qurbanekê lê meyzekirin cûda. Lehengên
gelê me bi hezkirinê tên afirandin, mezin kirin û her yek ji wan ji nav û
jimarekê zêdetirin. Sekna me û dilê bi wan kesan re ye yên ku xwîna zarokên xwe
li ti kesî helal nakin. Ji ber wê te ew şîr li xwe helal kir Bîşenga hêja, Keça
Botanê. Hezar silav ji te û wê sekna te re.
Baran Mawa

0 Yorumlar